LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

*Depoyek cebilxane û mayînan a girêdayî koma çeteya bi nave Lîwaî El-Fetîh li gundê Tilîlî El-Şam a bakurê Ezazê teqiya. Li gorî agahiyan di encama teqînê de herî kêm çeteyek hate kuştin û hejmarek çete birîndar bûn. Koma ku teqîn di depoya wê de pêk hat, girêdayê Artêşa Tirk a dagirker e.

*Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û topên hawanan, topbarana li ser gund^n Til Midyeq, Hesiyê û Semûqa yên herema Şehbayê barand. Di encama topbaranê de li gundê Um Hoş welatiyekî sivîl hat kûştin, 5 kes jî birîndar bûn.

* Çeteyên Artêşa tirk mal û milkên welatiyên herema Şehbayê yên hatin koçberkirin di mezadê de didin ber firotinê.

*Alîkarê nûnerê NY li karên Suriyê Remzî Izedîn ji bo gotûbêja ligel rayedarên Surî têkildarî muzakereyên Cinevê gihişte Şamê.

 BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

*Endamê Desteya Rêveberiya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Belên Ebdullah balkişand ser girîngiya yekîtiya netewî û got: “Pêkhatina kongreya netewî ji bo çareserkirina pirsgirêkan îro, ji her demê zêdetir pêwîstiyek e. Şervan û pêşmerge DAIŞ’ê têk birin.” Bi berdewamî ragihand ku referendum were lidarxistin neyê lidarxistin jî, aktîfkirina parlementoyê girîng e.

* Civaka Wezîran a Herêma Kurdistanê projeya derbarê yekkirina hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pesend kir.

*Berdevkê Desteya Rêveberiya PDK’ê li Silêmanî û Helepçeyê Eta Şêx Hesen têkildarî vekirina parlementoyê ragihand ku kî ne li gel referandûmê be, dive ji saha siyasî derkeve û got: “Piraniya komên parlementoyê amadene ku parlemento vebe.”

* Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbas Mihemed ragihand ku nêzî 5 hezar penaberên Mûsilê vegeriyane taxên rizgarkirî yên Mûsilê.

* Odeya ragihandina şer ya hêzên Iraqî ragihand ku balafirên şer yên Iraqê îro bargeheke çeteyên DAIŞ’ê ya li qezaya Qaim ya dikeve rojavayê Iraqê bombarduman kiriye.

*Serfermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî fermanek nû derbarê operasyona Musilê de da û ragihand dive êdî operasyon bi serkeftinên berdewamî ve ber bi dawiyê biçe.  

 BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

*Balafirên şer yên artêşa tirk dîsa gundên başurê Kurdistanê hedef girt. Li gorî dezgeheke ragihandinê ya başurê Kurdistanê parve kiriye, hinek gundên devera Amediyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bûne hedefa balafirên şer yên artêşa tirk. Her wisa hate gotin ku ev jî bûye sedem ku tirsek mezin di nava welatiyan de çêbibe.

*Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim got: “Amerîka piştî rizgarkirina Reqayê dest ji kurdan bikşîne. Wî li bara çekên ku Amerîkayê ji bo YPG’ê şandine jî got ku welatê wî di rewşekê da nine ku bi Amerîkayê re bikeve şer.

*Çavkaniyên nêzîkî nivîsgeha serokwezîrtiya Tirkiyê ragihandin ku lêkirina dîwarê 144 kîlometrî li sînorê wî welatî û Îranê dest pê bû.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

*Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: “Berfirebûna kiryarên terorîstî û bêîstiqrariya navçê, plan û komploya wan xêrnexwazan ê ku berjewendiyên xwe di bêewlehbûna welatên îslamî da dibînin û ji ber firebûna wê sûdê werdigirin in.

CIHAN

*Kurya bakur moşekeka balîstî berda li ser bilindiye ka ne normal ku diyar dike rengê ev roketa nû ya li ser du qonaxan karibe bêhtirî 4500 kîlometre bifire ye.

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً