LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Erêkirina dayîna çekan a QSD’ê ya AKP’ê aciz kir!

Erêkirina dayîna çekan a QSD’ê ya AKP’ê aciz kir!

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastina DYA’yê (Pentagon) aşkere kir ku rêveberiya Trump, çekdayîna ji bo rizgarkirina Reqayê daye QSD’ê erê kiriye. Hat gotin ku têkildarê mijarê de Wezîrê Karê Derve ya Hikumeta AKP’ê Mevlut Çavuşoglu bi riya telefonê li Tillerson geriya ye û aciziya xwe aniye ziman.

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekitiya Amerîkayê (DYA) Pentagon, bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku rêveberiya Serokatiya Donald Trump, ji bo têkoşîna li hember DAIŞ û rizgarkirina Reqayê, di nav de çekên giran jî heyî, çekdayîna ji bo QSD’ê erê kiriye.

Berdevkê Pentagonê Dana Whîte, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) tekane hêza ku dikare Reqayê bi awayek serkeftî rizgar bike ye û diyarkir ku ji ber vê yekê rêveberiya Trump ew pêngava çekdayînê erê kiriye.

Hikumeta AKP’ê aciz bû!

Li ser vê yekê hat gotin ku têkildarê mijarê de Wezîrê Karê Derve ya Hikumeta AKP’ê Mevlut Çavuşoglu bi riya telefonê bi hemkarê xwe Rex Tillerson re hevdîtin kiriye û aciziya xwe aniye ziman.

Hat ragihandin ku Çavuşoglu gotiye ku rêxistinekê ku wan hedef girtiye piştgirî dayîn wan pir xemgîn kiriye û ev yek li ser nêrtina gelê tirk a derbarê Amerîka de bi awayek neyinî bandor kiriye.

10.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً