LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Li 4 taxên Reqqa şerê giran: 38 çete hatin kuştin

Li 4 taxên Reqqa şerê giran: 38 çete hatin kuştin

REQQA – Li taxa Battanî ya rojhilat û li taxên El Berîd û Hattîn ên rojavayê Reqqayê ji duh nîvro de şer bi dijwarî didome. Di şer de heta niha 38 çete hatine kuştin. şervanên QSD’ê li rojava ketin taxa Qedîsiyê.

Operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 12’an de li herdu baskan bi şerê li 4 taxan berdewam dike.

Li taxa Battanî ya rojhilat ji şevê din heta ber destê vê sibehê şerê dijwar ruda. Tê gotin ku di şerê li vê taxê de gelek çete hatine kuştin, lê hejmarek zelal nehat bidestxistin. Şervanek YPJ’ê şehîd bû.

Baskê ku ji rojavayê Reqqayê pêş dikeve ji duh nîvro ve li taxa El-Berîd ketiye nava şerekî giran. Di şerê navbera çeteyên DAIŞ û şervanên QSD’ê de herî kêm 38 çete hatine kuştin. çeteyên ku derbên giran xwarin xwestin ku bi 2 maşîne û 2 motosikletên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan bike. Şervanan derfet neda çeteyan û herdu maşîne û herdu motosikletên bombebarkirî beriya ku bigihêjin hedefa xwe îmha kirin.
Li heman taxê şervanan 2 kargehên çêkirina maşîneyên bombebarkirî tesbît kirin û piştî tedbîrên pêwîst herdu kargeh jî îmha kirin.

Di şerê şevê din a li taxa El Berîd de 2 şervanên QSD’ê şehîd ketin.

Baskê rojava li taxa Hattîn jî pêşdeçûna xwe dewam kir. Şervanan eniya şer fireh kirin û seetên sibehê ketin taxa Qedîsiyê.
Di van kêliyan de şervan li taxên El Berîd, Hattîn û Qedîsiyê yên rojavayê Reqqayê şer dikin û pêşde diçin.

17.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً