LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Li qadekê li rojhilatê bajarê Tebqayê bi 4 km dikeve, goreke komî ya welatiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatin kuştin, hat dîtin.

* Li Akademiya Hêzên Cebhet El-Ekrad a Şehîd Ela Cebo ya li herêmên Şehbayê hatiye vekirin, dewreya sêyemîn ku bi beşdarbûna 32 şervanan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

* komên çete yên Artêşta Tirk ku li bajarê Mari û gundên Til malid û Kilicibrîn malên welatiyên ên nêzî gir û bajaroka Erfad (Til Refet) û gundên derdorê topbarn kirin. Çeteyan bi dehan top avêtin herêma navborî. Di encamê de ziyaneke mezin di mal û milkên welatiyan de çêbû.
Piştre çeteyan gundên hesiye, Hesacik, Mezreya Fafînê û Til Medîq jî topbarnan kirin. Li van gundan jî ziyana madî çêbû.

* Zarokekî jiyana xwe ji dest da li rojavayî bajarê Reqa li gundê Kisra bi cekên Daiş.

* Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Dêwa yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê, gulebaran kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG/YPJ′ê de, li herêmê pevçûn demkurt derket. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyên gund.

* 10 malbatên koçber ji gundewarên Reqqayê gihîştin kampa rojhilatê Minbicê.

* 2 hezar û 240 koçberên ji herêmên cûda yên Sûriyê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, xwe spartin Kantona Efrînê.

* Bi merasîmekê Buroya Jin a MSD‘ê li herêma Şedadê hate vekirin.

* Meclîsa Rêveber a Kobanê bi armanca parstina şûnwarên herêmê, Midûriyeta Şûnwaran ava kir.

* Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, wan belge û dîkomênt derbarê kar û binpêkirinên PYDê kom kirine û dê bidin destê civaka navdewletî.

* Li Xuta Şerqiye ya Şamê çeteyan herêmên serweriya xwe berfireh kir. Li herêmên’kêmkirina şer’jî şerê di navbera çeteyan û hêzên rejîma Sûriyê de didome.

* Li bajarê Helebê û gundên wê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de şer didome. Di êrîşa çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam de bi dehan leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin.

* Hêzên rêjîma Sûrî û hevalbendên wan di êrîşeka berfereh de li beyabana başûrê welêt çekdarên Daiş û şervanên rikberiyê bi şûn ve vegerand in.

* Hêzên rejîma şûriya û bi alîkariya milîsên pişgiriya wê dikin gundê Alyaniyah li gundewarê Humsê kontrol kirin.

* Hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîka li êrişa hewayî ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê 106 kes ji wan 42 zarokên malbatên DAIŞ`ê kuştin.

* Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad el-Huseyîn dîyar kir ku divê dewletên ku êrîşên esmanî li dar dixin, navendên leşkerî û sîvîl ji hev cihê bigirin û hîn bi baldarî tevbigerin.
* Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku li dijî kerwana DAIŞê ku ji Reqayê ber bi Palmîrayê ve diçû êrişa ezmanî pêk anîne û di encamê de jî 32 wesayît û zêdetirî 120 terorîst hatine îmhakirin.

* Serokomarê Fransî Emanuel Macron diyar kir ku welatê wî dixwaze roleke giring di pêşeroja Sûriya de bilîze, û çareseriyek polîtîk ji kirîza Sûriya re peyda bike.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên li rojavayê navçeya Xurmatû ya ser bi eyaleta Selahaddînê kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li gundê Biçûkê di navbera DAIŞ’ê û pêşmergeyan de şer derket û vî şerî 2 saetan dewam kir.

* Li nêzî noqteyeke ewlekariyê ya li parêzgeha Beqûba êrîşeke xwekujî pêk hat, di encamê de 13 kes hatin kuştin. Li aliyê din balafirên Îrqaê jî 29 çeteyên DAIŞʹê li Mûsilê kuştin.

* Hat ragihandin ku di encama du êrîşên hewayî yên li Enbar û Mûsilê de nêzîkî 40 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

* Wezîrê derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî ragehandiye, welatê wan li dijî Îranê ti hevpeymaniyekî bê kirin ve girêdayî nabe û Iraq dijî siyaseta li dijî Îranê ye.

* Hêzên Heşdî Şebî bajaroka Qehtaniye ya li bakûrê navçeya Beacê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Hevserokê HDP’ê yê Mereşê Mehmet Alî Buyukozdogan tevî 2 HDP’iyên hatin girtin.

* Lijneya Rêvebirina Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku hêzên Asayîşa PDK’ê gefan li welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê yên li Başûr bi cih bûne dikin û bang li rayadarên peywendîkar kir ku dawî li zexta bînin.
* Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di hefteya 384’emîn a lêgerîna dadê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku hezar û 86 girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.

* Ajansa fermî ya nûçeyan Anadol got Medîha Olgun sernivîsera malpera rojnameya Sozcu ya neteweperest û peyanmêrê wê Gokmen Ulu hatin tawanbarkirtin bi alîkariya tevgera Fethulla Gulen bê ku endamên wê bin.

* kovara Der Spîegel a Elman, rayedarên Elman ji bo çareserkirina kirîza Încîrlîkê wê du hefteyên din jî danûstandinên bi Tirkiyeyê re dewam bikin. Eger desthilatdariya Tirk hê jî destûrê nede parlamenterên Elman ji bo serdana Încîrlîkê bikin, wê mijara vekişîna ji Încîrlîkê pêşkêşî dengdana parlamentê were kirin.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Ciwanê bi navê Areş Weysî yê 26 salî, ji navçeya Kamyaran ya ser bi parêzgeha Sine, bi sedema bêkarî û feqiriyê dawî li jiyana xwe anî.

* Serokê Amerîkayê Trump ragehand, Îran dê bi ti awayekê nebe xwediyê çekên atomî.

– CÎHAN

* Wezareta berevaniya Amerîkayê, plan dike ji bo ceribandina Moşekekê, ku wek berhevîyek ji bo rêgirtina û dijî Moşekên Balîstîkî yên Koreya Bakûr be.

28.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً