LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE


 

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li bakurê Reqqayê 2 gund û 17 gundik ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Bi rzgarkirina gundan û gundikan re şervanan 5 gundên herêma El-Humir xistin çemberê.

* 20 şervanên YPGʹê yên enternasyonalîst li kiyara PDKʹê ya revandina 6 hevalên wan ên enternasyolîst daxuyanî dan.

* Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin got, digel Kurdên Rojavayê Kurdistanê peywendiyên wan dê berdewam be, lê alîkariya çekan nadin.

* Çekdarên DAIŞê êrîşên giran pêk anî li Dêra zorê li ser taxên di bin destê hikûmeta Sûrîyê de .

* Nifşa dehem ji nişteciyên taxa Weir ya Humsê hejmara wan 2000 kesin xwe amade kirin bo derketina ji taxê bi hêla bajarê Idlib ve.

* Li gor jêderan Moskowê rola xwe di Sûriyê de berfireh dike , herweha ragihandiye wê bargehên xwe firehtir bike, û hejmara yên ku li şûna artêşa rûsî şer dikin bêtir dibe , û ya giringtir wê Potîn hejmarên mezin ji yekîneyên komandoz ji Çîçan û Engoşiya derbasî Sûriyê bike, da ku şûna milîşiyên Îranê bigirin.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku siyaseta Bexda birêve dibe metirsiyê li ser yekparçeyiya Iraqê çêdike. Lewma jî hêncetên wan hene, ku beşdarî hilbijartinên dema pêş ên parlamentoya Iraqê nebin. Barzanî herwiha diyar kir, ku heya niha hinek alî li Bexdayê alîkariya PKKê dikin.

* Şanda Kurdistanê ku roja yekşemê 14.05.2017ê bi serokatiya şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, serdana paytexta Amerîkayê Washingtonê kir, li gel berpirsên payebilind ên Amerîkayê dê bicive.

* Di rûniştina parlementoya Iraqê de rewşa serokê hilbijartina komîsyona hilbijartinê ya bilind yê ser bi koma PDK’ê ku ev demeke bi sextekariya di nava hilbijartinan de tê tawanbarkirin biryare ku hefteya werê biryara dawî ya di derbarê wî de were dayîn.

* Desteya Wezîran ya Herêma Kurdistanê projeya, bi awayeke profesyonel rêxistinkirina hêzên pêşmerge erê kir.

* Berpirsê eniya Şingalê ragihand, Heşda Şeibî em agahdar kirine ku dest bi operasyoneke nû bo kontrolkirina bajarokê Qeyrewan ya ser bi Şingalê ve kirine, herçende em nîgeran bûn, lê Heşda Şeibî ti bersiva me neda û bi serê xwe operasyon dest pê kir.

* fermandariya Heşd Şabî di daxuyaneya xwe de ragihand ku hêzên wan gihiştine nêzî gundê Qeyrewanê, bi dûrbûna 3 kîlomitran ji Şingalê li bakur û Tilafer li rojhilat. tekez kir ewê şerê kontirolkirina devera Qeyrewanê berdewam bike , ku li rojavayê bajarê Mûsilê û nêzî sînorê Sûriyê dikeve.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Walîtiya Bedlisê beriya operasyona li hîzanê li 14 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kir.

* Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re hevdîtinê bike, li gor saeta Tirkiyê 09.25ê ji Pekînê bi rê ket ku here Amrîkayê.

* Parlamentera CHP’ê ya Îzmirê Zeynep Altiok, rapora îşkenceyê ku Neteweyên Yekbûyî der barê Tirkiye de amade kiriye ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Berdevkê derecebilind ê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: “Zanyariyên saziyên leşkerî û istixbaratî yên Amerîkayê li ser şiyana leşkerî ya Îranê gellek kêm e û ew nikarin kûrahiya van şiyanan têbigihêjin“.

* Berdevê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî got: “Erebistanê bi destdirêjiya ser Yemenê gunehek mezin pêk anî“.

* Balyozê Fransayê li Têhranê got: Fransa yek ji wan welatan e ku rêketinnama navokî wajo kiriye û dewleta nû ya vî welatî dê rêzê li wê rêketinnameyê bigre.

– CIHAN

* Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ser daxwza Amerîka, Japonya û Koreya Başûr ewê roja Sêşemê ji ber ceribandina muşekê ya Pyongyyang bicive.

15.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً