LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Roja ku Erdogan got ‘muxatab negirin heyeta DYA çû Rojava

Roja ku Erdogan got ‘muxatab negirin heyeta DYA çû Rojava

NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta DYA ya ku di nav de nûnerê taybet ê Trump jî heye ji duh ve ye li Rojava ya ku Serokomar Erdogan gote “muxatab negirin” hevdîtinan pêk tîne. Heyeta DYA dê îro bi rayedarên QSD û YPG’ê re hevdîtinan pêk bîne.

Serokomar Tayyîp Erdogan roja ku li Qesra Spî daxuyaniya ku “YPG’ê muxatab negirin” da Nûnerê Serokdewletê Dewletê Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump ê koal3isyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de cih digire Brett McGurk û ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve bi riya heway3i derbasî Rojava bû.

McGurk ewil çû bajaroka Ayn Îsa. Heyeta ŞA îro li rayedarên Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hevdîtin pêk anî. Li gorî agahiyên kesên beşdarî civînê bûne hatiye wergirtin rayedarên DYA’yê soza piştevaniyê dan Meclîsa Sivîl a Reqayê.

Hevdîtin jî li Kobanê pêk tê

Hevdîtina herî girîng a heyeta DYA’yê jî dê îro pêk bê. Nûnerê taybet ê Turmup û rayedarên Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê dê bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hevdîtinê pêk bînin.

Di civînê de li bendê ye ku serkeftiya operasyona Reqayê û alîkariya çekên giran a ku ji bo YPG’ê hatiye dayîn bê nirxandin.

Çavkaniyên dîplomasiyê diyar kir ku bi şandina McGruk û rayedarên karên derve ve Amerîka peyama ew ê bi Rojava û Bakurê Sûriyeyê ve xebata xwe bidomînin dide Tirkiyeyê.

17.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً