LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Li Tûnûsê ji ber ku berî fitariyê cixare kişand mehek cezayê hepsê hat dan

Li Tûnûsê ji ber ku berî fitariyê cixare kişand mehek cezayê hepsê hat dan

NAVENDA NÛÇEYAN – Li welatê Tûnûsê kesekî ji ber ku berî fitariyê cixare kişandiye mehek cezayê hepsê hat dayîn.

Hat diyarkirin ku kesekî li bajarê Bizertê ya li rojavayê bakurê Tûnûsê dikeve, beriya fitariyê cixare kişandiye, doz derheqê wî de hatiye vekirin. Di encama dadgehê de hat ragihandin ku bi hinceta “Ya gel tahrîk kiriye’ mehek cezayê hepsê hatiye birîn.

Li gor agahiyan 15 roj berê jî derheqê 4 kesan de bi hinceta berî fitariyê di cihekî vekirî de xwarin xwarine mehek cezayê hepsê ji wan re hatiye birîn.

Qedexe hat şermezarkirin

Çend roj berê bi dehan kes li peytexta Tûnûsê li hev civiyabûn û bi lidarxistina xwepêşandanekî xwestibûn ku di dema rojiyê de li cihên vekirî karibin herkes bixwûn û vexwûn. Her wiha komek jî ji ber van cezayan çalakiyan lidarxistin û ev qedexeyî şermezar kirin.

Rêxistina Efuya Navneteweyî jî bi daxuyaniyeke nivîskî vê qedexeyî şermezar kir û ev tişt got: “Divê meqamên Tûnûsê yasayên bi awayek seranser hatine nivisandin divê destûr nedin ku bi tiştên biçûk û gumanbar bidin bikaranîn. Cezayên bi vê awayî binpêkirina azadiya baweriya kesayetan e. Di mijara ol û exlaqê de divê her kes karibe mafê xwe yê baweriya xwe de bijî.”

22.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً