LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Nivîskar Rojen Arî nivîsand: Kurdên li Surî  paytexta Erdogan  têk dibin

Nivîskar Rojen Arî nivîsand: Kurdên li Surî  paytexta Erdogan  têk dibin

Rojen Arî

ROJAVA – Nivîskar û rojnamevanê kurd Rojen Arî ku bi taybetî di analîz û şopandina şerê li Sûrî diqewim e de pispor e, ji malpera me Rojev24 re nivîsand. Rojen Arî wê ji niha şûnde her hefte bi makaleyên xwe derbarê rewşa Sûrî de bi me re be.

Ev rojên li pêşiya me ne  rojên  ji rêzê ne. Ji bo hemû dewletperest û hêzên ku dixwazin sermaye u berjewendîyên xwe li heremê pêşbixin. Di nav liv û tevgerê de ne. Şerê mezin û berxwedana mezin jî li Sûrî didome.  Cenga kurdan a mezin ew e ku sînyala pêngav û rizgarkirina  Reqqayê  hat despêkirin. Cenga mezin wê li rojava û Sûrî gelek guhertinên siyasî-leşkerî çêbike.

Ev rojên wisane ku rojên ku hevkarên DAIŞ û komên çeteyan ên ku dixwestin li Kobanê û seranserê Rojava nimêja sibê bikin. Ji ber ku bi nimêja sibê dijminên kurdan dixwestin xwîna kurdan li Rojava vexwin. Wan rojan têne bîra mirovan. Li Kobanê yên ku xwîna kurdan xwestin vexwin bi serneketin. Berxwedana Kobanê rojên berxwedaniya pîroz û baweriyêbûn. Ji xeynê berxwedana kurdan û hêzên demokratîk û tevahiya cîhanê jî bi wan rojên dîrokî re şahidî kir. Çawa ku hevkar û heyranên Erdogan dixwestin li Kobanê û li Rojava şoreşa gelan têk biçe.

Îro jî ev rojin ku kurd ji bo rizgarkirina Reqayê li ber derî nimêja xwe ya mirovatiyê û daxwaza demokratîkbûyîna Sûrî şerê xwe dikin. Lê Erdogan bi hevkariya xwe ya DAIŞ’ê re jî; ne li Kobanê û ne jî li Rojava bi mirazê xwe hasil nebû. Hêzên kurd û dostên kurdan bi baweriya xwe şerê sedsalê pêkanîn. Kurdan bi her cureyê berxwedanê rêvebir û Xeyalê Erdogan têk bir.

Bêguman, hêzên navnetewî bi her awayekê li ser komên çeteyan bazarên cur be cur kirin. Şerê li Helebê û veguhestina komên çeteyan li bajarê Idlibê mînaka van e. Ji aliyekê ve dewleta Tirk, Rûsya û rejîma Sûrî jî ku dixwestin beşdarê operasyona Reqayê bibin û dagirkeriya xwe li ser gelê Sûrî ferz bikin. Lê ev daxwaz ber avê ve çû. Bi navendperestiyekê hîna dixwazin Sûrî bi desthiladariya xwe bi rê ve bibin. Li ser hemû heremên Sûrî hîna bazarê ne lihevkirinê didom e. Dewleta tirk jib o serweriya xwe li Sûrî çêbike derfetên xwe yên dagirkeriyê hemû bikaranîn. Bi siyaseta xwe ya qirkirin û tûnekirina kurdên li Sûrî encam negirt. Helwesta Rûsya jî li hember hêzên kurd û hêzên Sûriye ya demokratîk hatin guhertin. Têkiliyên kurdan û hêzên Amerîka û koalisyona navnetewî ya li hember DAIŞ’ê, bi Rûsya re rikberiyek da avakirin.

Ji ber ku Rûsya li gor daxwazên xwe dikire û difiroşe. Sê dibêje; ‘erê’ êvarê dibêje ‘na’ xwedî siyasetekê ewqas zivronek e. Beşdarbûna kurdan a rizgarkirina Reqayê wê siyaseta Erdogan dîn û har bike. Rojên wisanin ku kurd bi federasyona bakurê Sûrî xwediyê xeta sêyemîn in. Elbet dive were dîtin ku jib o demokratîkbûyîna Sûrî û gelê heremê berxwedaniya kurdan stratejîk e. Wê demê em dikarin bibîr bînin ku gelê kurd li Sûrî ji xeynê xeta serbixwe yak u nûnertiya gelên azadîxwaz dike. Têkoşîn û şerê wê dide meşandin. Lewma kurd îro li ber deriyê Erdogan û paytexta wê ya bi DAIŞ’ê re şerê dijwar rêve dibin û xeyalê Erdogan têk dibin.

08.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً