LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

 *Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bakurê Reqa bi pêş ve diçin. Şervan 4 km nêzî navenda bajêr bûn. Navenda bajêr a Reqa êdî kete menzîla şervanan.

*Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê kargeha pembo ya 4 kîlometreyan nêzî bajarê Reqayê rizgar kirin.

* Sed ciwanên ji gundê El-Kalta ya Reqqayê piştî ku serkeftinên QSDʹê dîtin tevlî hêzê bûn û dê beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bibin.

* Mayîneke çeteyên DAIŞʹê li gundê El-Cerbûi ya dikeve 17 kîlometreyan bakaurê Reqqayê bi malbateke koçberên Reqqayê ve teqiya, di encamê de 2 zarokên malbatên jiyana xwe ji dest dan û endamên din ên malabtên birîndar kirin.

* Hêzên Rêjîmê û hevkarên wê hêzên xwe li gundên rojavayê Helebê zêde dikin û amadekariya hemeleyeke leşkerî ya berfireh li dijî çeteyên DIAŞʹê dikin. Li aliyê din jî çeteyên DAIŞʹê êrîşeke berfireh li dijî karwanekî hêzên rêjîmê li ser riya Xenasir pêk anîn.

*Çalakvanên opozisyona Sûriyê ragihand ku artêşa Sûrî bi piştigiriya hêzên esmanî yên Rûsî û Sûrî Firokxaneya el-Jerrah ji bin destê Daiş rizgar kir li aliyê rojhilata bajarê Helebê.

* Li gor rêkeftinekê di navbera Rêjîmê û opozosiyonê de, ji Barzeh û Tişrîn yên ku li bakurê rojhilata Şamê dikevin û dorpêçkirî, 1246 kes derketine ku 718 ji wan serhilda ne.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

 *Heşdî Şebî ragihand ku hêzên Iraqî 5 gundên li Başûrê Rojhilat û Bakurê bajarokê Qeyrewanê kontrolkirine û kontrolkirina rêya navbera Şengal û Qeyrewanê de jî ragihand.

 * Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got; “Êzidiyên resen dê biraya çarenivîsa xwe bidin. Ti hewlek nikare êzidiyan ji Kurdistanê veqetîne.”

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

 *Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got ku biryara Amerîka ya biçekkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li tersî peywendîyên Tirkîye û Amerîka ye.

*Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê de bal kişandin se rewşa girtiyê nexweş Ahmet Bayar ê nexweşê cegerê ye û xwestin Bayar bê berdan.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

 *Têkildarî hilbijartên Serokkomariyê ya Îranê, Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) daxuyaniyekî hevpar dan çapemeniyê û banga boykota hilbijartinê kir.

*Rayedarên Kanadayê destûr nedan, ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê li Kanadayê buroyên dengdanê bên vekirin.

* Jina rojnameger a Îranî Hengame Şehîdî ku ev ji beriya du mehan ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye, li dijî biryara girtinê û nêzîkatiyên rêveberiyên girtîgehê gireva xwe veguherî rojiya mirinê.

CIHAN

* Serokkomarê nû yê Fransayê Emmanûel Macron, wê di destpêkê de biçe serdana Elmanyayê.

 13.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً