LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Hemleya ku her kes li bendê ye wê di seatên pêş de dest pê bike  

Hemleya ku her kes li bendê ye wê di seatên pêş de dest pê bike  

REQQA – Fermandariya Giştî ya QSD`ê wê di saetên pêş de, derbarê Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê daxuyaniyeke dîrokî bide.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên QSD`ê, raghandin ku derbarê rewşa dawî ya Pêngava Xezeba Firatê û gavên nû, wê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) daxuyaniyekê, bide  raya giştî.

Her wiha li gorî çavkanî, daxuyanî wê di çend saetên pêş me de, li gundewarên Reqqayê werê dayîn.

QSD`ê di 5`ê Mijdara 2016`an de, ji bo rizgarkirina bajar û gundewarên Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, Pêngava Xezeba Firatê destpê kir. Di pêngavên derbasbûyî de, QSD`ê gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û herêmeke berfireh ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

06.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً