LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Qrîza Qeter dizayna aboriya Rojhîlata Navîn e

Qrîza Qeter dizayna aboriya Rojhîlata Navîn e

Di qrîza Qeter de hemû hêzên navnetewî û herêmî bi riya daxuyaniyên dîplomatîk pozîsyonên xwe diyar kirin. Hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe yan piştgirî dan Qeterê, yan jî li dijî Qeterê derketin. Dewletên ku Qeter a serekê parastin dewleta tirk û Îran bûn. Lê hêzên wekî Almanya û Fransa jî nêzîkatiyên nerm nîşan dan. Rusya nîşan da ku qrîza Qeterê Rusya eleqadar nake. Amerîka daxuyaniyên nakok da. Mînaka wê jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyên tund li dijî Qeter da, lê Wezîrê Têkîliyên Derva ya Amerîkayê Rex Tillerson daxuyaniyekî nerm da.

Tirkiye hevalbendê sereke ye

Di qrîza Qeter de piştgiriya herî xurt ji bo Qeterê ji aliyê dewleta tirk, bi taybetî Erdogan ve hat dayîn. Di dîroka 9ê hezîranê de Erdogan di derbarê qrîza Qeter de daxuyanî da û got “Çend dezgehên xizmetên cuda û weqfên Qeterê wek terorîst têne ragihandin, tiştekî wisa nabe. Em dê birayên xwe yên li Qeterê bitenê nehêlin.” Têkiliyên Dewleta Tirk û Qeter di asta stratejîk de lewra, têkîliyên wan ji asta dewletî derbas dike, an go têkiliyên şexsî ne. Di navbêra Erdogan û Emîr Şêx Tamîm Bîn Hamad El Thanî de têkiliyên şaxsî hene. Bi taybet di siyaseta derve ya her du dewletan de têkiliyên şexsî ya her du serokdewletan, têkiliya ya hev di hêla parastinê de fînansekirinê de ye. Projeya “Birayên Misliman” ji aliye Qeter ve hat fînansê kirin, lojîstîka wî û birêxistinkirina wî ji aliyê dewleta tirk/Erdogan ve hat meşandin. Jib o vê yekî qrîza Qeter ji aliyê siyasetmedarên wekî ambargoyekî dijî dewleta tirk tê nirxandin. Tê nirxandin ku ev qrîza Qeter, weke şerê desthiladariyê ya di navbêra Seûdî Erebîstan û Tirkiye ku bloka sûnî ne de ye. Cigirê Serokê Parlemena Lubnanê ya berê Elî El Ferzalî ku daxuyaniyek dabû ragihandinan, wiha got: “Di nêrîna min de şerê li dijî Qeterê hatiye destpêkirin şerekî li dijî Tirkiyê ye. Eger Qeter piştgiriya xwe ya bi komên terrorist qût bike, dê ev pêngav li dijî Tirkiyeya ku dixwaze giraniya xwe di cîhana ereb de zêde bike, derbeyek mezin be.”

Îran çima piştgiriyê dide Qeter?

Di 5’ê hezîranê de Alîkarê Kar û Barên Siyasî ya Buroya Serokê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir ku biryara qûtkirina têkiliyên bi Qeter re tu çareseriyê nayine. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev ne dema girtina s3inoran e. Çareseriya guncav nîqaşên heremî ne.” Di daxuyaniyê de jî diyare ku Îran raste rast piştgiriyê dide Qeterê. Nîşaneya vê ne tenê di hêla siyasî de ye, Qeter û Îran di kaniya gaze ya herî mezin a cîhanê de ya bi nave “South Pars / North Dome Gas-Condensate Field” di navbêra xwe de parve dikin. Kanî di navbêra Qeter û Îranê de hatiye dubeşkirin. Milê bakur ayidê Îranê ye, mile başur jî ya Qeter e. Lê di navbêra her du dewletan de kordînasyonekî hevpar ji bo kaniyê di meha nîsanê de ku Qeter ambargoyek li ser hebû hêdî hêdî sist kir û destûr da şîrketan ku çêkirina xazê zêde bikin. Di heman demî de Îran jî lez da çêkirina xazê û zêdetir derdixe. Biryara her du dewletan bi awayek kordîne bû. Di hêla siyasî de jî hevkariya Qeter û Îranê jî heye, her du dewlet jî li dijî Îsraîl piştgirî didin Hamas ê. Qeter di nav welatên kendavê de yê herî nerm nêzî Îranê dibe ye. Di salên herî xeter û qrîza di navbêra welatên kendav de derketibûn jî Qeterê dijminatiyeke xûrt bi Îranê re nekiri bû.

Rûsya temaşevan e

Rûsya bi daxuyaniyên xwe xwest nîşan bide ku ew qrîza Qeterê zêde wî eleqadar nake. Berdevkê Ragihandina Serokatiya Rûsî di 5ê hezîranê de daxuyaniyek da û got: “Moskova xwe têkil karên hundirîn ên welatên kendavê nake, ji ber ku têkiliyên wê bi her welatekî yê kendavê diparêze.” Rûsya ket pozisyona temaşevanekî. Lê di rasiya xwe de Rûsya raziye ku qrîza Qeter derket hole. Ji ber ku bi vê qrîza Qeter re wê zexta li ser rejîma Sûrî kêm bibe, ji ber ku piştgiriya finance sereke ya opozisyona Sûrî ji aliyê Qeter ve tê kirin. Lewra qrîzeke di kendavê de tê wateya ku qrîz kêmbe jî wê ji erdê Sûrî derkeve. Ji bo vê yekî Rûsya hindik be jî pozîsyonekî bê alî girt. Lê tê gotin ku bi taybet di derxestina belgeyên derheqê têkiliyên Qeter a bi El-Qaîdê re tiliyên Rûsya hebûn. Yanî em dikarin bibêjin ku Rûsya ji vê qrîzî sûd wergirt.

Almanya û Fransa bi Amerîka re bi nakok in

Wezîrê Karê Derve ya Almanyayê Sîgmar Gabriel di 6ê hezîranê de bi daxuyaniyekî hevgirtina welatê xwe ya bi Qeterê re aşkere kir û diyar kir ku Trump berpirsiyarê qrîza welatên kendava ereban e û şêwaza Trump qrîzê di Rojhilata Navîn de zêde dike. Di heman rojî de Wezîrê Karê Derve ya Fransayê jî daxuyanî da û destnîşan kir ku ew dixwazin qrîza Qeterê û nakokiyên wê bi welatên kendavê re bi nîqaşan çareser bibe. Bi riya daxuyaniyên welatên Fransa û Almanya sekina Ewropa jî têkildarê mijarê de diyar dibe. Tê zanîn ku di navbêra Amerîka û Ewropa de hin caran di hêla berjewendiyê de nakokî derdikevin pêş. Siyaseta Trump ji siyaseta Ewropa cûda dibe. Yanî Almanya jî û Fransa jî hewil didin ku têkiliyên xwe hem bi Siûdî Erebîstan re hem jî bi Qeter re bi awayek hevsengî bimeşîn in. Metirsiya Ewropa jî bê siyasetbûna wî çavkaniya xwe digire. Ewropa jî siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser esasê Sûriye û ji ber tirsa koçberên Sûrî ya li Tirkiyê projeya birayên Misliman de bû. Lê ew proje bi serneket. Lê di heman demî de nikaribû siyasetekî alternatîf bide avakirin. Lê derfetên Amerîka ya jib o alternatîfan ji ya Ewropa zêdetir e. Ji bo vê yekî di hêla dizaynkirina Rojhilata Navîn de derfetên wî zêdetir in.

Daxuyaniyên nakok a Amerîkayê

Hemû hêz pozîsyonekî berbiçav û diyar li hemberê Qeterê girtin. Lê tenê di daxuyaniyên Amerîkayê de nakokî derdikevin. Serokê Amerîkayê Donald Trump gavên welatên kendavê ya li dijî Qeterê wekî gavên sereke ya di şerê dijî terorê de nirxand. Di heman demî de Trump bi riya twîttirê daxuyaniya “Qeter çavkaniya terorê ye” belav kir. Lê daxuyaniyên Pentagonê û Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Rex Tillerson a derbarê Qeterê de nermtir bûn. Pentagon daxuyanî da û got: “Ambargoyên diplomatic a Sûdî Erebîstan û şeş welatên din a li dijî Qeterê niha li ser şerê dijî terorê bandor nakin, di aliyê demdirêj de astengin li hemberê şerê dijî terorê.” Rex Tillerson jî destnîşan kir ku dive qrîza Qeter bi riya dîplomasiyê were çareserkirin û bang li hemû welatan kir û xwest “Tansiyonê kêm bikin”. Ev daxuyaniyên Amerîka ya bi nakok di ragihandinên cîhanê de weke beşekî sereke cih girt. Tê gotin ku daxuyaniyên Trump daxuyaniyên şexsî ne. Berî ku Trump bibe serokê Amerîkayê di navbêra Qeter û Trump de nakokiyên di mijara aborî hebû ye. Qeter, projeya avakirina avahiyên ku ji aliyê Trump ve dihat kirin destûr nedaye.

Lê li aliyê din de jî ev daxuyaniyên Trump û saziyên Amerîka ku wek e nakokî dihatin nirxandin, tê nirxandin ku daxuyaniya Trump û Tillerson ne nakokin, her du daxuyanî jî hev temam dikin. Lewra Trump zextê li ser Qeter dimeşîne, Tillerson jî deriyê ‘teslîmbûnê’ ji bo Qeterê vekirî dihêle.

Çîn rola xwe xûrtir dike

Di nav qrîza Qeterê de daxuyaniya herî balkêş ji aliyê Çînê ve hat dayîn. Çîn weke siyasetekî qlasîk zêde di mijarên Rojhilata Navîn de reng neda. Di nav 5 welatên sereke ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de tenê Çîn di mijarên derbarê Rojhilata Navîn de bê alî dimîn e. Di 9ê hezîranê de li Kazakîstanê di navbêra Wezîrê Karên Derve ya Çînê Wang Yî û Wezîrê Karên Derve ya Îranê Muhammed Cerîf Zerîf de hevdîtinek pêk hat. Mijara hevdîtinê ji bo tevlîbûna Îranê ya kordînasyona mijarên ewlekarî ya hevpar ya di navbêra Rûsya û Çînê de hat nîqaş kirin. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de wezîrê Çînê ji wezîrê Îranê Zerîf re gotiye ku aloziyekî di kendavê zirarê dide berjewendiyên giştî ya civaka navneteweyî.

Çîn a ku heta niha li Rojhilata Navîn zêde tevgerandin nîşan neda bû, di demên dawî de bi taybet bi projeya jinûve zindîkirina riya bazirganiyê ya “Riya Hevrîmêş” Çîn rola xwe di Rojhilata Navîn de zêde dike. Heta niha têkiliyên Çîn a bi Rojhilata Navîn re tenê li ser bazirganiya petrolê bû. Lê ji 2014’an ve Çîn bi taybet di hêla projeyên aborî ya li Rojhilata Navîn, Iraq, kendavê û bi taybet jî li Îran û Siûdî pêş dixe. Çîn niha hewil dide di hêla siyasî de bibe hêzekî sereke ya di Rojhilata Navîn de. Çîn di demên dawî de bi taybet li Qeterê projeyên bazirganiyê pêş xist. Çîn li Qeterê ji bo avakirina riyên lojîstîkê, kar û barên şaredariyê 8 milyar dolar dorber kir. Bazirganiya di navbêra Qeter û Çînê ji sala 2015’an heta 2016’an du qat mezin bû. Lê di heman demî de li Siûdî Erebîstanê jî têkiliyên bazirganiyê pêş xist. Ji ber vê yekî Çîn niha naxwaze aloziyekî di heremê de derkeve, lê raste rast jî naxwaze rengê xwe diyar bike.

Ev qrîz qrîzeke aborî ye

Rast e Qeter bi piştgiriya xwe ya dide hêzên terrorist e, lê dewletên hem piştgiriyê didin û hem jî dijminatiyê dikin, ne ev e. Qrîza Qeterê di rastî de qrîzekî derbarê aboriya Rojhilata Navîn û dewletên ku çav berdaneyê ye. Di şexsê Iraq û Sûriyê de statuya siyasî ya Rojhilata Navîn jinûve tê dizaynkirin.

Çîn, Tirkiye, Emrîka, Ewrupa û Îranê jî projeyên aborî li Rojhîlata Navîn di destpêk de li ser Qeter, sûdî Erebîstan û dewletên din ya kendavê tên meşandin û piştî li giştî Rojhîlata Navîn tê belav kirin. Hêzên Navnetewî niha dixwazin taybet di wî herêmê de dîzaynekî bidin meşandin. Kijan Dewlet bi Qeter re bikeve têkîlî ser esasê mijarên aborî dikeve têkiliyên. Ji bo Tirkiye Qeter fînasorê wî ya sereke di şerê cihanê sêyemîn de bû. Ji bo Îranê di nav OPEC û projeyên enerjî de muhataba serekê li kendavê ye, ji bo Ewrûpa jî çavkaniyê dorber e. Emrîka jî niha dixwaze aboriya Qeter’ê teslîm bigire, ji ber ku tevgerandina Çîn zêde bû. Çîn jî hewil dide ku projeyên aborî li Rojhîlata Navîn fireh bike. Di mijara Qeter di piranî naqokiyên di nav projeyên aborî de derdikevin pêş. Ji ber vê yekî krîza Qeter di rastî de destpêka dîzayn kirina aboriya Rojhîlata Navîn e.

12.06.2017

Fereydûn Lorîstanî

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً