REQQA – Şervanên QSD’ê piştî şerê 4 rojan taxa Battanî bi temamî ji çeteyan paqij kirin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 13’an de berdewam dike.
Li rojhilatê bajar li taxa Battanî şevê din heta sibehê şerê giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ de ruda. Di encama şer de ber destê sibehê şervanan tax bi temamî ji çeteyan paqij kirin û xistin bin kontrola xwe.
Şervanan li taxa ku rizgar kirine xebata lêgerîn û paqij kirina bermahiyên çeteyan dan destpêkirin.
Li rojavayê bajar jî li taxên El Berîd, Hattîn û El-Qedîsiyê ji şevê din heta van kêliyan di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ de şer berdewam e. Tevî şerê giran jî şervan li van taxan pêşdeçûna xwe didomînin.
18.06.2017
Rojev 24