LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Federaliya Demokratîk û Bakûrê Suriyê-9

Federaliya Demokratîk û Bakûrê Suriyê-9

Di xweseriya demokratîk û federaliyê de jin

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan bi têkoşîn û pergala xwe, rengê rêveberiya xweseriya demokratîk û ji projeya federaliyê jî diyar kir. Di encama vê têkoşînê de, jin wekî “pêkhate” hatiye pejirandin.

Ji destpêka şoreşa Rojava heta projeya federaliya bakûrê Suriyeyê jinan rolek diyarker lîstiye. Di vê beşa xwe ya dosyayê de em ê li ser duryanên têkoşîna jinan rawestin.

Jin wekî afirîner û avakara jiyanê tê zanîn. Lewma “Çanda Neolîtîk” ango Şoreşa Neolîtîk di heman demê de wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin. Di vê serdemê de bingeha hilberîn, afirînerî, wekhekî, hezkirin, rêzgirtin, piştevanî û hwd. hatiye avêtin. Erdnîgariyek ku ev şoreş li ser çêbûye jî Kurdistan e, ji ber vê yekê ye ku di zimanê kurdî de “jin” tê wateya “jîn” ango “jiyanê”. Lê bi destpêka hiyerarşî û dewletbûnê re, jin hat pêpeskirin û jiyan jî hat perçiqandin.

Ji wê demê û vir ve têkoşîna azadiyê ya jinê ranewestiya ye, lê her tim lawaz mane yan jî dibin siya zîhniyeta baviksalariyê de maye. Di dîrokê de gelek tevgerên rizgariya netewî, mafan, demokrasî û femînizmê yên ku li ser navê azadiyê tevdigerin hatine dîtin. Dîsa gelek sîstemên wekî parlamenter, federal, komar hatine avakirin. Lê tevî ku jin tê de cîh digirin jî, ji ber ku bingeha xwe ji zîhniyeta dewletî û desthilatdarî digirin, jin careke din li paş dîtine. Bi gotineke din jin wekî amûrek an jî cigar (yedek-ihtiyat) hatiye dîtin.

Ji tecrubeyên dîrokî hatiye fêmkirin ku ji bo serkeftinê pêdivî bi têkoşînek gelekî xurt jî çêbûye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê, “Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê” têkildarî mijarê wiha dibêje:

“Ne netê di dema modernîteyê de, di tevahiya demên hîyerarşîk û şaristaniyan de jin di hemû çaviyên civakê de ji aliyê zîhnî û bedenî ve dîl hat girtin û bi koletiyeke pir kûr hat xebitandin. Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya vê jinê, hewcedarî bi xebatên teorîk ên berfireh, têkoşîna bîrdozî, xebatên progamatîk û rêxistîni, ji van jî girîngtir pêdivî bi çalakiyên bi hêz heye. Bêyî van, xebatên jinê û femînîzmê wê ji xebatên jinê yên liberal ên ku dilê sîstemê xweş dikin wêdetir tu maneya îfadeyê nekin”

Bi destpêkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê re, li ser vê bingehê jinan xebateke gelekî dijwar meşandiye. Di vê têkoşînê de ji tevgerên din cudatir, rêbaza ku jinê wekî kirde, hêza afirîner û çareseriyê dibîne esas hat girtin.

Jin û Şoreşa Rojava

Wekî perçeyekî têkoşîna azadiyê, li Rojavayê Kurdistanê jî pêngavên di asta şoreşê de hatin avêtin û jinan
bi hêza xwe deng veda. Dema pêvajoya şoreşa Rojava destpê kir jî, jinan pêşengiya wê kir û mohra xwe lê xist. Lewma Şoreşa Rojava di heman demê de wekî şoreşa jinê tê pênasekirin.

Di nava 5 salên şoreşê de, jinan ji bilî xebatên giştî yên di nava sazî û dezgehan de, di her aliyê jiyanê de sîstemek xweser ava kir û li cîhanê jî deng veda.

Ji yekîtiyê heta kongreyê

Destkeftiyên têkoşîna jinan a bi dehan salan di sala 2005’an de wekî Yekîtiya Star veguherî sazumaniyê.Dema di sala 2012`an de pêvajoya şoreşê destpê kir jî, li tevahiya bajarên Rojava meclîsên jinan hatin avakirin. Bi vî rengî êdî bingeha sîstema xweser jî xurtir û civakî dibû.

Piştî ku xebatên jinan gelekî berfireh bûn, sazumaniya wê jî hat guhertin û mezinkirin. Di vê çarçoveyê de di kongreya 6’an a Yekîtiya Star ku di meha Sibatê ya 2016’an de hat lidarxistin de, saziya sîwaneyê ango yekîtî hate mezinkirin û navê wê wekî Kongreya Star hat guhertin.

Hemû sazî û dezgehên jinan ên li Rojava di bin sîwaneya Kongreya Star de kom bûne. Di rewşa niha de bi dehan sazî, rêxistin, komele girêdayî Kongreya Star kar dimeşînin. Dîsa komîte, meclîsên jinan ên girêdayî saziyên giştî û partiyên siyasî jî girêdayî Kongreyê kar dikin.

Zêdetirî 800 komîn

Xebata herî girîng jî wekî hicureya herî biçûk a rêxistinkirina civakê, di mijara komîn û meclîsan de hatiye meşandin. Di xebatên heta niha de li Kantona Cizîrê 700 komîn hatine avakirin. Li Kantona Efrînê zêdetirî 100 komîn hatine avakirin. Li Kobanê di xebatên ku nû hatine destpêkirin de 7 komîn hatine avakirin. Wekî sîwaneya van komînan bi dehan meclîsên jinan jî hatine avakirin. Li gorî vê yekê ji gund, heta tax, bajar û herêman sîstema komîn û meclîsan hatiye avakirin.

Aboriya jinê

Aborî wekî afirîneriyek jinê tê zanîn, lewma di şoreşê de jin li ser vê mijarê jî bi baldarî sekinîne û rêxistinbûyîn hatiye avakirin. Girêdayî xebatên komîn û meclîsan koperatîf hatine avakirin. Li gorî vê heta niha li Kantona Cizîrê bi giştî 23 koperatîf hatine avakirin. Ji vana 2 koperatîfên sewalvanî, yek ya xerckirinê (kirîn û firotina pêwîstiyên jiyanî), 4 yên firinên nan, 4 yên çandiniya zebze, 9 jî yên çandiniya genim, ceh û kemûnê, yek ya çêkirina berhemên şîr (mast, penîr) û 2 jî yên xwaringehê ne.

Li Kantona Kobanê 4 koperatîf hatine avakirin. Ji vana yek ya cil û bergan, yek ya çandiniyê û 2 jî yên kafeteryayên nava baxçeyan e.

Li Kantona Efrînê jî koperatîfek cil û bergehan yek jî ya çandina zebzeyan hatiye avakirin.

Di dema pêş de jî li Kantona Cizîrê tê hedefkirin ku kargeha tiştên xwarinê bê vekirin û erdên beyar ên ku nayên bikaranîn bêne çandin.

Hêzên Parastinê: YPJ, Asayîş, HPCPARASTIN

Mijara parastina cewherî yan jî ewlekariyê di zîhniyeta azadîxwaz de mijarek sereke ye. Parastin berevajî feraseta artêşên girêdayî hêzên serdest, wekî xweparastina civakê ya xwe bixwe tê qebûlkirin. Bi zîhniyetê jinan jî hem têgeha parastinê vegerand ser hîmê wê yê esasî, hem jî hêza xwe ava kir.

Destpêkê di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cîh girtin û çalak bûn. Her ku hêz mezin bû, pêdiviya rêxistinkirina xweser jî derket holê. Li ser vî esasî bi felsefeya jina azad destpêkê tabûrên xweser hatin avakirin. Tabûra yekemîn di sala 2013’an de li navê Tabûra Şehîd Rûken li herêma Efrînê hat avakirin. Piştre li hersê kantonan tabûrên xweser hatin avakirin. Di 4’ê Nîsana 2013’an de jî bi dirûşmeya “Ji bo misogeriya serkeftina şoreşê, xwe bi rêxistin bikin” li bajarê Dêrikê yekemîn konferansa tabûrên xweser hat lidarxistin û wekî rêxistina xweser Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin.

Li bajaran jî ji bo ku feraseta jinê di ewlekariyê civakê de bê belavkirin, hêzên asayîşê hatin avakirin. Ji bilî asayîşa giştî, jinan rêxistina xweser a asayîşê jî avakirin û li her bajarek Rojava bi awayekî aktîf cîh girtin. Dîsa ji bo pergala trafîka nava bajaran jî jinan di ekîbên PARASTIN5trafîkê de jî cihê xwe girtin.

Beşek girîng a parastinê jî, di komîn û meclîsan de hatiye birêxistinkirin. Di her komîn meclîsekê de komîteyên parastinê hatine avakirin û ev komîte hemû bi hevre jî Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-JIN) pêk tînin.

Jinên Suryan û parastin

Jinên Suryanî jî bi bandora jinên kurd di 30’ê tebaxa 2015`an de hêza xwe ya parastinê Beyt El-Nahrên ava kir. Li herêma Şehba jî, jinên kurd, ereb û tirkmen di bin navê Tabûra Şehîd Jiyan Ehres de hêza parastinê ava kirin.

Hem di rizgarkirina herêmên Rojava de hem jî di berxwedaniyên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, jinan ji Şengal heta Efrînê destaneyên lehengiyê nivîsandin. Bi taybetî bi berxwedana Kobanê re pergala parastinê ya jinan li tevahiya cîhanê ji bo jinan bû nimûneyek. Lewma gelek jinên ji deverên cuda yên cîhanê di refên YPJ’ê de cîhê xwe girtin. Hinek ji wana jî, di berxwedanan de jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Xweser

Zîhniyeta azadiya jinê di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jî bandorek diyarker çêkir û rengê xwe dayê. Li gorî hevpeymana civakî ya rêveberiya xweser, rêjeya nunertiya jinê di meclîsên zagonsaz û rêveber de divê herî kêm ji sedî 40 be. Ev rêje dibe ku zêdetir be, lê kêmtir nabe. Her wiha saziya herî jor a sîstema kantonan, ango di saziya serokatiya kantonê de sîstema hevserokatiyê tê pêkanîn. Li rex vê yekê di hemû desteyên meclîsa rêveber û saziyên girêdayî sîstemê de jî, pergala hevserokatiyê tê pêkanîn.

Di sazî, rêxistin, dezgehên civakî, komîn û meclîsan de jî sîstema hevserokatiyê esas tê girtin.

Dîplomasî

Gaveke din a ku hatiye avêtin jî, xebata dîplomasiyê ye. Hem di xebatên dîplomatîk ên rêveberiyê de cihekî çalak tê girtin, hem jî rêxistinbûnek xweser çêbûye.

Destpêkê di sala 2013’an de bi tevlîbûna jinên kurd, êzidî, suryan, ereb û tirkmen Înîsiyatîfa Jinên Suriyeyê hat avakirin. Înîsiyatîf hem tevlî gelek civînên navnetewî bû, hem jî Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku di hevdîtinên Cinêvê yên li ser Suriyeyê de înîsiyatîf jî cîh bigire.

Bi pêşketina xebatan re sazîbûn jî mezîn bû. Di vê çarçoveyê de di 5’ê sibata 2016’an de li bajarê Dêrikê bi beşdariya jinên kurd, ereb, suryan, ermen, tirkmen kongreyek berfireh hat lidarxistin. Di vê kongreyê de Desteya Jinan a Suriyeya Azad hat avakirin. Ev deste wekî sîwaneya xebatên jinan hat qebûlkirin. Desteyê piştre jî dest bi xebatên kongreyek li ser asta Suriyeyê kir. Her wiha têkildarî mafên jinan ku di makezagona Suriyeyê de cîh bigirin xebat dimeşîne.

Jinên Rojava her wiha tevlî konferansên navnetewî bûn û têkoşîn û projeyên xwe vegotin. Li ser navê Kongreya Star nûnerek di Komîteya Jinan a Şêwirmendiya Hevdîtinên Cinêvê de cîh girt. Her wiha di kongreya “Avakarên Aştiya Suriyeyê” ku di 20-22’yê nîsana 2016’an de li peytexta Lubnan Beyrûdê hat lidarxistin de jî, jinên Rojava cîh girtin.

Di konferansa duyemîn a jinên cîhanê ku di 13-18’ê adara 2016’an de li paytexta Nepal Katmanduyê hat lidarxistin de, jinên Rojava bûn rojeva sereke. Jinên Rojava bi berxwedana xwe ya li Kobanê mohra xwe li kongreyê xistin. Nexasim têkoşîna jinên kurd wekî nimuneya têkoşîna jinên cîhanê hat qebûlkirin.

Yek ji fermandarên YPJ’ê Xaliye Nimet ku cihê xwe di konferansê de girtibû, diyar kir ku jinên kurd dê cihê xwe di komîteya amadekar a konferansa sêyemîn a jinên cîhanê ku dê di 2017`an de bê lidarxistin de, bigirin.

Jin û Fediralî

Pergala jinê rengê xwe da projeya sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî. Di reşnivîsa hevpeymana civakî ya sîstema federal de 10 xal ji bo mafên jinê hatine veqetandin.

Li gor madeya 14`an a hevpeymanê, di hemû beşên rêxistinkirinê de sîstema hevserokatiyê esas tê girtin û weke rêgezeke bingehîn di nunertiya herdu zayendan de wekhevî esas e. Her wiha ji bo hebûna jinê sîstema konfediraliya demokratîk dikare esas bê girtin.

Mijara din a girîng, cihê jinê di sîstema dadgeha civakî de ye. Li gorî madeya 80’yan a reşnivîsa hevpeymanê di nunertî û beşdarbûna wekehev a sîstema dadgeha civakî de maf dide jinê. Her wiha jin dikare mekanîzmayek dadgehî ya taybet ava bike. Di vê çarçoveyê de biryar jî li gora wê mekanîzmayê dikarin bên girtin. Ev yek jî ji komîteyên lihevanîn heta weqfeyên jinê û dadgehên giştî derbasdar e.

Di madeya 13’an de jî, di mijara aborî de, nêrandina ku jinê weke mulkiyet dibîne tê qedexekirin û sûc tê dîtin.

Madeyên 17 û 29’an jî girêdayî jiyana malbatî ne. Di madeya 17’an de hevjiyana azad esas tê girtin û dive jin xwedî îradebe. Di madeya 29’an de jî tundiya li hemberî jinê sûcekî ku qanûn hesaba wê dipirse tê dîtin.

Encam

Ji vê kurteçîroka têkoşîna jinan jî derdikeve holê ku jinên ji hemû pêkhateyan ên li Rojavayê Kurdistanê, zincîrên koledariyê şikandine û pergalek dane avakirin. Her wiha wekî pêkhateyek hatiye qebûlkirin. Di xala 14’an a Hevpeymana Civakî ya Federaliyê de, jin wekî pêkhateyek hatiye pejirandin.

DAWÎ-

10.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً