REQA – Tê îdiakirin ku PDK, ji bo rawestandina pêngava Xezeba Firatê, Tabûra Silehadîn a ji nêzî 200 pêşmergeyan pêk tê li hawirdora Dêra Zorê bi cih kirine û heke li hemberî QSD’ê bi ser kevin ew ê Şengalê dorpêç bikin.
Hat îdiakirin ku ji bo rawestandina pêngava Xezeba Firatê û ji bo li cem DAIŞ’ê li dijî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şer bikin, PDK Tabûra Silehadîn a ku ji nêzî 200 pêşmergeyan pêk tê, di ser Dêra Zorê re li herêmên Ebû Fas û El Mahla yên Reqayê bi cih kirine.
Serkêşê Tabûra Silehadînê di nav PDK’ê de 10 salan pêşmergetî kiriye
Hat destnîşankirin ku ev kom ji 200 peşmergeyên Başûrê Kurdistanê pêk tê û di encama lihevkirina bi DAIŞ’ê re di ser Dêra Zor re ji bo rawestandina Hemleya Xezeba Firatê û ji bo alîkariya DAIŞ’ê bikin derbasî herêma Ebû Fas (di navbera Şedad û Reqayê de ye) û herêma El Malha (50 kîlometre li rojavayê bajarê Hesekê dikeve) bûne.
Hat gotin peşmergeyê bi navê Ebû Yasir El Kurdistanî ku serkêşiya vê komö dike, di nava pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ango ya PDK’ê de 10 sal pêşmergetî kiriye. Hat destnîşankirin ku di heman demê de Ebû Yasir, di damezrandina koma çeteyan a Tugaya Sultan Murat a niha di nav Mertalê Firatê de ye jî cih girtibû.
Ev tabûr di dema êrîşên li dijî Şêxmeqsûdê de jî cih girtibû
Tabûra Pêşmergeyên Silehadîn ku ji pêşmergeyên girêdayî PDK’a Başûrê Kurdistanê pêk tê, di sala 2015’an de ji bo destekdayîna komên opozisyona Sûriyê ya herêma Helebê ji hêla PDK’ê ve hatibû şandin. Bi şandina wan re di hemû êrîşên li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê (ku ji hêla YPG/YPJ’ê ve dihat parastin de) ku ji hêla komên opozisyona Sûriyê ve dihat kirin de navê vê tabûrê jî derbas dibû.
Ji xwe di hemû daxûyaniyên xwe de aşkere dianîn ziman ku ew pêşmergeyên PDK’ê ne û ew her tim amade ne ku li dijî YPG’ê şer bikin.
Dê Şengalê dorpêç bikin
Her wiha ji bilî alîkarîdayîna DAIŞ’ê, di nav îdiayên ku tên kirin de heman koma pêşmergeyan ji bo êrîşeke li
dijî Şengalê li herêmê hatine bicihkirin û dema êrîş çêbibe dê ev kom ji paş de daxilî êrîşî bibe.
30.05.2017
Rojev24