Adnan Mustafa
Di rastiya Rojavayê Kurdistanê de, rastiya Sûrî û çareseriya wê misogere. Her wiha divê rastiya ku em nîqaş dikin de, çareseriya Sûrî mayende ye. Bi vê yekê ve girêdayî û bê ku em ji hevdu cûda bikin ev yek çareseriya Rojhilata Navîn e. Ji ber modela Federasyona Bakurê Sûrî xwedî taybetmendiyeke wiha ku hemû alî bi regeza xwe, nasnameya xwe û netewbûna xwe beşdarî vê pergalê dibe.
Ji ber Li cihê heremên bi ewle, guhertina demografiyê
vê yekê Kurd çendî şoreşa Rojava, bikin şoreşa Sûrî, bi qasî vê yekê ev şoreş dibe milkê mirovahiyê di hundurê Rojhilata Navîn de. Helbet dema mirov diwarê tewrik de li vê meselê temaşe dike dibe ku ji bo hin aliyan utopya(xeyal) be, lê naskirin û fêmkirina vê modela han bi meteliteya moderen ya çanda dayîk ve girêdayî ye. Îsbata vê yekê jî, di rastiya gelên Rojavayê Kurdistanê de veşartiye. Lê mixabin tişta ku dijberî mirovatiyê li ser va axa pîroz tê jiyan kirin. Ya kambax jî ev yek bi destê mirovan û kesên îda dikin ku wê çareseriyê mayende bikin tînin ziman.
Di demê dawiyê de, li ser axa pîroz a Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de, dervehî rastiya jiyana ku hatiye jiyan kirin senaryo û plansazî tên pêşxistin. Yek ji van senaryoyan ew e ku bi destê Rusiya, Tirkiyê û İran’ê pêkanîna 4 herêmên qaşo bi ewle di Sûrî de, ev herêmên mijara gotinê piştî bi dawî anîna civînên Astena û Cinev re cihê şik û gumanê ye. Ji ber pilana sereke ya li pişt herêmên bi ewle, pêkanîna pilana guhertina demografiya herêma ne li Sûrî. Di serî de Tirkiyê dixweze, herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ku di 6 salên dawiyê de bi keda gelê Kurd û gelê herêmê giştiye asta fêkî xwerinê asteng bike. Her wiha Tirkiyê bi vê pilanê dixwaze xwe ji pirsgirêka penaberbûnê jî xwe xilas bike. Bi xistina penaberên herêmên El wahir, Hema û Humus gundewarên Kurdan li herêma Şehba niyêta Tirkiyê ya herêmên bi ewle derdikeve pêşberî raya giştî. Bi gotineke din Tirkiyê di bin navê Herêmên bi ewle û ji firîna balefiran re qedexe, herêmên nû bi guhertina Demografî û cografiya heyî ava dike.
Li hember vê siyaseta heyî, tişta ecêb tu reaksiyonên dewletan li hember vê yekê nîne, bi taybet raksiyona İran û Sûrî û bedengiya wan li hember vê pilana Tirkiyê cihê matmayînê ye. Ji ber belavbûna Tirkiyê di herêma Sûrî de, tê wê wateyê ku astengkirina pirojeya İranê ya “Hîlala Şî’iyan”. Her wiha weke ku çawa Kurdan ji van herêma diqewtînin û Ereban bi cih dikin, li herêmên din jî Şî’iyan ji herêmê bi dur dixin, li cihê wan Erebên Sunî bi cih dikin.
Di heman demê de, Rêvebiriya şamê jî bê helweste. Li hember Kurdan firtineyan radikin dema Kurd behsa Fidraliya bakurê sûrî dikin, yek ser radibin û dibêjin, ev cûdaxwaziye. Lê hember dijminekî faşizma hezarê salan di nava xwe de hewandiye û bûst bi bûst axa Sûrî dagir dike, weke sêrçiyekî li tirkiyê temaşe dike. Ev durûtiya Sûrî û Îranê li hember Tirkiyê cihê fikarê ye û nakeve xizmeta çareseriya Sûrî, berovajî vê yekê pirsa Sûrî talox dike û ber bi kaws ve dine. Ev yek jî ne elemetên xêrê ne ji bo gelên Rojhilata Navîn.
09.05.17
Rojev24