HELEB – Di diyalogên endamên çeteyan a girêdayên Mertalê Firatê û Ahrar El Şam a li ser cîhazan bi hev re dikin, derket holê ku dewleta tirk li ser sînor a Kilîsê ji bo çeteyan dewreyên perwerdehiya leşkerî destpê kiriye. Di axaftina çeteyan a ser cîhazan ji hev re dibêjin ku “Em herin hefteyekê perwerdehiyê bibînin 200 dolarên xwe bigirin û werin. Jixwe wê her mehê meaşê me bidin me”.
Hat ragihandin ku dewleta tirk di hefteyên dawî de li ser sînorê bajarê Kilîsê ya aliyê Tirkiyê ji bo endamên çeteyan dewreya perwerdehiya leşkerî daye destpê kirin. Ev agahî, di axaftinên endamên çeteyan a girêdayên Mertalên Firatê û çend grubên li Idlibê ku Ahrar El Şam jî di nav de di ser cîhaza bêtêl de bi hev re dikin, derket holê.
Li gor agahiyan û propagandaya dewleta tirk tê gotin ku 7 hezar çete yên li derdora Raî, Ezazê, Cerablûsê û li sînorê Idlibê wekî Atmê di perwerdeyên leşkerî ya Artêşa Tirk de derbas dibin. Dewreyên perwerdehiyê ya ji bo çeteyan hatî amadekirin bi giştî 2 hefte ye û kesên tevlî dibin ji bo tevlîbûna xwe 200 dolar pere digirin. Hat diyarkirin ku piştî ku ji perwerdehiyê dizivirin vê pereyî her meh wek e meaşa xwe berdewam ji dewleta tirk digirin.
‘Di perwerdeyê de çete ji ber tiştên biçûk lihev dixin’
Di axaftinên ser cîhaza bêtêl a komên çeteyan derbarê perwerdehiyê de bi hev re dikin, derket holê ku çete perwerdehiya dewleta tirk wekî îsrahatê û cihê ne ciddiyetê digirin dest. Di axaftinan a cîhazan de çete perwerdehiyên dewleta tirk wekî “Lîstokê” bi nav dikin. Li gor dengên li ser cîhazê diyar dibe ku di perwerdehiyê de ji ber tiştên biçûk şer derdikeve û wiha tê gotin: “Kesên ku tevlî dibin piraniya wan bê exleqin. Ji bo çayek an jî cixareyek radibin hev û lihev dixin. Di perwerdehiyên berê de wisa bû û niha jî em dizanin wê wisa be. Hema em herin hefteyek du hefte îdare bikin, pereyên xwe bigirin û werin.”
E.A.E ya ku kurê wî tevlî perwerdehiyê bûye û diyare ev dengê çeteyan a li ser cîhazan kurê wî jê re şandiye, diyar kir ku niha kurê wî yê di nav Ahrar El Şam de ye û tevlî perwerdehiya ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye destpê kirin bûye û wiha got: “Min 3 roj berê kurê xwe re axivîm. Kurê min got ‘perwerdehiyê zabit an go subayên tirk didin me. Em perwerdeyê li ser çekên cur bi cur qarnaz, doçka û çekên mezin jî dibînin. Hinek birayên me dibêjin ev perwerde ji bo me israhat e, em pereyê xwe distînin vedigerin. Gelek caran di navbêra birayên me de li ser tiştên biçûk nîqaş derdikevin û li hev dixin. Min tiştek jê fêm nekir. Diyar e tenê ji bo pereyê tên.’ Dema kurê min vegere belkî êdî nekeve nava wan.”
Hat ragihandin ku dewleta tirk bi van perwerdeyan amadekariya avakirina Artêşa Niştîmanî ya Sûrî dike û plana êrîşên nû ya li dijî bakurê Sûriyê dike.
23.05.2017
Rojev24