LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Şehbayê şiyar bin!

Li Şehbayê şiyar bin!

Rojen Arî

Di van rojan de liv û tevgerek mezin heye. Pêngava Cenga Mezin a rizgarkirina Reqqayê berdewam dike. Pêşketinên ku xuya dikin, li bakurê-Sûrî girika kor bi şerên dijwar re dom dike. Şerên hêzên heremî û di navbêra hêzên global de di qewime jî; ev şerê li heremê wê di rojhilata navîn de kûr û berfireh bibe. Ji ber ku pêvajoya deshilatdarî û serweriyê ya ku wê kî? Li kîjan? heremê xwe serwer bike hesab tên kirin. Min di gotara xwe ya hefteya borî de diyar kiribû. Rejîma Baas ruxmê ku dixwest beşdarê hemleya Reqqayê bibe lê nehat beşdar kirin.

Lewma deshilatdarîya Esad a ku hîna daxwaza navendperestiyê bike êdî ne gengaz e. Li Reqayê balafirên Esad ne li hember Daiş’ê  li hember mewzîyên QSD’ê xwest êrîşan pêkbîne. ji ber ku tifaqa Kurdan û ya hêzên Amerîka hevsengîyên hinek hêzên heremî dide xerakirin, planên wan pûç dike. Pêşeroja bakurê-Sûrî û ya gelên xwecih jî; ji vir şûnde wê li ser kîjan rêgezan wê were pêşxistin? Ev hemî mijar bi xilasbûn û leyîstokên ku hatibûn avakirin, di rojên pêşiya me de wê zelal bibin.

jinûve mudexelekirina hêzên kurewî yên li ser Rojhilata Navîn re û jinûve dîzaynkirina herema ku xwedî petrol û dewlemendiyên bin erdê ye, siyaseta ku dijber û hevkariya hev û din dikin wê bi berxwedaniya kurdan re çareserkirina aloziya Sûrî gûncavtir bibe. Qriza li ser Qeterê û qeyrana dewletên kendavan bi lewazbûna DAIŞ Û komên çeteyan re ruyê veşartî derket holê. wê demê hemî bazarên li ser kurdan bi yekser mirov dikare bi têkçuyina Erdogan a ku hevkariya  wan a bi Qeter û Qral Selman re girêdanek çêbike, bê ku îxaneta Berzanî yên her car werin ji bîrkirin.

Hêzên taybet yên girêdayên dewleta Tirk bi komên çeteyan re li Ezazê xwe bi cih kirin. Bi sedan tank û top û wesayîtên zirxî derbasê heremê kirin. İstixbarata MÎT’ê yekser hinek sîxûrên ji bo pergala cerdevandiyê erkdar kirin  hene. Dewleta Tirk bi komên Sultan Murat, Ehrar-El Şam, Cephet –El Nusra wê hewil bidin van rojan êrîşên mezin bikin. Ji Cerablus heya navçeya Afrin Cindirisê dixwazin axa Bakûrê Sûrî dagir bikin. Dewleta Tirk di asta xwe ya têkiliyên bi dewletên din re her roj tê rûxandin. Dewleta Tirk u Hikumeta AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe li rojava xwest koka Kurdan bîne, lewma ji aliyê mêtîngeran ve tê gotin ku divê li bakurê Sûrî statuya kurdan neyê naskirin. Dijbertiya li hember kurdan ne tenê dewleta Tirk hemî hêzên ku xwedî berjewendîyên xasin ên li Sûrî tevdigerin. Ev hêzên dijbertiya kurdan dikin naxwazin di vê sedsalê de statuya kurdan bê naskirin û rewa bê dîtin. Ji bo aloziya ku heye bi projeyên gelan re hat pêşkêş kirin. Bi ragihandin û ilankirina Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê re ji aliyekê ve niqaş ji aliyê din ve jî; her roj li hember kurdan dagirkirin heye. Li herema  şehba û li kantona Afrînê komên çeteyên dewleta Tirk xwe ji dagirkirinê re amade kirin e. bi hemleya Reqayê re û bi deskeftiyên kurdan û hêzên Sûrîya demokratik re wê êrîş zêde bibin. Di van rojên pêşiya me de di navbêra Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çeteyan ên girêdayên dewleta tirk re wê pevçûnên dijwar rû bidin…

23.06.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً