LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Di saziyên dewleta tirk de endamê Tahrîr El Şam dixebite

Di saziyên dewleta tirk de endamê Tahrîr El Şam dixebite

HATAY- Derket holê ku dewleta tirk û çeteyên Tahrîr El Şam bi hev re di bin navê saziyên alîkariyê de li navçeya Reyhanli ya Hatayê xebata tevlîkirina endaman a ji bo çeteyên Tahrîr El Şam tê kirin.

Li gor agahiyan, dewleta tirk li bajarên ser sînora Idlibê komeleyên (munazamat) xwe ya ku bi koçberan re mijûl dibin teslîmê endamên Tahrîr El Şam ku berê de Cebhet El Nûsra bû dike. Li gor wêneyê ji hêla çavkaniyekî ya ji heremê ve hatî şandin, endamekî Cebhet El Nûsra ya bi navê Abdullah El Horanî li ber Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Sêwiyên Reyhanli (Reyhanlı Yetimler Yardımlaşma ve Dayanışma Derneği) ya li navçeya Reyhanli ya Hatayê hatiye girtin.

Hat gotin ku ne tenê Abdullah El Horanî gelek endamên Cebhet El Nûsra ango navê wî yê nû Tahrîr El Şam, wek berpirsiyar û xebatkarên saziyên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene.

Di bin navê saziyê de karê tevlîkirina Tahrîr El Şam dike

Hat gotin ku Abdullah El Horanî karê saziyê zêdetir xebata tevlîkirina ji bo Tahrîr El Şam dike û tenê ev komele ji bo wî kamufle ye. Kesê vê wêneyî şandî derbarê El Horanî de agahî da û diyar kir ku ew Abdulah El Horanî ji berê ve nas dike û di nav Asayîşa Tahrîr El Şam ya li Idlibê dîtibû. Heman kes got ku Abdullah El Horanî li Idlibê ji ber hişkbûna xwe ya li hemberê sivîlan tê naskirin û di van saziyan de ne tenê Abdullah, gelek endamên Tahrîr El Şam hene.

22.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً