LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Gelo beranberê Rojava wê Şengal be? ANALÎZ

Gelo beranberê Rojava wê Şengal be? ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokomarê AKP’ê Erdogan ku di mijara Rojava ya ziyareta DYA’yê de bê encam ma, di derbarê “Beranberê Rojava di êrîşeke îhtîmal a li Ser Şengalê destek bigire” soz girtiye de îşaretên cidî hene. Li dijî komên ku parastina Şengalê ya ji hêla cîhanê ve di destê DAIŞ’ê de ji qedera wê re hatî hiştin de kirî êrîşek îhtîmal, wê hevkêşeya kurd ji nû ve bê çêkirin.

Di Rojhilata Navîn de demek dirêje ku şerê zêde û pêşketinên di asta pêvçûnê de dijîn, di demên dawî de leztir bû. Cûrerengîniya hêzên ku mudaxil bûne, têkoşîna li hemberê hev didin, heremê ber bi nayê zanîn û bi hevkêşeyiyek piralî ve kaş dike.

Di navbêra Îran û Erebîstana Siûdî de ku zingila şer lê dide, Hasan Rûhanî ku di Îranê de wek ‘nerm’ tê qebûl kirin jinûve serokomar hat hilbijartin û civaka Îranê qet nebe, peyama xwe ya ku ne alîgirê tûndî û şer e da. Li hemberê vê, Siûdî Erebîstan piraniya wê çek bi Amerîkayê re hevpeymanekî 350 milyon dolar îmze kir. Serokê DYA yê Donald Trump ku kotayê daniye ser mislimanan û ji ber vê pêkanînî di welatê xwe de jî rastî bertekan hatibû, piştî serok hat hilbijartin li beranberê van pêkanînên xwe bi awayek îronîk, ziyareta xwe ya pêşî li Siûdî Erebîstan a ku bi “Şerîat û qraltiyê” tê birêvebirin kir.

Di Rojhilata Navîn de şûr hejandin!

Trump di vê ziyareta xwe de li Erebîstanê tevlî “reqsa şûrê” bû. Trûmp ku di vê reqsa ku nîşaneya şerekê ye bejin û bala xwe hejand, em vê yekê dikarin wek e nîşaneya ku wê di demên pêş de li heremê pêvçûnek îhtîmal bixwîn in.

Sêgoşeya Îran, Tirkiye, Erebîstan

Tam Trûmp, li Erebîstanê hin hevpeymanan îmze dikir, di heman rojî de 3’emîn kongreya awarte ya AKP’ê hat lidarxistin. Peyamên wê pêvçûna kurd bidome di kongreyê de hate dayîn, wê rewşa awarte OHAL ranebe bi zimanekî tûnd hate ziman, şopên ziyareta DYA’yê dihat xûyakirin. Beriya kongreyê di hevdîtina Erdogan a bi Trump re de ku Tirkiye tiştê dixwest negirtiye, di mijara Rojava de tiştê dixwest negirtiye mijara sereke ya ku her kes di vê hêlî de hemfikir bû.

DYA wê di mudaxilbûna pêvçûna kurd de berdewam bike!

Lê ligel vê yekê hin îşaretên ku di navbêra DYA û Tirkiyê de hin hevpeyman hatine danîn tê xûya. Li beranberê biryarbûna DYA ya di mijara Rojava de, daxuyaniyên derbarê “Em dê li hemberê PKK’ê zêdetir piştgiriya îstîxbarat û çekan bikin”, wek e dê DYA di pêvçûna kurdan de wê li cem Tirkiyeyê mudaxil bibe tê şîrovekirin. Her wiha hin çavkanî, tê gotin ku DYA, gengeşiya xwe ya bi Îranê re jî berçavan digire û ji bo hin rolên ku daye Tirkiye bicih bîne, di ser kurdan de hin tawîzan daye.

Di serê van tawîzan de, destekdayîna êrîşeke îhtîmal a ji hêla dewleta tirk ve li ser Şengalê bê kirin e tê. Jixwe peyamên ku rayedarên DYA’yê didin jî vê îhtîmalî piştrast dike.

DYA jî Şengalê hedef nîşan dide

Cigirê Wezîrê Karê Derve ya DYA’yê Jonathan R.Cohen, têkiliya xwe ya bi YPG’ê re wek e “demborî û taqtîkî ye” bi nav dike û destnîşan dike ku piştî operasyona Misûlê ji bo hêzên parastina Şengalê dikin ji wir derbixin heye ku operasyonan pêk bînin û wiha got: “Dema Misûl (operasyon) xilas bibe hûnê bibin şahid ku bi me re Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê (IKBY) hem jî rêveberiya Bexdayê, hewildanên me yên ji bo derxistina PKK’ê ya ji Şengalê zêdetir bibe. Ev êdî bi awayek dildarî be, dixwaze cureyeke din be.”

Dema mirov vê helwesta Cohen, ziyareta Trump a Erebîstanê, peyamên Erdogan a di kongreya partiya xwe de da deyinen ber hev, tê fêmkirin ku wê herêm di rojên pêş de ji pêşketinên germ re vebe.

Gelo li beranberê Rojava Şengal hat dayîn?

Cigirê Serokê Giştî ya HDP’ê û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy ku demek dirêje pêşketinên navneteweyî ji nêz ve dişopîne û di 25’ê gulanê de wê biçe Amerîkayê bi rayedarên Wezareta Karê Derve ya Amerîka re hevdîtinan bike jî vê rewşî anî ziman û diyar kir ku DYA wê di Şengalê de piştgiriyê bide PDK’ê û Tirkiyeyê. Ozsoy, da zanîn ku Erdogan di ziyareta xwe ya DYA’yê de “Em dikarin bêjin ku hin tawizên din jî girtiye” û wiha got: “Meseleya YPG, PYD’ê zelal bibû. Vê danîn serê lîsteyê; lê dizanibûn ku wê ji vê tu encamek negirin. Li wir encam negirtin û bi rastî jî ne li bendê bûn ku wê encamek bigirin jî.”

Ozsoy, ev tişt anî ziman: “Hin agahiyên me bidest xistî xuyaye ne li ser Rojava lê li ser Şengalê wê hin êrîş zêde bibin. Plana êrîşê her dem heye; lê ev dibe ku ji aliyê DYA’yê jî piştgirî bê dîtin. Dibe Erdogan gotibe ‘Rojava nebe jî piştgiriyê bidin operasyonên me yên li ser Şengal û Qendîlê bê kirin’. Ev piştgirî wê çiqas zêde be nayê zanîn.”

Heye piştî Misulê êrîşa Şengalê destpê bike!

“Trump jî, daxuyaniya ’em dikarin zêdetir piştgiriyê bidin têkoşîna we ya li hemberê PKK’ê, em dê piştgiriya îstîxbarat û çekan bikin’ da. Heta operasyona Misul êrîşeke leşkerî ya li ser Şengalê belkî pir rastiya xwe tune be. Dibe ku wê gelek kar tevlîhev bike. Di herêma şengalê de gengeşiyek pir cidî bilind dibe.”

Şengal çima girîng e?

Ozsoy ku derbarê Şengalê de ji bo çi “Wê li benda dawîkirina operasyona Misûlê bin” îşareta hin cireyên sedema wê heye kir. Ya yekemîn, Şengal ji ber aliyê xwe ya civakî û cografîk de di ciheke stratejîk de ye. Ji ber ambargoyên ji hêla PDK û dewletên din ve li ser Rojava heyî korîdora Şengalê di hêla kurdan de noqteye girîng e. Her wiha, di hêla ewlehiya nifûsa “şiî” ya tê xwestin bê sekinandin Şengal yek ji çexrêyên girîng e. Tirkiye, ji bo herêma Şengal ku tê xwestin bixin kontrola PDK’ê jî, milîsên Haşdî Şabî jî di demên dawî de li ser heremê tevgerandinek pêk tîne.

Wê Şengal bixin rewşa qadek pêvçûnê ya nû

Ozsoy, tespîtên xwe yên derbarê vê mijarî de wiha domand: “Wisa xuyaye ku piştî Misul û Reqayê qada gengeşiyê ya bingehîn wê Şengal be. Ez ji bo DYA’yê nabêjim; lê an Trump ji bo hevpariya xwe bi PDK û Tirkiyê re di ser Şengalê de piştgiriyê bide soz daye an jî bi zanebûn derbarê mijarê de hin gotin hatine belav kirin. Heye li Şengalê ber bi dawiya havînê ve belkî zûtirin jî gengeşiyên leşkerî û pêvçûn derkevin.”

Kurd wê beranberê Rojava êrîşa li ser Şengalê qebûl nekin

Ozsoy, destnîşan kir ku ev rewş potansiyelek e ku ye her kesî bikşîne nava pêvçûnan û got ku di ser Tirkiyeyê de jî dixwazin kurdan bînin pêşberê hev û pêvçûnan di nava kurdan de kûrtir bikin. Ozsoy, anî ziman ku lê wê ev encam negire û kurd wê êrîşeke li ser herêmê qebûl nekin û wiha got: “Cin ji şûşê derket, piştî sedsalek kurd li heremê wek e hêzek derketin holê û hin daxwazên wan ên siyasî hene. Ev jî dihêle ku divê hûn têkilî bi kurdan re deyinin û vê yekê bi wan re baxivin.”

‘Dixwazin boriya nefesê ya Rojava qût bikin

Ozsoy, diyar kir ku lîstikek wisa wê ji bo Tirkiyeyê jî nebaş be û ev tişt gotin: “Tirkiye ya ku dixwaze bi dîwaran ya kurdan ji hev veqetîne di hêla siyasî de ji bi niyetek nezanî (serbixwe) ya kurdan gihiştand hev. Divê Tirkiye bikeve riya çareseriya dostane; lê eger vê yekê neke wê di nava dînamîkên heremî de her du alî jî zirar bibîn in. Tirkiye ku pêşketinên li heremê dijîn dîqat kir wisa xuyaye ku hêviya xwe ji astengkirina Rojavayê qût kiriye. Lê beranberê vê dixwaze êrîşê Şengalê ya ku boriya nefesa şoreşa Rojavaye bike û tecrîda li ser Rojava bidomîne û ya Rojava bê nefes bihêle.”

23.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً