LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Bakûrê Sûrî nejatparestiya tirk

Li Bakûrê Sûrî nejatparestiya tirk

HELEB – Dewleta tirk a dagirker di herêma Mertalê Firatê bi hemû sazî û partiyên xwe projeya qirkirine dimeşîne. Diyanet, MHP û Arteşa Tirk, ya kurd û ereban ji heremê derdixin û weke mala xwe bikar tînin.

Dewleta tirk bi riya hemû sazî û partiyên xwe li Cerablûs, Ezaz û Babê dixwazin demografiya heremê biguherîn e. Evcar jî di serî de MHP komeleya pê ve girêdayî Ulku Ocaklari ya nijatperest, leşker û olê an go Diyanetê li heremê bicih dike û tenê bi tirkmenan re civînan lidar dixin. Dewleta tirk ku ji Cerablûsê heta Babê dixwaze paqijiya kêmanan bike, di serî de ya ereb û kurdan ji heremê vala dike û ji Hama, Ozbekîstan û Pakîstanê malbatan tîne û bicih dike.

Bi riya Ulkucu Ocaklari nijatperestiyê pêş bixin

Li Cerablûs, Ezaz û Babê, di civînekî de ku ala tirk, Ulku Ocakları û Lîwa Muntasir Bilah bi hev re di avahiyê de hatiye daliqandin de, bi taybet di nav komên tirkmen de civînan lidar dixin. Di 15’ê hezîranê de di navbêra çeteyên Lîwa Muntesir Bilah û saziya “Ulkucu Ocaklari” ya nijatperestên MHP’ê ne civînek pêk hat. Hat ragihandin ku armanca civînê ew e ku bandore tirkmenan li ser herema bakurê Sûrê zêde bikin û di vê hişmendiyeke wisa bê avakirin ku herêm tenê herêma tirkmenan e, kurd û ereb tune ne.

 

Serokê Ulkucu Ocaklari Olcay Kilavuz berê de jî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku herêma bakurê Suriyê heremeke tirkmenan e û ne ya ereb û kurdan e, jixwe ereb û kurd dixwazin derkevin.

 

Dîyanet jî kete dewrê

Ev hewildan ne tenê ji hêla MHP, Ulkucu Ocakları û artêşa tirk ve tê kirin, Weqfa Diyanetê ya dewleta tirk jî ketiye dewrê. Evcar jî li bajarê Cerablûsê di mizgefta navenda bajêr de ku rêveberên Diyanetê bi tirkmenan re civînek çêdike wêneyek hatiye kişandin. Dîsa li Babê jî, Mizgefta Umer Bîn Hatep ya ku ji ber bombardimana balafirên şer a dewleta tirk hatibû xirakirin, ji nû ve hat vekirin. Tê gotin ku ev mizgeft di Babê de yê herî mezin û navdar e.

Mizgeftê bombardiman kirin û piştre pere ji gel standin û mizgeftê çêkirin

Çavkaniyekî ji heremê agahî da û diyar kir ku ev mizgeft ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hatibû hilweşandin û da zanîn ku piştî leşkerên tirk ketin bajêr, evcar jî ji hêla hin saziyên sivîl ên ji Tirkiyê hatin bi leşkeran re pere kom kirin. Heman çavkanî destnîşan kir ku piştî komkirina pereyan a ji niştecihên Babê, wek e ku ji hêla Weqfa Dîyanet a Tirk ve hatibe çêkirin, di 28’ê gulanê de careke din vekirina mizgeftê hate kirin.

 

Leşkerên tirk xaniyên bajaran weke mala xwe bikar tînin

Piştî ku bajarên Bab, Cerablus û Ezazê ji hêla Artêşa tirk û komên çeteyan a Mertalê Firatê ve hatin dagirkirin, ev car jî ya kurd û ereban ji xaniyên wan tên derxistin û weke navendên xwe bikar tînin. Çavkaniya ku wêne ji me re parve kir, anî ziman ku leşkerên tirk bi kincên leşkerî di nava bajêr de digerin û xaniyên fireh û cihên stratejik bi zorê didin vala kirin û weke ku êdî xaniyê wan be bikar tînin. Hemwelatiyekî bi nave A.K. jî ji Cerablûsê ragihand ku leşkerên tirk nêzîkatiyên nexweş li dijî pêkhate û gelên ereb nîşan didin. A.K., wiha got: “Ji ber van nêzîkatiyan, gelê ereb jî ji bo rastî van pêkanînan rû bi rû nemînin, çend peyvan tirkî xwe fêr dikin da ku xwe weke tirkmenan nîşan bidin. Leşkerên tirk, dibêjin ‘em çi bikin êdî kes nikare tiştekî bêje’. Jixwe derxistina kurd û ereban a ji malên wan vê yekê nîşan dide. Ketina leşkerên tirk û komên çeteyan a bajêr ji hêla niştecihên bajêr ve weke dagirkerî tê qebûl kirin. Pir ji dewleta tirkan aciz bûne.”

Jixwe gotinên A.K. ji nivîs û dîmenên ku ji hêla leşkerên tirk ku li bajarê cerablûsê tên kişandin û li ser tora civakî tên belavkirin piştrast dike.

Li bajarê Cerablûsê, gelek caran niştecihên heremê bi xwepêşandan û çalakiyên cur bi cur pêkanîn û diziya çeteyên Mertalê Firatê şermezar kiribûn û rastî mudaxeleya leşkerên tirk hatibûn.

17.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً