LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Di 15 rojan de êrîşên li ser Rojava

Di 15 rojan de êrîşên li ser Rojava

  • Êrîşên Dewleta Tirk

    Di dîroka 14.05.2017 an, saet di 24:00an de balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov li ser sînorê Tirbespiyê geriyan.

    Di dîroka 16.05.2017 an, çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrişê Gundê Dewa yê girêdayî Cindirêsê kirin. Di encama êrişê de mal û zeviyên gundiyan zerar dîtin.

    Di dîroka 17.05.2017 an, di saet 11:00an de li milê gundê Dehma yê girêdayî Serêkaniyê dema ku gundî diçin nava zeviyên xwe, leşkerên artêşa Tirk bi çekan êrişî gundiyan dikin. Di encama êrişê de ciwanê 28 salî yê bi navê Ednan El Hesen ku ji gundê Dehma ye, jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de, piştî nîvro saet 17:00an de, di navbera gundên Til Xenzîr û Rawiya yên girêdayî Serêkaniyê û Girê Spî de, artêşa Tirk bi çekên giran gulle reşandin xaka Rojava û hêzên me jî di cih de bersiv dan. Di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha di saet 18:30an de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser Serêkaniyê firiyan.

    Di dîroka 18.05.2017 an, çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin mevziyên me yên li Gundên Basufanê û Dewa yên girêdayî Şêrewa û Cindirêsê gullebaran kirin. Di heman demê de hêzên me bersiv dan artêşa Tirk û di derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirk de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Her wiha heman şevê saet di 02:00an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrişî gundê Deîr Seman ku girêdayî Der Azê ye û gundê Iska yê girêdayî Cindirêsê ye kirin. Heya ber destê siharê şer bi dijwarî berdewam kir. Di encama şer de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî ku êriş hat şikandin, çete paş de reviyan. Di vê pevçûnê de 2 şervanên me gihiştin şehadetê û 2 şervanên me jî birîndar bûn.

    Di heman şevê de çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi hawan û çekên giran êrişî gundê Basemrê û Basûfanê yên girêdayî Şêrewa kirin.

    Di dîroka 19.05.2017 an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji Cerablusa Jêrîn bi çekên giran êrişî Rojhilatê Firatê kirin. Di encama êrişa çeteyên girêdayî artêşa Tirk yê li ser bajarokê Şêxler ku girêdayî Kobanê ye de, zerarên mezin gihişt mal û zeviyên niştecihên herêmê.

    Li Efrînê jî di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gulle reşandin girê gundê Iska yê girêdayî Cindirêsê. Di heman wextî de hêzên me jî bersiv dan çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrişî çeperên hêzên me yên girêdayî gundê Basûfanê û Bayê yên li ser navçeya Şêrewa û gundên Celemê û Dêrbelût yên girêdayî Cindirêsê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me yên gundê Celemê de çeteyekî girêdayî artêşa Tirk hat kûştin. 

    Her wiha êvarê saet di 19:00an de çeteyên DAÎŞê bi çekên giran û panzêran êrişî xal û çeperên me yên ku 10 km dikeve başûrê rojavayê gundê Malha el Sehra yê girêdayî Hesekê kirin. Li vir şerekî dijwar qewimî û hêjmarek zêde çete hatin kûştin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di encama vê şerê de êrişa çeteyan hat şikandin û bi giştî 4 şervanên me bi lehengî gihiştin şehadetê. 

    Di dîroka 20.05.2017 an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrişî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Vîla Qadi yên girêdayî Efrînê kirin. Nêzikî 60 obûs avêtine heman gundan. Di heman rojê de li Efrînê komek çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrişî Girê Iska yê li ser Cindirêsê kirin. Di encama vê êrişê de 3 çete hatin kûştin û 6 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de bi şev balefiren keşfê yên bê mirov û balefirên şer ên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan.

    Di dîroka 27.05.2017 an de çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin, bi hawan û topên cehennemê êrişî girê gundê Celemê yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Her wiha di heman dîrokî de bi obûsan êrişî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Belûnê yên girêdayî Efrînê kirin.

    Di dîroka 28.05.2017an de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser sînorê rojavayê Kobanê geriyan. Di heman dîrokî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrişî bajarokê Şêxler yê girêdayî Kobanê ku dikeve rojhilatê Firatê kirin.

    Di dîroka 29.05.2017 an de 5 çeteyên girêdayî artêşa Tirk ku dixwestin êrişî çeperên hêzên me yên li gundê Bêlûniyê yê girêdayî Efrînê bikin, ji aliyê şervanên me ve hatin ferqkirin. Di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket û di encama vî şerî de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

    Her wiha çeteyan bi topên hawan û katuşa êrişî gundê Derbelût û girê Dewa yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Di encama êrişê de 4 hektar zeviyê sivîlan yê çandî şewitî. Hêzên me di heman demî de bersiva êrişa çeteyan dan, lê hêjmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Dîsa çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrişî Gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman rojî de hêzên me bersiv da êrişa çeteyên girê gundê Îska yê girêdayê navçeya Efrîn Cindirêsê. Di encama bersivdayîna hêzên me de 3 çete hatin kuştin.

    Di dîroka 30.05.2017 an de leşkerekî artêşa Tirk patosekî gundiyên gundê Koran yê ku dikeve Rojhilatê Kobanê gullebaran kir. Hêzên me jî di heman demî de bersiva êrişê dan. Lê di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

    Dîsa di heman rojî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk çeperên hêzên me yên milê girê Îska û Celemê yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê gullebaran kirin. Hêzên me di heman demî de bersiva çeteyan dan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehat bidestxistin.

    Di dîroka 5.06.2017 an de Şervanên YPJ/G`ê hewldana derbasbûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Efrînê, têk birin û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Her wiha çeteyan bi çekên giran êrîşe herêmên Şahbayê, kirin

    Êrîşên DAÎŞ ê:

    Di dîroka 19.05.2017 an de Çeteyên DAIŞ`ê bi çekên giran û maşîneyên bombebarkirî hewil dan êrîşî gundê Hemrat ya rêzgarkirî bike. Di encama bersivdayîna şervanaên QSDê bi çekên giran de, maşîneya bombebarkirî ya çeteyan hat îmhakirin. Her wiha maşîneyek çeteyan a ku doçka 23.5 li ser barkirîbû hat îmhakirin.

    Di dîroka 20.05.2017 an de 11 kes ji Malbateke koçber li ser destê çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin û alîkariya şervanên QSD′ê 4 kes jê filitîn. Navên Endamên malbatê yên ku hatin kuştin wiha ne″Huda Yûsif (76), Xalid Xelef (80), Mihemed Xelef (13), Renîm Xelef (15), Ibrahîm Xelef (40), Yûsif Xelef (30), Huda Xelef (20), Umer Xelef (50), Ehmed Xelef (17) û Lema Xelef (15)″.

    Di heman dîrokê de Şervanên QSD`ê hewildana êrîşa çeteyan a li ser gundê Hemrat vala derxistin, maşîneyek bombebarkirî û maşîneyek doçka 23.5 imha kirin.

    Di dîroka 23.05.2017 an de Çeteyên DAIŞ`ê hewil dan êrîş bibin ser gundê Baran a rizgarkirî. Gund ku li bakur rojavayê Reqqayê dikeve çeteyan xwestin bi 7 êrîşkarên xwekujî encam bigrin. Şervanan bersiva tund dan û li gund şer derket. Çeteyekî xwe teqand û 6 êrîşkarên din ji alî şervanan ve hatin kuştin. Hewildana êrîşê hat pûçkirin û termê çeteyên hatin kuştin ket destê şervanan.

    Di dîroka 30.05.2017 an de Çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê başûr û rojhilat ve êrîşî tebaqyê kirin, şervan bersiv dan û di navbera wan û çeteyan de şer rûda.

    Di dîroka 3.06.2017 an de Li Hesekê li derdora Bendava Basilê dema ku di nobedê de bûn êrîşek bi ser du şervanên YPG’ê de pêk hat. Di encama êrîşê de şervanek bi giranî birîndar bû.

03.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً