– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Civîna Meclîsa Damezrîner a bajarê Tebqayê bi hilbijartina Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Tebqayê, bi dawî bû.
* Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bang li ciwanên Sûrî yên di nava refên çeteyên DAIŞ′ê de kir ku di 10 rojan de xwe radestî hêzên QSD′ê bikin, da jiyana xwe û malbatên xwe biparêzin.
* Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê 278 şervanên ku 9 mehên xwe bi dawî kirin, serihandin.
* Artêşa Tirk a dagirker destêwerdana bajaroka Ên El-Beyda yê bejahiya rojavayê Idlibê kir. Şêniyên bajarok jî li hemberî vê yekê kîna wan zêde dibe.
* Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Kelcebrîn bi çekên giran gundê Herbel, Um Hoş, Semûqe, Şêx Îsa û Qolsirûc ên di bin parastina Ceyîş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) de ne, topbaran kirin. Şervanên Ceyîş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) bersiv dan û 4 çete birîndar bûn.
* Li kampa El-Rukban a nêzî sînorê Îraq û Urdunê ye koçberên Sûriyê lê dimînin du erebeyên bombebarkirî hatin teqandin, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
* Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê Îstefan Dê Mîstora got: Beşar Esed serokkomarê Sûriyê baweriya xwe li pêvajoya siyasî ya çareserkirina qeyrana Sûriyê heye.
* Rêvebirîya Trump hikûmeta Sûrî bi qirkirina bi hezaran zindanîyan û şewitandina termên wan li dervayê Şamê tawanbar kir.
* Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, gumanên wan li ser navçeyên kêmkirina hestiyariyê li Sûriyê hene û da zanîn ku, Rûsyayê nikare rê li ber tawanên rejîma Sûriyê bigre.
* Hevrêzkarê destaya Biiind ya gotûbêjan ya rikberiya Sûrî Riyad Hicab ragihand ku Rûsiya hezkir li aliyê Beşar El-Esed dijî gelê Sûrî derkeve, û ev yek di gelek nimûneyan de diyar bû.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Operasona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi hemû hêza xwe berdewam e. Rêxistina terorîst a DAIŞê 16 sivîlên ku dixwestin birevin ji terefê rêxistinê ve hatin îdamkirin.
* Heşdî Şebî ragihand ku hêzên wan li Başûrê Qeyrewanê du gundên din kontrolkirine.
* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser mijara dorpêçkirina navçeyên Til Qeseb û Til Benat ji aliyê Heşda Şebî ve bi berpirsên ewlehî û leşkerî yên bajarokê Şingalê re civîya.
* Serokê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hecî Mehmûd ragihand ku di mijara referandum û serxwebûnê de divê kurd guhdariya tu kesî nekin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Polîsên dewleta Tirk avêtin ser gelek malên li navenda Dersîmê, navçeyên Mazgêrt û Pulurê 10 kes ku Hevşaredara Pêrê Çetînkaya jî di nav de ye binçav kirin.
* Parlameterê HDP’ê yê Êlihê Mehemt Alî Aslan li Balafirgeha Sabîha Gokçen hate binçavkirin.
* Serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim rojek piştî serokê Amerîka Donald Trump biryara
bi çekkirina YPG’ê kir, li peytexta Îngilîstanê London’ê li gel Wezîrê Parastina Amerîkayê James Mattis kombû. Binalî Yildirim ragihand ku şervanên Kurd ne mirovin û pêwîste Amerîka biryara xwe ya bi çekkirinê paşve bikişîne.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Nûnerê Serfermandariya Îranê Mesûd Cezayîrî di axaftina xwe de ragihand ku xuyaye haya îstixbarata Amerîkayê ji hêza leşkerî ya Îranê tuneye.
– CIHAN
* Berlînê gef dan ku heger Enqera îsrar bike rê nede ku Qanûndanerên Alman serdana Tiriyê bikin, dê leşkerên xwe yên li balafirgeha Încirlikê bi cih dibin veguhezîne dewleteke din.
* Serokomarê nû yê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanya Angela Merkel di preskonferansa hevpar ya piştî hevdîtinê de dîyar kirin ku jibo Ewrupa jinûve geş bibe, ger pêwist be ewê peymanên Yekîtîya Ewrupa (YE) biguherînin.
* Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîkî H.R. McMaster û endamên din yên rêvebirîya Trump, îdiayên ku dibêjin Serok Trump hefteya borî agahîyên pir veşartî dane Wezîrê Karên Derve yên Rûsya Sergei Lavrov û Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Sergey Kislyak pûç kirin.
16.05.2017
Rojev24