REQQA – Li rojhilat û rojavayê Reqqayê şer dijwar dibe. Şervan ketine taxa El-Berîd û taxa Sinaa jî li ber rizgarbûnê ye.
Li rojhilatê Reqqayê piştî ku duh êrîşa dijwar a çeteyan a li ser taxa Sinaa hat şikandin şervanên QSD’ê li taxê pêşde diçin. Ji serê sibehê ve şer bi dijwarî didome. Tê payîn ku di demek nêzîk de tax were rizgarkirin.
Li rojavayê Reqqayê jî baskê operasyonê şevê din bi pevçûnên dijwar ket taxa El Berîd. Di şer de êrîşkarek xwekuj hat kuştin. di seetên nîvro de şervan li taxê ketin dibistana Er-Razî û di demek kin de dibistan ji çeteyan paqij kirin. Herwiha beşek mezin a avahiyeke bilind a li taxê (mesakin) jî hatiye rizgarkirin.
Tê gotin ku di şerê li rojhilat û rojavayê bajarê Reqqa de gelek çete hatine kuştin. lê jiber şer didome û xebatên lêgerînê nehatine kirin hejmara kuştîyê çeteyan hina zelal nebûye.
Rojev24