LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Pêkanînên ferzkirina sixûrtiyê, durxistina malbatan a di Kampa Domîz de didom e

Pêkanînên ferzkirina sixûrtiyê, durxistina malbatan a di Kampa Domîz de didom e

DUHOK – Di Kampa Domîz a li nêzî bajarê Duhokê ya Başurê Kurdistanê de, pêkanînên pêkûtiya li ser ciwanan, ferzkirina sixûrtiyê û malbatên tê gotin nêzî PYD’ê ne ji hêla PDK û PDKS’ê ve tên tespîtkirin û tên dûrxistin, dewam dike.

Di Kampa Koçberan a Domîzê ya girêdayê bajarê Duhokê ya Başurê Kurdistanê de, pêkanînên pêkutiyên cur bi cur a li ser şêniyên qampê berdewam dike. Di vê qampî de pêkûtiyên wek e destdirêjiya li ser jinên ciwan a ji hêla pêşmergeyan ve dihat kirin ku ji hêla saziya Neteweyê Yekbûyî (NY) ve hatibû tespîtkirin, ferzkirina ajantiyê ya li ser ciwanan û bi zorê ciwanan ji bo endamtiya Pêşmergeyên Roj dihatin qeydkirin, di ragihandinan de bibû rojev. Niha jî dîsa ku ji hêla endamên rêxistina îstîxbarat PARASTIN li ser ciwanan ajantî tên ferzkirin û ji hêla xebatkar û rêveberiya PDK û PDKS’ê ve gelek malbatan bi hinceta ku xizmên wan di nava YPG/YPJ û QSD’ê de heyî an jî wek alîgirên PYD’ê ne, ji qampê tên dûrxistin.

Di nava sê heftî de 11 malbat ji qampê hatine derxistin

Şêniyekî qampê yê bi navê L.T. ragihand ku kesekî bi navê Hacî Kalo ya malbatên bi hinceta ji siyaseta PDK’ê nerazî û gazin dikin, tespît dike û bi riya peşmergeyan ji qampê derdixe. L.T. diyar kir ku Hacî Kalo berpirsê çûyîn û hatina koçberan a din av qampê de ye û her wiha endamê rêxistina îstîxbarata PDK’ê “Parastin”ê ye. L.T. wiha got: “Li cem Hacî Kalo, sixûrekî Parastinê yê bi navê Bedran Ebas ku ji navçeya Çilaxa ya Dêrikê ya Kantona Cizîrê heye. Bedran Ebas endamê Partiya Demokratîka Kurdistanê ya Suriyê (PDKS) ku di nava ENKS’ê de cih digire ye. Bedran Ebas, hemû malbatên ku ji Rojava tên kampê lêpirsîna wan dike. Her wiha heta niha tiştê ez dizanim 11 malbatan bi hinceta nêz an jî alîgirên PYD’ê ne ji qampê hatine derxistin. Ew malbat em niha nizanin gihiştine Rojava an na?

‘Ez 3 rojan hatim lêpirsînkirin’

Kesekî bi navê A.K jî ku di qampê de dimîne, diyar kir ku di demên dawî de lêpirsînkirina malbatan û kesên di nava qampê de tê kirin. A.K, îdea kir ku ew jî ji hêla Hacî Kalo û Bedran Ebas ve hatiye girtin û 3 rojan ser hev wî di lêpirsînê de derbas kirine û ev agahî da: “Ji min pirsên wek e tu çima hatî vir? YPG te şandiye vir? Kîjan malbat alîgirên PYD’ê ne. Hûn çima ciwanên xwe tevlî nava peşmergeyên Roj nakin? Ji niha û pê de divê tu û malbata te bi riya telefonê ji xizmên xwe yên Rojava derheqê YPG,QSD û PYD’ê de agahiyan bidin me. An na em dê we ji vir derbixin.”

A.K. û L.T. diyar kirin ku ew hewildana ciwanan bi zorê bikin ajan hêj jî berdewam dikin û gotin ku ji niha û pê de malbatên ku nêrîna wan nêzî PYD’ê bin wê ji qampê bên durxistin.

Hate gotin ku PDK û PDKS di Kampa Domîz de ne tenê bi hinceta alîgirên PYD’ê, her wiha malbatên ku nêzî Partiya Yekitî ku ew jî partiyeke di nav ENKS’ê de ye, hedef hatine girtin. Hat ragihandin ku 2 malbatên ku wek e Partiya Yekitî tên nasîn bi hinceta ciwanên xwe tevlî Peşmergeyên Roj nekirine ji qampê hatine derxistin.

15.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً