LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

* Şervanên QSD`ê li eniya rojava ya bajarê Reqqayê, ketin taxa Romanî û di encamê de şerên giran rû da. 21 çete hatin kuştin.

* Şervanên QSD′ê taxa Sebehiyê ya dikeve rojavayê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

* Li taxa El-Mişleb 4 rojnamevanên ku pêngava rizgarkirina Reqqayê dişopandin, birîndar bûn.

* Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên ku li gundewarên Cerablusê bi cih dibin, 4 topên hawanan avêtin noqteyên şervanên YPGê ên nêzî bajaroka Şiyûx Tehtanî li kantona kobanê. Di encamê de, ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.

* Şandeyek ji Şepêla Siberoj ya Sûriyê (Teyar El-Xed) û Tevgera Niştimanî ya Nûjen gihişt Rojava. Şande dê hevdîtinan bi berpirsyarên Rojava û Bakurê Sûriyeye re pêk bîne.

* Li bajarê Maeret El-Numan, şerekî dijwar di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji aliyekî ve û çeteyên Feyleq El-Şam û firqeya 13 ji aliyekî din ve, rû da. Di encamê de cîgirê serçeteyê polîsên azad Teysîr El-Semahî hat kuştin.

* Hêzên Rêjîmê û milîsên îranî êrîşek berfireh bi ser kampa Deraa de birin, li navçeya Deraa Beled.

* Wezareta berevaniya Amerîka diyar kir ku Rûsiya di mijarê aramkirina navçeya Tenef pir alîkar bû.

* UNICEF’ê di rapora xwe ya dawî de behsa mertirsiya li ser jiyana 40 hezar zarokên li Reqayê kir û diyar kir ku jiyana 40 hezar zarokên li Reqayê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de di metirsiyê de ne.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî bi telefonê li ser hinek mijaran axivîne.

* Civata Nîştimaniya Tevgera Goran ji bo nîqaş kirina raporên Civata Giştî û encamên rêze kombûnên ku li gel saziyên xwe de kiribûn, kombûn.

* Di teqînên li bakûrê Babil, bajarokê Reşîd ê paytext Bexdayê û bajarê Kerbelayê rû dayîn de, 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 48 kes jî birîndar bûn.

* Berdevkê hikûmeta Iraqê Sedî Hedîsî ragihand ku ew biryara referandûmê ya gavavêtina Kurdan a yekalî qebûl nakin û got: ” Hemû biryarên derbarê pêşeroja Iraqê de, divê li gorî destûrê bin.”

– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ

* Dadgeha Tirk, bo parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu 4 sal û 7 meh ceza da.

* Li navçeya Nisêbîn a Mêrdinê wesayîta polîsan a zirxî li matorsikletê qelibî û di encamê de zarokek bi giranî birîndar bû.

* Li bajarokê Kaniya Henê yê navçeya Hezo ya Êlihê, li pêşiya qereqola leşkerî teqîneke mezin pêk hat. Li ser encama teqînê, agahiyeke zelal bi dest neket.

* Li Şirnexê liv û tevgera heşkerî bê navber berdewam dike û leşker û tank sewqî herêmên operasyonan tên kirin.

* Serokomarê Tirkiya “Rejep Tayyip Erdogan” diyar kir ku hin kes hene naxwazin Tirkiya bi Qeter re raweste, lê alîkariya me ji welatê Qeter re berdewam e.”

* Wezîrê karên dervre yê Behrêynê wê ligel Erdoganê û Mewlûd Çawîşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê hevdîtinê pêk bîne. Mijara kirîza Qeter gotubêj bikin.

* Rojnamevanê wênegir yê Fransî Mathias Depardon ku meha borî li bajarê Êlihê li Tirkîyê hatibû girtin, hate berdan û dû re jî hat dersînor kirin.

* Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kir ku ew bi awayekî eşkere û zelal alîgirê Îraqeke yekgirtî ne û ew naxwazin ku li wê herêmê kêşeyên nû çêbin.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî têkildarî mijara referandûmê li Herêma Kurdistanê ragihand ku helwesta diyar ya Îranê piştgirî dayina yekgirtin û yekparçe bûna Iraqêye û got: Herêma Kurdistanê beşek ji Komara Iraqê ye.”

* Piştî êrîşa li ser Tehranê rejîma Îranê dest bi binçavkirinan kir û li eyaleta Kirmanşahê yê Rojhilat bi kêmanî 41 kes binçav kirin.

* Behram Qasimî ragihand: “Helwesta bingehîn û ya zelal a Komara Îslamî ya Îranê, piştevniya xak û yekparçebûna Iraqê ye. Herêma Kurdistanê parçeyeke Iraqê ye. Biryarên yekalî û yên derveyî destûr û yasayên Iraqê, tenê rê ji pirsgirêk û serêşiyên nû re vedike.”

– CIHAN

* Hikûmeta Pakîstanê biryar da ku wê 20 hezar leşker bişîne Qeterê.

* Serokwezîra Almanê ji welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê, Îran û Tirkiyê xwest ku bi hevkariya hevdu dawî li qeyrana Qeterê bînin.

* Dîrektorê berê yê Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) James Comey got: ‘’Li gor min, ez jiber vekolîna Rûsya ji kar hatim qewitandin. Dixwestin ku berê vê vekolînê bi awayekî biqulibînin cîhekî din, loma ez hatim qewitandin’’.

* Serokê Amerîkî bang li Qatarê kir ku piştgirîya aborî ya bo terorê demûdest rawestîne.

* Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misrê, 59 kes û 12 saziyên li Qatarê ‘terorîst’ îlan kirin. Di lîsteyê de lîderê rûhanî yê Biratiya Misilman jî heye, ku Erdogan piştgiriyê dide.

10.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً