– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şerê li taxên Betanî û El Berîd bi dijwarî didome. Di şer de 16 çete hatin kuştin. Li başurê Reqqayê şervanan depoyek cebilxaneya çeteyan desteser kir.
* Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed da zanîn ku ji ber dewleta Tirk bi piştgriya terorê li Sûriyê hevkarê Qeterê ye, lewera piştgirî dide wê. Îlham got ku dewleta Tirk hewl dide wekî Cerablûs û Babê, Idlibê jî dagir bike.
* Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Ezazê gundên Enab, Teneb, Qetma, Qesetel Cindo û Vêlat Qadî yên navçeya Şera, topbaran kirin. Paşê, çeteyan gundê Celbîr, Keşteyar, derdora kampa Şahba ya li Dêr Cemal û bajaroka Dêr Cemal, dane ber topan.
* Çeteyên Cibhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ji Kela Seman, gundê Basûfanê yê Şêrawa topbaran kirin. Ji aliyekî din ve jî, çeteyan li gundên nêzî navçeya Şêrawa liv û tevgera xwe zêde kirin.
* Şervanên Artêşa Şoreşgeran êrîş û hewildanên derbasbûna komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku li ser gundê Til Medîq vala derxistin û derbeyên mezin li çeteyan dan û 5 çete kuştin. Çeteyan bi dijwarî gundên Şehba yên rizgarkirî topbarab kirin.
* Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hate avakirin ragihand, balafira rejîma Sûriyeyê ya li başûrê Tebqayê ket, ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye xistin.
* Çekdarên Cebha El-Şamiyê li Ezazê nêzîkî 100 welatiyên Kurd li deriyê sînorî yê Selamê digirin.
* Wezîrê karê derve yê Rûsî Sêrgî Lafrov got:”Divê welatên yekbûyî yên Amerîkî rêzê li yekîtiya Sûriyê bigrie, û dest ji karên yekalî berde”
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Şandeya KNK’ê piştî hevdîtina li gel Yekgirtûya Îslamî bi armanca lidarxistina komxebateke hevşêwirînê ya netewî, serdana Partiya Komînîst û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir.
* Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd diyar kir ku ew giringiyê dide yekitiya netewî û got: Ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêwîstiya me bi hêz û alîkariya parçeyên din yên Kurdistanê heye.”
* Fermandariya Polîsên Federal ragihand ku Mizgefta Hadîn hat kontrol kirin û Ebûbekir Misrî jî li Mûsila kevin hat kuştin. Ev kes li Bab Cidîd (deriyê nû) yê Mûsila kevin serçete bû.”
* Hêzên Heşdî Şebî ragihand ku hêzên wan li rojavayê Teleferên çar çeteyên DAIŞ’ê kuştine û du wesayît ji ruxandine.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Gerîlayên HPG’ê li hemberî leşkerên dagirker çalakiyên sûîkast û mayînê li dar xistin. Di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin.
* Li herema Çiyayê Tendûrekê ya di navber navçeya Bazîda Agirî û Ebex a Wanê de bi gelek maşîneyên zirxî tîmên tabyet hatin sewqkirin. Li asîmanê heremê jî tevgera Heronan bê navber didome.
* Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan 33 sal cezayê girtîgehê da 11 zarokên 104 rojan li Sûrê asê man û hêj 3 heb jê girtî tên darizandin. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û 36 sal û 8 meh û 20 roj ceza birî. Dadgehê perçeyên şarapnelê yên di bedena zarokê 16 salî F.Y.’de jî wekî delîl nîşan da.
* Li Licê, Dara Hênê û Pasûrê, 10 hezar leşker, polîs û cerdevan derketine operasyonê. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê neanî û mele jî tevlî operasyonê kir.
* Piştî “Krîza Balafirgeha Încîrlîkê” ya bi Almanyayê re, dê cara yekemîn Serokomare tirk Erdogan biçe Almanyayê.
* Dayîk û bavê şervana QSDê Ayşe Denîz ya bi eslê xwe Tirk e û di şerê li dijî DAIŞê li Reqqa şehîd ket, hatin girtin.
* Erebistana Siûdî daxwaza Tirkiyê ya avakirina bingeheke leşkerî li wî welatê red kir.
* Dozgerekî Tirkiyê dibêje 731 leşkerên bingeheka leşkerî ya rojavayê welêt hatin veguhestin bo nexweşxanê bi sedema jehirbûna xwarinê û 21 kes ji kompaniya ku xwarinê ji wan re dabîn dike hatin girtin.
* Gurupa yekemîn a artêşa Tirk a dagirker, gihîşt Qeterê.
* Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftineke xwe de “Meşa Edaletê” ya ku CHP dabû destpêkirin rexne kir û got ferqa we ji yên ku xwestin darbeya leşkeri pêk bînin tuneye.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Çavkaniyên herêmî yên li Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku Supaya Pasdaran û hêzên sînorparêzên Îranê yên li sînorê Kirmaşanê bi hinceta DAIŞê li herêmê heye, agir berdan daristanên sînorî yên Kirmanşahê.
* Serokê Hêza asîmanî ya Îranî Emîr Elî Hacî Zade, ragihand ku balafirên Îranî yên kontrola wan ji dûr ve ye li ser Dêrazorê firîn, û wêneyên xalên topbarankirî kişandin.
* Berdevkê bi navê pasdarên şoreşa Îranî Remedan Şerîf got ku êrîşa bi roketan li ser bargehên Rêxistina Daişê li Dêrazorê ya Sûrî serkeftî bû.
– CIHAN
* Polîsên Londonê ragihand ku li nêzî Mizgefta Finsbury Park ya li bakurê wî bajarî, kamyonetek ketîye nav sîvîlan û pey re 1 kes hatîye kuştin û 10 jî birîndar bûne.
19.06.2017
Rojev24