LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Peymana nû ya Rûsiya-Tirkiye-Îran a li ser ‘heremên bêpêvçûn’ NÛÇE-ANALÎZ

Peymana nû ya Rûsiya-Tirkiye-Îran a li ser ‘heremên bêpêvçûn’ NÛÇE-ANALÎZ

HELEB – Di roja me ya îro de rêkeftinên ku tên sazkirin û projeyên ku tên pêşkêşkirin, tu encamek berbiçav nayê girtin, sedema we ya esasî ew e ku îradeya gelê Sûrî di van projeyan de nayê temsîlkirin, ji bo vê jî careseriyekî pêkanê heta îro jî nehatiyê pejirandin.

Di destpêkê de divê em diyarbikin ku her çar heremên ku di encama hevpeymana di navbêra dewletên Rûsya, Îran û Tirkiyê de wek e “Heremên bêpêvçûn” hatine îlankirin, bi taybetî jî ev herêm û derdora wan di nava şer û pêvçûnekî dijwar de ne. Ev pêvçûnên di van herêman de diqewimin, ji aliyekî ve di navbêra rejîm û hêzên opozisyonê de, ji aliyê din ve opozisyon bi hemû cûreyên xwe yên nerm û hişk ên wek e; di nava Artêşa Azad an jî aliyên tund wek e; Heyet Tahrîr El-Şam ku girêdayên îdeolojiya El-Qaîdê ye û çeteyên Ahrar El Şam ku li ser xeta dewleta tirk ve de, diqewimin. Ev herêm ji bakurê Suriyê destpê dike, ji ‘Idlib’ û hin perçeyên derdora wê û ji gundewarên rojavayê Helebê û gundewarên rojhilatê Laziqiyê û gundewarên bakurê Hemayê heta navîna wê û di nav de gundewarên bakurê Humusê yên “Resten-Telbîsê û derdora wan û dadikeve heta digihije Guta ku li rojhilatê Şamê dikeve, başûrê Deraa û Siwêda bi dawî dibe.

Ji ber li gor berjewendiyên dewletên xwe esas hatiye girtin encam nagire

Di roja me ya îro de rêkeftinên ku tên sazkirin û projeyên ku tên pêşkêşkirin, tu encam ji wan nayê girtin. Sedema wê ya esasî jî ew e ku îradeya gelê Sûrî di van projeyan de nayê temsilkirin, ji bo vê jî careseriyekî pêkanê heta îro jî nehatiyê pejirandin. Şêwazên ku tên pêşxistin tenê di teoriyê de kêmkirina şer e ku ev pêk nehat berovajê wê pêk tê ew jî bilindkirina asta şer e. Isbata wê jî peymana ku di navbera Tirk, Îran û Rûsiya ya dawî ye. Ev plan planeke ku berjewendiyên hêzên navneteweyî an jî komên çeteyên girêdayên wan in, gelê heremê esas nehatiye girtin.

Daxuyaniyekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çêbû ku dê ew operasyonekî berfireh a li ser Idlibê pêk bînin û heta qeraxa Behra Spî herin çêbû. Piştî daxuyaniyê û vê amadekariyê, dewleta tirk liv û tevgera xwe ya li heremê zêde kir û hewil da peymanekî bi Rûsiya û Îranê re çêbike û ev peyman hat îmze kirin. Mijara din jî ew e ku dewleta tirk dixwaze ew komên çete Tahrîr El Şam ku berê de “Cebhet El Nûsra” bû û ji hêla hemû hêzên navneteweyî ve wek e rêxistineke terorê tê hesibandin, di Idlibê de bi temamî bi cih bike û vê yekê jî ji xwe re bike hincet da ku operasyonekî li ser Idlibê pêk bîne. Bi vê awayî hem dê rê li pêşiya QSD’ê bigire û mileke din ve jî aloziya ku li Sûrî heyî kûrtir bike.

Heremên ku ji hêla QSD’ê ve çete jê hatine paqijkirin û sîstema xwe ya çandî, perwerdehiya civakî hatiye avakirin û roj bi roj rewşa îstîqrarê pêş ketiye û hêj jî dikeve, pirsgirêkên civakên li heremên hatine rizgarkirin bi riya hêza cewherî ya civakê çareser dike yên wek e heremên li Rojava û bakurê Sûrî hatine kirin nayên dîtin. Lê di qadên ku her hêzek navneteweyî komên çeteyên girêdayên xwe li wan dera bicih kirine wek heremên ‘Bêpêvçûn’ an jî ‘bi ewleh’ îlan dikin. Lê li van heremên ku wek ‘Bi ewleh’ hatine îlankirin yek rojek jî bê şer û pêvçûn derbas nebûye û di nava van şer û pêvçûnan de yê herî zêde jî sivîl ango niştecihên van herêman tên qetilkirin.

Bi girêdayê rewşa Idlibê re, ku dewleta tirk û çeteyên pê ve girêdayê ev demeke amadekariyên xûrt a ji bo bikevin Idlibê dikin, li benda balans, helwestên hêzên navneteweyî û guhertina hinek hevsengiyan man e.

Di vê mijarî de dewleta tirk hesabên hemleyên di demên pêş de li ser Idlibê ya ji hêla QSD’ê ve bê kirin dike û ji bo pêşî lê bigirin jî wê gavên bi lez bavêje û destwerdanê temam bike.

Wê hesabê malê û ya sûkê hevnegire

Lê di esas de divê ku mirov cûdahiya herêma Şehba û Idlibê ji hevdu ferq bike. Ango eger ketina dewleta tirk a Idlibê pêk were wê heman senaryoya Babê dûbare nebe û wê zirarên mezin bê dayîn û wê dewleta tirk di wir de winda bike. Çawa ku bajarê Babê girtin û di armancên xwe ya hemlê de wenda kirin, wê heman tişt li Idlibê jî dûbare bibe.

Gava ku mirov rewşa herêma Şehba û pevçûnên dijwar ên ku di navbêra çeteyan de rû didin dibîne, mirov ferq dike çima hewildanên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayên wê yên bi lez hene ji bo avakirina “kom û mertalên” nû û rêkirina wan a li Idlibê. Piştî qedandina Mertala Firatê êdî ev kom ketin nava valahiyekê de û pirsgirêk û nakokiyên wan ên kûr li ser desthilatdariyê û parvekirina li ser esasê talan û diziyê careke din derketin holê. Şerên dijwar û kuştin û tûndiya ku li herêmên weke Qibêsîn, Sosinbat Cereblos û hwd rû didin ên, di navbera Ehrar El Şam û Cebhe El Şamiyê li aliyekê û komikên dîtir li aliyekê din bingeha xwe ji van nakokiyên parvekirina talan û diziyê digire.

Di aliyê hazirtiyên şer de jî weke ku di hefteyên borî de jî hatiye ziman rewş bi heman rengî didome. Ango çete di rewşa amadekariyê de ne lê li benda biryarên dewleta tirk in. Ev biryara dewleta tirk jî girêdayê hevsengiyên navneteweyî ye.

Bila ew li benda guherandina hevsengiyan bin, di qadên tê gotin “Bi ewleh” an jî “Bêpêvçûn’ de şer û pêvçûnên dijwar diqewim in.

Ararat RUSTEM

25.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً