LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE  

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE  

 

*DAXUYANÎ:

*Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilweşandin û talana dewleta Tirk a li navçeya Sûrê ya bi ser Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.û diyar kir ku Sûr giyanê Amedê ye û banga xwedîlêderketina berxwedana Sûrê kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“AKP plana hilweşandinê niha jî bi rê û metodên cihê dixwaze bidomîne.

*ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Hêzên milîsên Şiyî Heşdî El-Şabî ku li rojhilatê Şengalê operasyonên xwe didomînin, duh gihiştin sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Heşdî El-Şabî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li çolê mûcizeyek pêk anîne û gihiştine sînorê Sûriyeyê.

*Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Mattis ser kuştina sîvîlên li Sûrîyê got ku divê wek ‘’rastîyeke jîyanê’’ were dîtin. Mattis da zanîn ku jibo sîvil di êrîşên esmanî de neyên kuştin ew çi ji destê wan tê dikin, lê rê li ber mirina wan nayê girtin.

*Çeteyên Fetih EL-Şam( Cebet El-Nusra) û Ehrar EL-Şam ên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digrin êrîşî gundê Îska ya navçeya Şêrawa kirin ya li kantona Efrînê. Hêzên YPG/YPJʹê demil dest destwerdan kirin û bersiva êrîşê dan.

*Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker,  gundê Dîwa ya girêdayî navçeya Cindirêsê di saet 13:15`an de topbaran kirin û di encamê de agir bi zeviyên welatiyan ket û 4 hektar ji zeviyên genim şewitîn.

*Rêveberê Giştî yê Asayîşa Rêveberiya Rojava Ciwan Îbrahîm got ku Îran amadekarîyan dik li Bakurê Sûriyê bi milîşeyên leşkerî projeyekê bide destpêkirin ku divê ew jî tedbîrên xwe ji bo rûbirûbûna wê planê bistînin.

* Li rojhilatê Tebqayê, di nava 48 saetan de 3 gund hatin rizgarkirin. Di şerê 2 rojan de herî kêm 25 çete hatin kuştin

*Zêdeyî 20 hezar koçberên Reqqa û Meskene berê xwe dan bajarê Tebqa ya rizgarkirî. Rêveberiya Tebqa jî ji bo pêşwazîkirina koçberan amadekariya vekirina, kampekê dike.

*PDK bi armanca sekinandina operasyona Xezeba Firatê û ji bo alîkariya çeteyên DAIŞ’ê tabura Selahedînî li Dêrezorê bi cih dike ku ji 200 çekdarên PDK’ê pêk tê.

*BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Hat ragihandin ku li 43 gundên navçeyên Licê Pîran, Hênê û Karazê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

*Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Yenî Akît a tirkî Kadir Demirel ji alîyê zavayê xwe ve bi kêran hat kuştin.

*Rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) li çarçoveya pêkanîna hevdengiyê jibo hilbijartinên sala 2019`ê, tev rayedarên HDP gotûbêjê dik.

* Cigirê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozturk Yilmaz got, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) heger rabigihîne ew PKKê şermezar dikin û piştigiriya çalakiyên wê nake wê demê dibe ku Tirkiyê peywendiyan bi wan re dane.

* Encumena Biryar û Rêveberiya Navendî (MKYK) ya AK Partiyê bi serperiştiya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan civînek li dar dixe û di civînê de berpirsên sereke yên AK Partiyê hatin diyarkirin.

*BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Hat ragihandin ku li paytextê Iraqê li Bexdayê di êrişa bombeyî de herî kêm 11 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

*Yek ji rêveberê rêxistina Badrê ku di bin banê Haşdî Şebî de ye Kerîm el Nurî  ragihand ku endamên DAIŞê yên li bakurê Iraqê çeperên xwe terikandine û ber bi sînorê Sûriyeyê ve reviya ne.

*Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî  roja duşemiyê ragihand ku iraqî li qonaxên dawiyê yên jinavbirina grûpên terorîstî de ne.

 *ROJHILATÎ KURDISTAN Û IRAN:

*Serokê Saziya Dadê yê Îranê Sadiq Larîcanî di daxuyaniyeke tund de bi şêweyê rasterast gef li Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî xwar û ji wî re got: “Tu çawa dikare biryara azadkirina Mîr Husên Mûsewî û Mêhdî Kerubî bide. Kes û aliyên ku daxwazên wiha dikin, li dijî ewlehiya netewî ya Îranê tevdigerin.

*Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, li ser mijara êrîşa PJAKê ku di encama êrîşê de 2 leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest dabûn û 7 leşker jî birîndar bûbûn, bi rêya dîplomasiyê ev mijar ji Tirkiyê re hatiye veguhastin û ew li benda bersiva Tirkiyê ne.

*CÎHAN:

*Wezîrên Derve û  Parastinê yên Rûsiya û Misirê 29 Gulanê li Qahîra bicivin û dosyayên Sûriya, Lîbya û çareserkirina aloziya Filistîn û Israîlê nîqaş bikin.

*Berdevkê Serokwezîrtiya Almanyayê Steffen Seibert di axaftina xwe de ragihand ku Angela Merkel li pişta gotinê xwe ye û baweriya wê ne bi Amerîka û ne jî bi Îngîltere tuneye.

30.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً