LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Tirkiye her ku diçe ji nirxên Ewropayê dûr dikeve!

Tirkiye her ku diçe ji nirxên Ewropayê dûr dikeve!

NAVENDA NÛÇEYAN – Ligel hemû hewildanên Tirkiye ya ji bo bibe endamê Yekîtiya Ewropa, ji ber binpêkirina mafê mirovan a di hûndirîn de, her çiqas diçe dûrê nirxên Ewropa dikeve.

Tirkiye cara yekemîn di sala 1987’an de  daxwaza endamtiya Yekîtiya Ewropa (YE) kir û piştî 12 salan ango di sala 1999’an de encax gihişte sifata berendamiya YE yê. Piştî girtina vê sifatî YE ji bo bi Tirkiyê re dest bi muzakereyên fermî bike çend şert û mercan danî pêşî. Di nava van de ya sereke rêzgirtina ji bo mafê mirovan a kêmnetewan, rakirina cezayê darvekirinê, ji bo baştirkirina têkiliyên xwe ya bi Yewnanîstanê û welatên cîran re, Artêşa Tirk dest ji karûbarên siyasî ya hûndirîn vekişîne bûn.

Nakokiya Almanya û Austurya ya bi Tirkiyê re

Di demên dawî de di navbêra Tirkiye û Almanya ku di mijara muzakereya YE de herî hêviyê ji Almanya dikir de, li ser meseleya Baregeha Încîrlikê nokakî derketin. Dîsa girtina rojnamegerek a Almanî ya ji hêla dewleta tirk ve hat girtin ev nakokî mezintir bû. Piştî ku Anqara nehişt Parlamenterên Komîteya Parastina Almanya derbasî Încirlîkê bikin, beranberê wê Berlîn jî nîqaşa ew dê leşkerên xwe ji Încirlikê vekişine kete rojevê.

Bi van nîqaşan re şandeya ku Cigirê Serokê Parlementoya Almanya Kilawdiya Rot û 3 parlementeran pêk dihat, bê sedemek diyar bikin serdana xwe ya Tirkiyê betal kirin.

Yek ji van dewletên YE ku ji polîtîkaya Tayîp Erdogan nerazî heyî jî welatê Austurya ye. Dewleta Austurya jî li ser siyaset û kiryarên AKP’ê rexneyên tûj kir û şermezar kir. Li ser vê yekê Erdogan jî li hemberê van rexneyan “Perwerdehiya Leşkerî” ya hevpar a Austurya rawestand, ji ber vê yekê neçarî hemû perwerdehiyên di nava NATO de jî bi çend mehan hat rawestandin.

Çavkaniyên ji Brûkselê diyar kir ku NATO ji bo ev bernameya perwerdehiyê bidome pêşniyariya ji bo derbaskirina qrîzê vêkolîn dike. Ev yek jî hat nirxandin ku wê Austurya bikeve bin tecrîdek. Lewra Wezîrê Parastinê Nemsayê Doskozêl ji YE xwest ku li dijî Tirkiyê xwedî li welatê wan derkeve. Ev nîqaş û pêvçûna siyasî her çiqas diçû xirabtir dibû, Serokê Amerîkayê kete navbêrê. Wezîrê Parastina Austurya ya YE dikşîne ser pêwistiya piştgiriya Ewropa ji bo welatê xwe û got: “Em di baweriya ku wê wek berê em li bendê ne hevkarên me di YE de piştgiriyê bidin helwesta me, de ne.” Wezîrê Parastinê da zanîn ku Tirkiye nikare pîvanên YE pêk bîne û got : “Tirkiye helwestên êrîşker li hemberê Austurya nîşan dide û ev diyare ku pir dûrê ji standartên endamtiya YE ye.”

Tirkiye her diçe ji normên endamtiya YE dûr dikeve!

Li gorî rapora ji aliyê Parlementoya Ewporayê (PE) ve hatî weşandin, Tirkiye ji sala 2008’an ve her çiqas diçe ji nirxên standartiya endamtiya YE dûr dikeve û hat gotin “Tirkiye tu pêşketin di ware azadiya ramanê de pêk nayine.” Cigera Serokwezîrê Holandayê Riya Omîn Rojtîn jî, ji Recep Tayîp Erdogan ku di wê demî de Serokwezîrê Tirkiyê bû re gotibû ku “Sonda xwe ya ji bo bikeve standartên nirxên endamtiyê ya ji bo sala 2008’an reforman pêk bîne daye. Lê pêkanîna wê di nava vê demî de hinek zahmet e. Lewra pir dûr e.”

Têkildarê mijara mafên kurd, qirkirina Ermenî û sererastkirina makezagonê ya li ser mafê mirovan de jî Serokdewletê Fransayê ya berê Nîkolay Sarkozî jî wiha gotibû: “Tirkiye ne di nav Ewropa de ye. Her wiha Almanya û Holanda li dijî tevlîbûna endamtiya YE ne.”

Her sala diçe Tirkiye ku ji nirxên endamtiya YE dûr dikeve, ev rewş beriya Referandûma ya ji bo guherandina makezagon û serokatiya li Tirkiyê, ku li Nêmsa Almanya, Swêsra û Holandayê qewimîn jî bandore xwe kir. Ev rewş derket asta ku Holanda nehişt wezîr û parlementerên AKP’yî derbasî welatê Holandayê bibin. Lewra li ser van bûyerên qewimî Konseya Ewropayê hişyarî da ku reşnivisa guhertina makezagona li Tirkiyeyê dibe ku rejîma li Tirkiyeyê ber bi serokatiyek “Otorîter” ve bibe.

Her wiha pisporên yasayan a Komîsyona Venedîkê ya Yekîtiya Ewropayê jî têkildarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew guherînên hatine pêşniyarkirin rêzê nade modela pergala serokatiyê ya demokratîk a ku li ser prensîba hikûmet jê bingeh digire û ev hişyarî kir: “Betalkirina meclîsa parlementeriyê bahane çi dibe bila bibe li dijî rejîma serokatiya demokratîk e. Lewra ev proje dikare qontrol û serxwebûna sîstema dadweriyê jî lawaz bike.”

Di nava salekî de ji hêla gelek saziyên mafê mirovan û rojnamevanên navneteweyî ve rapor û daxûyanî hatin dayîn ku Tirkiye di hêla binpêkirina mafê mirovan, girtin, binçavkirin û astengkirina ragihandinê û ramanê de welatê yekemîn e û divê hikûmeta AKP’ê dev ji van pêkanînên xwe yên dijmirovahiyê berde.

Havîn ELÎ

28.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً