LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Heşdî El Şabî çi ye?

Heşdî El Şabî çi ye?

NAVENDA NÛÇEYAN – Heşdî El Şabî ku di sala 2014’an de li hemberê tehdîda DAIŞ’ê bi bangewaziya rêberê olî ya Şîayê Sîstanî, bi piştgiriya leşkerî ya Îranê û ji hêla Iraqê ve statuya yasayî hatî naskirin re hat avakirin, bi operasyonên demên dawî re careke din hate rojevê.

Heşd el Şabî di rojên dawî de bi operasyona Şengalê re careke din xwe xiste rojevê. Heşdî el Şabî ku bi operasyonên dawî yên li ser sînorê Iraq-Rojava û operasyona Misûlê re jinûve hate rojevê, derbarê armanc û hedefên wî de ji aliyê gelek kes û welatan ve şîrov û pirsên cur bi cûr tên kirin.

Heşdî el Şabî kengê hat avakirin?

Piştî DAIŞ di sala 2014’an de li Iraqê bajarên wek e Misûl, Enbar, Tîkrît û gelek heremên ku Sûnî li wir dijîn bi piştgiriya kadroyên Partiya Beas a serdema Seddam Huseyîn de bidest xist û berê xwe da heremên Şîayê. Li ser vê yekê di 13’ê hezîranê sala 2014’an de rêberê olî ya Şîa ya di Iraqê de Ayetulah Alî Sîstanî banga “Cîhad” ê li şîayan kir.

Serokwezîrê Iraqê ya demê Nûrî El Malikî jî piştgirî da vê bangewaziya Sîstanî û diyar kir ku yê beşdar bibin wê meaş bidin wan. Bangewaziya Sîstanî ku wek nêzî Îranê tê naskirin, li ser daxuyaniyên piştgiriya leşkerî ya Îranê û wê Malikî meaşê belav bike, Heşd El Şabî an jî hêzên Haşdî Şabî, li hemberê tehdîdên DAIŞ’ê dest bi rêxistinkirinê kir.

Ev hêza ku di hêla leşkerî de xwe birêxistin kir, Îran jî di alê madî, çek, perwerdekirin û lojîstîkê de girt ser milê xwe. Di xebatên perwerdekirinê de jî, Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî cih girt. Heta heta di operasyonên di bajarê Enbarê ya Iraqê de Qasim Suleyman bixwe fermandariya operasyonê ya Heşdî Şabî dikir.

Statuya wan a di Iraqê de çi ye?

Hêza milîs a Heşdî Şabî ku piştî li ser bangewaziya Sîstanî di 13’ê Hezîranê sala 2014’an de damezrandina xwe îlan kir, bi artêşa Iraqê re di operasyonên li hemberê DAIŞ’ê yên di bajarên Ramadî, Fellûce, Tîkrît û Misûlê de cih girt. Di pêvajoya operasyona rizgarkirina Misûlê ya di 17’ê cotmehê sala 2016’an de destpê kiribû de, di 26’ê mijdara 2016’an de jî bi yasaya ku di parlementoya Iraqê de hatî derxistin Heşdî Şabî, wek e “Hêza parastina Iraqê ya fermî” statuya xwe ya fermî qezanc kir.

Jixwe beriya wê de di 7’ê Nîsanê sala 2015’an de Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, bi biryara lîjneya wezaretan ragihandibû ku Heşdî El Şabî rasterast bi Serokwezîrtiya Iraqê ve girêdayiye.

Bi fermiyetê re ew hemû nîqaşên li ser Heşdî El Şabî dihatin meşandin kêm bûn û di gelek mijaran de bi başî hate nirxandin. Mînak; çi mafên leşkerên Iraqê hene Heşdî Şabî jî xwedî wan mafan e, ji bo hêzên artêşa Iraqê çi yasa derbasdarin ji bo wî jî derbasdarin û hemû pêdiviyên çek û cebilxane wê ji hêla Wezareta Parastinê ya Iraqê ve bê dayîn.

Hejmara wan çiqase û çend grub di nav de hene?

Tê diyarkirin ku Heşdî El Şabî ku bi gelek tarîqatên Şîa, grub û eşîran pêk hat, piştî bangewaziya ji bo bê avakirin, tê gotin ku nêzî sed hezar kes xwe ji bo endamtiyê qeyd kirine. Piştî ku Îran piştgiriya leşkerî da û Iraq jî piştgiriya madî da û Heşdî El Şabî di bajarên Ramadî û Tîkrîtê de li hemberê DAIŞ’ê serkeftinan çêkir, hejmara tevlîbûna nava rêxistinî her çiqas çû zêdetir bû.

Bi taybetî piştî Heşdî El Şabî ji hêla artêşa Iraqê ve statuyek fermî qezanc kir û di navbêra 300 û 600 dolar meaş didin endaman, hejmara tevlîbûna Heşdî Şabî zêdetir kir û tê îdeakirin ku hejmara wan a niha di navbêra 150 û 200 hezar leşker in.

Her çiqas di bin banê Heşdî El Şabî yên di bin alên cuda de hebin û yê herî zêde derdikevin pêş navên wek e Tûgayên Bedir, Esaîb Ehlûlhak, Ketîbeya Hizbûllah, Tûgayên Elî Ekber û Tugayên Ensar El Merciye bin jî, di esasê xwe ji 70’ê zêdetir grub di nav de cih digirin.

Di nava Heşdî El Şabî de kîjan rêxistin derdikevin pêş?

Tê diyarkirin ku di nava Heşdî El Şabî de bi giştî du alî derdikevin holê. Di milê yekemîn de Îran, Hizbullah û rêxistinên nêzî Nurî El Malîkî ne, di milê din de jî rêxistinên ku nêzî rêberê olî ya Şîa Mukteda Es-Sadr û Serokwezîrê Iraqê Heydar El Ebadî cih digirin.

Pêşengtiya rêxistinên ku xwe nêzî Îranê dibînin Tûgaya Bedîr dike, gelek rêxistinên nêzî Sadr jî ji grubên ku ji kevneşopiya Artêşa Mêhdî tên e.

Tûgayên Bedîr: Ev rêxistin di nava grubên Heşdî Şabî de yê herî bi bandor û herî kevin e û têkiliya wî bi Îranê re heye. Ev tugay, di dema şerê Iraq-Îranê (di navbêra salên 1981 û 1988’an de) li hemberê rejîma Sedam Huseyîn di nav refê Îranê de têkoşînê dida. Wê demî fermandarê giştî Hadî El Amirî bû. Tûgayên Bedîr a di pêşengtiya Amirî de ji şerê Iraq û Îranê şûn de hêza çekdarî bû, herçiqas di sala 2008’an de ragihand ku wan çek berdaye û ew partiyeke siyasî ne jî lê di sala 2014’an de careke din çek rakirin. Amirî, di sala 2010’an de di Partiya Dewleta Qanûnî ya ku Serokê wî Nûrî El Malikî bû de parlementerî jî kir. Tûgayên Bedîr ku di hemû heremên Iraqê de bi bandor e, bi taybetî di eyaletên Diyala, Selahaddîn û Kerkûkê de faliyet dimeşîne. Tûgayên Bedîr ku tê gotin di navbêra 20 û 30 hezar endamên wî hene, gelek endamên wan ku eslê xwe ji erebên şîa her wiha tirkmen, kurd, mesihî û ji gelên din in, hene.

Ketîbeya Hizbûllah: Ev grûb, xwe li ser bingeha gruba bi navê “Artêşa Muxtar” a ku di dema mudaxeleya Amerîka ya di sala 2003’an de li Iraqê kir xwe birêxistin kiribû, ragihandibû ku ew ya otorîterê olî ya Îranê Seyîd Alî Xemaneyî wek pêşengê xwe qebûl dikin. Ev rêxistina ku di her derê Iraqê de xebatê dimeşîne, bi taybetî di nav tirkmenan de endam û sempatîzan dîbîne û bi gelek rêxistinên ku ji kevneşopiya Hizbûlahê tên re di nava têkiliyan de ye. Hat diyarkirin ku hejmara wan jî derdora 10 hezar kes in.

Ketîbeya Seyîdul Şuheda: Ev grûb jî sonda girêdayîna xwe ya bi Seyîd Alî Xemaneyî dane. Serokê vê rêxistinî ya ku nêzî Hizbûlahê tê zanîn Hecî Ebû Ala ye. Ev rêxistin, di heman demî de têkiliyên xwe ji nêz ve bi Nûrî El Malîkî re jî heye.

Tûgayên Xorasan: Ev rêxistina ku ji Îranê derketiye, tê diyarkirin ku biryargeha fermandariya wî li Îranê ye. Ev rêxistina ku li derdora Xûrmatu faliyet dimeşîne, tê destnîşankirin ku nêzî 3 hezar endamên wî hene.

Esaîb Ehlûl Hak: Ev grub, li Iraqê ye û ji Artêşa Mêhdî ya girêdayê rêberê olî ya Şîa Mûkteda Es-Sadr e veqetiyaye. Piranî li dora Necef, Kerbela, Bexdayê bi bandor e. Ev rêxistin pêşengtiya wî Qeys El Xezalî dike û nêzî 10 hezar endamên wî hene.

Saraya El Selam: Ev rêxistina ku nêzî Ebadî tê nasîn, di serî de li bajarên Samara û Necefê lig elek hereman faliyet dimeşîn e. Ev rêxistina ku di sala 2014’an de ji hêla Muqteda Es-Sadr ve hatiye ava kirin, tê diyarkirin ku nêzî 10 hezar endamên wî hene.

Grûbên din

Di nava Heşdî El Şabî de bi giştî di Îran û Iraqê de bi dehan kom hene. Hin navên rêxistin (ketîbeyên) ku ketin û derketina nava Heşdî El Şabî de pir çêdibe wiha ne:

“Tûgayên Alî Ekber, Tûgayên El Merciye, Ketîbeya Îmam Alî, Ketîbeyên Firkatûl Ebbas, Feylaq El Kerrar, Seraya El Cîhad, Ketîbeya Tayyar El Rîsalî, Ketîbeya Ehrar El Iraq, Ketîbeya Dîfaa El Mukaddes, Ketîbeya Rûhallah, Ketîbeya El Gadab, Ketîbeya Ensar El Hîcce, Ketîbeya Îmam Huseyîn, Mucahîdên Hîzbûlah a Iraq, Ketîbeya El Gaîb, Feylap El Wead El Sadiq, Quwet el Şehîd Sadr. Lîwa Youm El Kaîm, Lîwa Esedullah Galîp, Hîzbûllah El Sayrun, Lîwa Zulfîkar, Lîwa El Muntadar, Muqaweme Îslamiye, Lîwa Îmam El Hesan El Mucteba, Hizbûllah El Ebrar, Saraya El Zehra, Hereket El Abdal, Lîwa Ammar Îbnî yasir, Ketîbeya Fetah El Mûbîn, Ketîbeya Şebab El Rîsalî, Lîwa El Sadiqeyn, Lîwa Îmam El Kaîm, Lîwa El Kaîm, Lîwa El Karya , Seraya Aşûra, Tûgayên Babiliyewum û hwd.”

Piştî Misûlê

Di Iraqê de ku şerên mezheban derketiye aste herî jor, rêxistina Heşdî El Şabî her çiqas diçe dibe hêzeke bi bandor. Xûyaye ku piştî Misûl ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê bê rizgarkirin jî wê Heşdî El Şabî hebûna xwe berdewam bike. Hebûna vî rêxistinî di nava Sûniyan de ji niha ve bûye sedema fikaran. Piştî Misûl ji DAIŞ’ê bê standin jî diyare ku wê Heşdî El Şabî bibe rêxistineke ku wê her tim di rojevê de bimîne ye.

21.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً