LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rûsya û DYA’yê ji bo ‘korîdor’ê ser û guhê hev sor kirin!

Rûsya û DYA’yê ji bo ‘korîdor’ê ser û guhê hev sor kirin!

NAVENDA NÛÇEYAN – Rûsya, ku li Îdlîbê li hemberî DYA’yê bi paş ve gav avêt, li xaka Bakurê Sûriyeyê bi destê rejîmê “Gefa Tirkiyeyê” bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze çalak be.

Di demên dawî de Rûsya der barê operasyona Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Sûriyeya Bakur ku di destê gel de ye daxuyaniyan dide. Tê diyarkirin ku bi van daxuyaniyan dîrekt peyamê dide DYA’yê. Piştî operasyona ku Rûsya xwest bi desteka QSD’ê tevî rejîmê li Îdlîbê li dar bixe, lê ji aliyê DYA’yê ve hat taloqkirin, Rûsya jî niha dixwaze li Reqa û Dêra Zorê rovanşê bistîne.

DYA û Rûsya ji bo korîdorê dikevin qirika hev

Li Sûriyeyê, hemû hesab û kitab korîdara ku dê ji Herêma Kurdistana Federe ber bi Behra Spî ve bê vekirin bi xwe ye. Ji ber vê yekê DYA û Rûsya şerekî taktîkî bi rê ve dibin. DYA, li Binkeya Hewayî ya Şayratê li rejîma Esad û yekîneyên wî dan û bi vê diyar kir ku ew ê destûrê nede ku Rûsya bi tena serê xwe bibe serwerê peravên Behra Spî. Bi van mudaxileyan DYA, planên Rûsyayê taloq kirin û di heman demê de li Reqa û Dêra Zorê tifaqa xwe ya bi QSD’ê re xurtir kir û li dijî DAIŞ’ê ket nav liv û tevgeran.

Gef li gelên Sûriyeya bakur tên xwarin

Piştî ku planên Rûsyayê yên der barê Îdlibê de hatin taloqkirin, niha jî li qadê mutefîkê DYA’yê QSD’ê bi Tirkiyeyê tehdît dike û dest bi reşkirina QSD’ê kir. Rûsya, hişyar kir ku dê di 10 rojên dawî de li Sûriyeya Bakur şerekî mezin biqewime û bi vî awayî dixwaze rejîma Esad têxe Sûriyeya Bakur. Rûsya, dixwaze li herêmê hêza DYA’yê ku serê koalîsyona navntewî dikêşe, qels bike û ji gelan re wiha dibêje: “Heke Esad neyê, dê Tirkiye li
we bide û li hemberî vê ez jî nikarim tiştekî nîşan bidim.”

Rejîm dixwaze li qadê çalak be

Rûsyaya ku derpêş kir ku QSD bi DAIŞ’ê re li hev kiriye, ji bo DYA li Reqa û Dêra Zorê nebe serwerê qadê ketiye nava liv û tevgerên astengiyî. Ji ber vê yekê ye ku Rûsya îdia kir ku “QSD, ji bo DAIŞ di başûr yanî di Tedmûrê (Palmîra) re bireve korîddor jê re vekiriye” û xwest bi van îdiayan operasyona ku hîn jî didome reş bike û bike hedefa êrîşan. Lê belê, ji daxuyaniyên Rûsyayê jî tên fêm kirin ku, beramberî para ku (para korîdora ku dê ber bi Behra Spî ve bê vekirin) neçar ma bide DYA’yê, dixwaze li Sûriyeya Bakur bi destê rejîmê hin tiştan wergire.

Lê berkesê daxuyaniyên Rûsyayê yên der barê hêzên QSD’ê de, hêzên Esad li rojhilatê Helebê, bi vekişîna DAIŞ’ê kontrola bajaroka Maskanahê bi dest xistin. DAIŞ, li Helebê bêyî ku şer bike gelek herêmên pîşesaziyê, dibistan û gund ji hêzên Esad re hiştin.

MSD derewand

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, îdiayên Rûsyayê yên wek “Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Reqayê ji bo tehliyekirinê korîdor ji DAIŞ’ê re vekirin” derewandin. Ehmed, diyar kiribû ku Tirkiye ji bo êrîşî Rojavayê bike daxwaza piştevaniyê li DYA’yê kiriye, lê belê DYA piştevanî nekiriye û ji ber vê ber bi Rûsyayê ve nêz bûye. Ehmed, dest nîşan kiribû ku li ser vê Rûsya jî bi Tirkiyeyê gef li kurdan xwariyê. Ehmed wiha gotibû: “Ev 2 roj in ku Rûsya daxuyaniyên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dixin bin tohmetê dide. Derpêş dikin ku carinan DYA ji bo berjewendiyên xwe kurdan derdixe pêş, carinan jî dibêjin ji ber rewşa di navbera wan û Tirkiyeyê de dibe ku ewlehiya Sûriyeya Bakur xera bibe. Îdiaya dawî jî ew e ku qaşo QSD û DAIŞ’ê li hev kiriye û wan ji hêla Tedmûrê ve tehliye kiriye. Em van daxuyaniyan wek “Heke hûn herêmên xwe ji bo rejîmê venekin, dê Tirkiye li we bide û li hemberî vê em ê nikaribin tiştekî bikin” dixwînin. Yanî kurdan, bi Tirkiyeyê tehdît dikin.”

Her wiha rejîma Esad ku Rûsya piştevaniya wê dike, bi alîkariya Tirkiyeyê ji bo zêdeyî 10 hezar milîtanên OSO’yê (Artêşa Azad)ji rojhilatê Helebê derbasî Îdlibê bibin korîdor vekiribû.

06.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً