REQA – Propgandaya Rusya a “Li Reqa yê QSD ji DAIŞ’ê re korîdor vekir” bi dîmenên kêliya pevçûnên germe germ hat derewandin.
Li Reqayê bi pêşengiya QSD’ê operasyona “Cenga Mezin” a ku hatibû destpêkirin di roja 10’emîn de bi qewimandina şerê dijwar didom e. Li eniya rojavayê bajêr li taxên Romanî û El Bîred di navbera şervanên QSD’ê û DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewim in. Şervanên QSD’ê mal bi mal digerin û taxan paqij dikin û kom bi kom dikevin kolanan û bi DAIŞ’ê re şer dikin. Propaganda Rusya a ku digot “QSD û DAIŞ’ê li hev kir. DAIŞ di korîdora hat vekirn de bajêr diterikîne” bi dîmenên kêlî bi kêlî pevçûnên di navbera QSD û DAIŞ’ê de diqewim e hat derewandin.
Dema mirov li van dîmenan dinêre tu rastiya wê daxuyaniyê jî namîne. Di nav kolanan de kêliyên pevçûnên germ bi germ ku rastî objektîfa qemerayên me hatin propagandaya “vekişiyan” diderewîn e.
15.06.2017
Rojev24