LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Şervanên QSD’ê gundên Ednaniyê, Bîr Haşim û Seggûra yên dorpêçkirî, rizgar kirin.

* Şervanên YPJ/G`ê hewldana derbasbûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Efrînê, têk birin û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Her wiha çeteyan bi çekên giran êrîşe herêmên Şahbayê, kirin.

* Di 2 rojên derbasbûyî de 850 koçberên Îraqê yên ji ber şer û kiryarên komên çete yên DIAŞʹê malên xwe terik kirin, di deriyê Recim Silêbî re hatin kampa Holê.

* Endamê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Juzif Qublan destnîşan kir ku di encama hevpeymana diyarkirina ‘herêmên kêmkirina şer’ Sûriyê ber bi hilweşînê ve diçe.

* Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji herêmên Şahbayê di girtîgeha gundê Eyaşa de bi îşkenceyê kuştin û li herêmên dagirkirî gelek welatî têne girtin.

* 5 Çeteyên Feyleq El-Şam, di encama teqîna maşîneyeke wan li ser rêya Miert Numan a başurê Idlibê de, hatin kuştin.

* Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Cewad EbûXetîb da zanîn ku hikûmet nêzîk wê pesportên bi sembola xwe der bike.

* Hêzên rêjîmê 18 gundên nû li gundewarê rojhelatî Helebê kontrol kirin piştî ku çekdarên Daiş xwe je kişandin.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer got, ji bo rizgarkirina Hewîce ji DAIŞ’ê ew li benda hikumeta Iraqê ne, lê belê li ser operasyonê wan heta niha bi hikumeta navendî re li hev nekirine.

* Tê payîn ku Polîtburoya YNK’ê 6 pûşber li bajarê Silêmaniyê kom dibe. Li gorî agahiyan, peymana petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe yek ji mijarên sereke yên civîne.

* Li rojavayê Mûsilê, di 5 rojên derbasbûyî de, 70 kesên sivîl bi destê çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Hê jî hejmareke zêde yê sivîlan di bin destê DAIŞê de mane û weke “mertalên zindî” tên bikaranîn.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Artêşa Tirk bi gelek leşker û cerdevanên xwe, roja 18’ê Nîsanê li herêma Kato ya navçeya Elkî ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de goristana gerîlayên PKK’ê hate xerakirin.

* Li 10 gundên girêdayî navçeya Pasûrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ne, li ser binpêkirina mafên mirovan ên meha Nîsanê raporek amade kirin.

* Hevserokê DBP’ê yê navçeya Stewrê Kemal Aydin piştî 7 rojan serbest hat berdan.

* Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Parlamentera Wanê ya HDP’ê Tûgba Hezer û parlamenterê berê Ozdal Uçer jî di nav de ji 130 kesî re sê meh wext hat dayin ku vegerin Tirkiyeyê. Eger di nava vê demê de venegerin wê ji welatîbûnê bê derxistin.

– CIHAN

* Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Emaretên Ereb ên Yekbûyî, bi hinceta ku bê aramiya li herêmê mezin dike, dan xuyakirin ku wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Qatarê re birîne.

* Wezîrê karên derve yê Amerîka û herweha wezîrê berevaniyê ye Amerîka diyar kirin ku guman nakin bandorên qutkirina têkiliyan bi Qeter re li ser şerê terrorê hebe.

* DAIŞ berpirsîya êrîşa Londonê girt ser xwe.

* Trump di derbarê de êrîşa London dubare banga xwe bo dadgehên Amerîkî ku rê bidin qedexekirina derbasbûna welatiyên şeş welatên Misilman bo Amerîka.

05.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً