– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD`ê hewildana êrîşa çeteyan a li ser gundê Hemrat vala derxistin, maşîneyek bombebarkirî û maşîneyek doçka 23.5 imha kirin.
* Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Kela Semanê gundên Basofan û Başmêra yên navçeya Şêrawa topbaran, kirin. Bi dehan top li her du gundên navborî ketine. Lê encama topbaranê ne hat zelalkirin.
* Di bersivdayîna şervanên YPJ/YPG`ê li hemberî êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Îska ya navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê. 3 çete hatin kuştin û çek û cebilxaneyên wan hatin desteserkirin.
* Endamê Komîteya Rêveber a kampa Eyn Îsa Celal Eyaf anî ziman ku ew ê li gorî derfetên pêdiviyên koçberan bi cih bînin.
* 11 kes ji Malbataek koçber ji Reqqa li ser destê çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin û bi alîkariya şervanên QSD′ê 4 kes filitîn.
* MSD′ê komkujiya ku çeteyên DAIŞ′ê li gundê Eqarib a li gundewarên rojhilatê Hemayê, şermezar kir û soza domandina şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê da.
* Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) ji ber wefata Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mustefa, sersaxî ji Tevgara Goran û malbata wî re xwest.
* Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) girtina endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriya (PDK-S) Neşet Zaza protesto dike.
* Li herêma Helebê ji ber şerê hêzên Rejîma Sûriyê û komên çete 55 sivîl mirin bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
* Ji ber êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser gundê Eqaribulsafiye li başûra rojhilata Hemaya Sûriyê 34 kes hatine kuştin û 124 kes jî birîndar bûne.
* Rêxistina Daiş êrîşek berfireh bi ser deverên Rêjîma Sûriya de birin li dora balafirxanya Dêrazorê, û navçeya Goristane li başûrî Dêrazore. Di encam de hejmarek ji endamên rejîmê birîndar ketin.
* Danûsitandinerê hikûmeta Sûrîyê Beşar Caferî, ser êrîşa esmanî ya Amerîka ku birîye ser navendeke leşkerî ya çekdarên ku Şam piştgirîya wan dike,got ku “terora dewletê” ye ku bi wê komkujîyek pêk hatiye.
* Wezîrê derve yê Rûsiyayê Sêrgî Lavrof da zanîn ku Topbarankirina hêzên rêjîma sûrî ji aliyê balafirên Amerîkayê, binpêkirina yekitiya axa Sûriyê ye.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Balyozê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross ser koça dawî ya Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê weşand.
* Li Bexdayê xwekujan bi 2 wesayîtên bombebarkirî êriş kirin, li gorî zanyariyên berdest di encama êrişê de 11 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
* Rêberê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir dibêje, nabe Nûrî Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê û ji serokwezîr û serokê parlamentoyê jî dixwaze bi Malikî re tifaqê nekin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Demîrtaş ji kongreya derasayî ya partiya xwe re peyam şand û banga amadekirina ‘’Plana Têkoşîna Demokrasî û Aştiyê’ kir. Demîrtaş her wiha bal kişande ser giriginya Mutabaqata Dolmabahçeyê.
* Li 2 tax û 4 gundên Gimgimê “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.
* Hikûmeta Tirkiyê li dewama siyasetên xwe yên serkutkirina dijberan hukmê girtina berpirsên rojnama Sozcu da.
* Serokê partiya Komarîxwaz a Gel li Tirkiyê ji zextûzorên ku AKP`ê tîne ser medya û rojnameyên dijber bi şîdet rexne kir.
* Koma herî mezin ya Parlementoya Ewrupa ser endambûna Tirkîyê anketek li dar xist. Li gor pirsnamê, piranîya Ewrupîyan dixwazin ku Tirkîye bi ti awayî nekeve Yekîtîya Ewrupa (YE) û biryara ser vê yekê divê êdî zelal be.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Televizyona Fermî ya Îranê raghandin ku careke din Hesen Rûhanî bû serokkomarê Îranê.
– CIHAN
* Serokê Amerîkayê Donald Trump gihîşte paytextê Riyad ê Erebîstana Siûdî. Piştî serokatiyê ev yekemîn welat e ku Trump serdana wir dike. Trump piştî Siûdî wê serdana Îsraîl, Îtalya, Vatîkan û ji bo Zîrweya NATOyê dê here Belçîkayê.
* Piştî ku Amerîkayê mueyîde danî ser 8 endamên Dadgehe Bilind a Venezuelayê, Maduro bangî Trump kir û got: “Wî destê xwe ye pîs ji welatê min bikşîne.”
* Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka rêbaza êrîşên ser DAIŞ’ê guherandîye. Mattis dîyar kir koalîsyon ewê berê çekdarên rêxistina tundrê li navendên wan dorpêç bike û piştre dest bi operasyona leşkerî bike.
20.05.2017
Rojev24