NAVENDA NÛÇEYAN – Di dema despêkirina pêngava Mertala Feratê de, Erdogan got ku “Divê em hebûna xwe di nava rewşa li herêmê de biçespînin.”Çespandina hebûnê jî tê wateya beşdarbûna li ser maseyên danûstandin û lihevkirinan, evya jî, li gorî nêrîna Turkiyê, bi riya siyaseta wê ya derve ya destwerdana bi zorê pêk tê.
Di rojên îro de, çalakiyên Turkiyê di hundir Sûriyê de, bi taybetî di navbera herêmên Cereblus-Ezazê û Babê de, tê wateya ku di hişê Turkiyê de ne tenê şerê bi DAIŞ re ye, lê belê armancên din hene.
Di 24 Tebaxê de û bi erêkirina Rûsî, Turkiyê dest bi êrîşa di bin navê Mertala Feratê de kir, û di bin zora Rûsya de jî, di 20 Adarê de dawî li êrîşê anî. Tevî erkên wê di peydakirina ewlehiyê de û ji nû ve avakirina rêveberiyeke sivîl, niha Enqere careke din dest bi êrîşên li dijî YPG kiriye. Herêma ku ji destê DAIŞ hatiye rizgarkirin, niha di bin kontrola çekdarên girêdayî MÎTa Tirkî ne, Turkiye çekan dide van komên çekdar û herwiha hebûna Turkiyê li van herêman roj bi roj dibe tiştekî rasteqîn.
Li gorî ajansên nûçeyan ên girêdayî hikûmetê, nêzî milyonek kes vegeriyane malên xwe yên li herêmên ku ji DAIŞ hatine paqijkirin, anjî li wir bi cih bûne. Herî kêm 200,000 kes ji wan, li Cereblusê jiyan dikin. Herwiha nêzî 500 endamên polîsê yên perwerdekirî û mûçeyên xwe ji Turkiyê distînin, niha li wan herêman hatine erkdarkirin. Bi hevkariya hikûmet û wezareta dadweriya Turk, mal û milkên gelek kesan têne kirêkirin. Wezareta perwerdê ya Tirk nêzî 500 mamoste erkdar kir, wezareta Tenduristiyê jî nêzî 20 bijîşk li ba xwe bi cih kir.
Piştî ku civîna Astanayê bi dawî bû, ragihandinê niyetên Turkiyê di liv û tevgera wê de li Cereblus û El-Raî hin agahî weşandin: “Turkiye xwe amade dike ku leşkerên xwe bişîne Idlibê, ew niha jî di derbarê avakirina yekîneyeke leşkerî ya Sûrî de ye. Ji bilî peydakirina aramî û ewlehiyê, wê Turkiye serkêşiya avakirina encûmenên xwecihî û herêmî bike, herwiha avakirina nexweşxane, dibistan û projeyên avahîsaziyê yên din. Leşkerên Tirk ên ku li herêmê bi cih bûne wê nêzî 1000 çekdarên Arêşa Azad a Sûrî yên di operasyona Mertala Feratê de beşdar bûbûn, perwerde bikin.”
Hin alî hebûna Turkiyê û hişmendiya wê ya dijber weke dagirkirin dibînin, hin alî jî weke destwerdaneke mirovî dibînin. Lê hema ragihandina girêdayî hikûmetê, tu nêrîn û şîrove nedan vê mijarê, wek:
- Tê gotin ku çekdarên Tirk li herêmên di bin kontrola wan de, weke fermandar tevdigerin, û bi vê rêbazê tên tawanbarkirin.
- Artêşa Tirk û alîgirên wê di êrîşên li dijî herêmên di bin kontrola YPG berdewam in.
- Turkiye bi guhertina demografiya herêmî li dijî Kurdan tê tawanbarkirin.
Li gorî Hec Ehmed, ku bi xwe li herêmên bi navê Şahba, fermandarê Artêşa Şoreşgeran e, dibêje ku artêşa Tirk 70 gundên Kurdan vala kir û li şûna wan malbatên ku ji deverên cûr bi cûr ji Turkiyê anîne, bi cih kirin. Li gorî Hec Ehmed radigihîne, ev ya “destwerdaneke demografîk e” li nêzî herêmên Qubêsîn, El-Raî, Cereblus û Ezazê pêk tê.
Di çavkaniyên hundirîn ji El-Monîtor re liv û tevgerên destwerdanên demografîk tekez kirin. Li gorî wan çavkaniyan, kesên ku hatine bicihkirin, ji bilî çekdarên rikberiya Sûrî û malbatên wan ên ku ji navçeya El-Wair a bajarê Homsê hatibûn derxistin, Turkmenên ku ji Til Afara Îraqê koç kirine ne.
Li gorî ajansa nûçeyan a Anadolê, valakirina herêma El-Weir bi neh konvoyan pêk hat. Didu ji wan li qampa penaberan li Idlibê bi cih bûn, heftên din jî ber bi Cereblusê ve çûn û li wir bi cih bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Firatê jî, çekdarên rikberiyê û malbatên wan ên ji bajarên Hama û Homsê hatin derxistin, li gundên Qubêsîn, Sûsinbat, Nûmanê, Kubêşînê, Şidûd, Ki’êbê û Şêx Cerahê bi cih bûn. Armanca sereke ji vê yekê re, guhertina demografiya herêmê ye.
Çavkaniyên Kurdî îdîa dikin ku hêza Turkmenan a bi navê Artêşa Muwehidîn (Ceyş El-Muwehidîn) şêniyên gundê Nûmanê neçar kirine ku ji malên xwe derkevin, û 200 malbatên ku ji Homsê hatibûn li wî gundî bi cih kirine. Tugaya Sultan Murad û Artêşa El-Îslam şêniyên gundên din ji malên wan derxistine.
Hin welatiyên ku li Efrînê bûne penaber, şêniyên wan gundan in. Ji ber ku di meha Nîsanê de, 2460 kes ji bajarên Bab, Cereblus, Tapqa û Reqayê koçî Efrînê bûn. Kurd dibêjin ku ev gund weke xalên bingehîn hatine destnîşankirin ji bona ku bibin navenda şerê kontrolkirina korîdora di navbera kantonên Kurdî de. Bê guman, li gorî Turkiyê, armanca sereke ya pêngava Mertala Feratê, astengkirin û çewisandina vekirina korîdoran di nava herêmên Kurdî de, bi taybetî di navbera Kobanê û Efrînê de.
Li gorî çavkaniyên Kurdî, hin rêxistinên ser bi Turkiyê ve, û bi bihaneya piştgiriya bi Artêşa Şoreşgeran re, dest danîn ser malên welatiyên gundê El-Ra’î. Ev çavkanî dibêjin ku “Ev rêxistin bi xwe komên bi navê Ahrar El-Şam, Mutasêm Billeh, Ahrar El-Şerqiye, Sultan Murad, Suleyman Şah û Feyleq El-Şam in ku hemû piştgirya xwe ji Turkiyê digirin.”
Herêmên ku ketin bin kontrola YPG bi awayeke bê navber tên topbarankirin. Pirsgirêkên Kurdan ne tenê pirsgirêkên li herêmê ne. Polîsên ku li Turkiyê perwerde bûne û ji aliyê Turkiyê ve jî hatine erkdarkirin, di herêmên kontrolkirî de ne çalak in. Piştî ku DAIŞ têk çû, di demeke ne dirêj de, rêxistinên ku girêdayî Turkiyê nedest bi şerê hevdu kirin da ku bi tenê herêman bigirin dest.
Di 22 Sibatê de, nêzî qampa Sico ku kîlomitrekê bakurê Ezazê dikeve, şer û pevçûn di navbera Tugaya Sultan Murad û Ahrar El-şam de derket. Di 5 Gulanê de jî, Ahrar El-Şerqiye û Tugaya Hamze şerê hev kirin. Di encamê de heft kes hatin kuştin.
Heya niha ne diyar e kî yê herêmê li dawiyê kontrol bike û çawa. Lê dîsa jî, di derbarê Turkiyê de propaganda hene dibêjin ku Turkiye zagonên dewletê û pergala xwe derbasî herêmê dike.
Çavkanî: Malpera El-Monîtor
Daner: Fehîm Tastekîn
Dîrok: 25/05/2017
Wergerandin: NGW – Ciwan QEREMAN
01.06.2017
Rojev24