LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Amûdê û destên tarî

Amûdê û destên tarî

AMÛDÊ – Li bajarê Amûdê di 27’ê hezîranê sala 2013’an de ku kes û komikên ji hêla hêzên derve û hûndirîn ên li dijî deskeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê tevlîhevî derdixistin û di encamê de yek endamekî YPG’ê, 6 hemwelatî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 20 kes birîndar bûn. Bi dîmen û wêneyên derketine holê ev bûyera ku 4 sal di ser de derbas bûne ji aliyê kî, çewa û bi kîjan armancî hatiye plankirin, tê zanîn.

27’ê hezîrana 2013’an dema yekîneyekê YPG’ê ji Hesekê dihat li Amûdê rastî provakasyonekî hat. Di encama vê provakasyonî de jî heta asta jor de jî pêvçûn derket. Di encama vê de şervanekî YPG’ê û 6 hemwelatiyên Amûdê jiyana xwe ji dest dan û ji 20 kesan zêdetir birîndar çêbûn.

Li ser vê bûyerî gelek nîqaş û çîrok hat vegotin. Ji bo rastiya vê bûyerî bi her awayî bê fêmkirin pêwîste rûpelên dîrokê ji nû ve bên vekirin. Ji bo vê jî em ê herin sala 2011’an gelo li bajarê Amûdê çi diqewimî.

Li Amûdê serhildan bi insiyatîfa gel destpê kir

Bajarê Amûdê di şoreşa gelan a Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de piştî bajarê Dêraa bajarê duyemîn ku serhildan û pêla şoreşê destpê kiriye ye. Di wê pêla ku ji meha adara 2011’an de destpê kirî de ji heft salî heta heftê salî hemû niştecihên bajêr di raperînê de cihê xwe girtin. Dema ev çalakî û xwepêşandanên pêla raperînê destpê kir jî tu partî an jî sazî negirtin ser xwe û bi temamî bi insiyatîfa gel û pêşengtiya ciwanan de pêk hat. Li aliyekî serhildana gel hebû di aliyê din de jî hemû coş û gelecana ciwanan ku tu sînor xwe nikaribûn pêşî bigirin, lê di heman demî de ji destwerdanan û ji rê nîşandana şaş re jî vekirî bû. Di rewşekî wiha de nijatperestên ereban jî xwestin vê yekê ji xwe re bikar bînin.

‘Ne bihara gelan e bihara ixwanan e’

Ji nijatperestên ereban zêdetir hêzên derve yên weke Erebîstana Siûdî, Qetar û Tirkiye hewildan li gor berjewendiyên xwe vê hêza gel bikar bînin û bi slogana “Ne Bihara gelan e bihara İhwanan” yanî “Brayên Misliman” derxistin pêş. Balkêşe ev yek jî dema ku kurd xwestin bi reng û dengên xwe tevlî serhildanê bibin, derxistin pêş û bikaranîn.

Ev jî ku dixwestin di riya hin alîgirên xwe yên heremî jî gotinên wek e “Eger hûn niha qala mafê ziman û daxwaza nasnameya xwe bikin wê şoreş perçe bibe û nagihije encamek, ji ber vê yekê jî divê hûn vê têkoşînî piştî şoreşê bihêlin”  di nava gel de belav kirin. Di encama van propagandayan hinek kes li pey wan çûn û li dijî berjewendiyên gelê xwe tevgeriyan. Bi van hewildanan re tovên bûyerê ku wê piştre li Amûdê rû bidin davêtin.

Ew kes kî ne ku ciwanên Amûdê bi riyekê şaş ve birin?

Li vir pirsa ew kes kî ne ku ciwanên Amûdê bi riyekê şaş ve birin û pê ve girêdayî jî çima bi taybetî bajarê Amûdê û çima bi taybetî bi destê ciwanên Amûdê dan kirin? Armanca wan kesan çi ye? Hêjayê bersivdayînê ne.

Di encama van hewildanan de, di bin hinek navan de hin ciwanên Amûdê hatin kom kirin û li dijî gel hatin bikaranîn. Yek ji van jî Hevrêza Amûdê ye. Li gorî pîvanên Koalisyona Nîştîmaniya Sûriyê ji bo hêzek di nava meclîsa Sûriyê de cihê xwe bigire, pêwîste tevlî koalisyonekî bibe.  Hevrêza Amûdê jî bi vê armancî tevlî Koalisyona Avahî bû. Ev koalisyon jî ji 11 rêxistin û hevrêzan pêk tê.  Lê Koalisyona Avahî, ji parastin û pêşdebirina çand û nasnameya kurdî zêdetir cihgirtina nava Meclîsa Sûriyê bû. Dixwestin di nava meclîsê de çend kursiyan bidest bixin, lewra heta niha jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu hewildanên wan an jî çalakî lidarnexistin. Hemû çalakiyên wan di çerçoveya slogana “Ne bihara gelan e, bihara Îxwan e” an go “Brayên Misliman e” de bû û banga çekdarên Artêşa Azad her wiha komên çekdarên Îslamî dikirin.

Hemû hewildan ji bo di meclîsê de kursiyek bidest bixin

Hemû hewildan ji bo kursiyekî bidest bixin û ji bo vê jî di bin nokeriya ku dijberiya berjewendiyên gelê xwe dikin diciviyan, lewma hemû xebatên wan li dijî Encumena Nîştîmaniya Kurd a Li Sûriyê (ENKS) û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê bûn. Herî dawiyê jî, li dijî Desteya Bilind a Kurd ku weke îrade hatiye qebûl kirin derketin. Dema her du meclîs bi nav û rengên kurdî derdiketin kolanan, ev komek jî bi navê erebî û komên îslamî ku tu eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re tunebûn tevlî nava çalakiyan bûn.

Van derdoran di gelek çalakiyên xwe de şûna ku mafên gelê heremê bînin ziman û biparêzin, berdevkiya hêzên dagirker dikirin û bi taybetî daxwazên ku hêzên tirkî dixwest tanîn ziman, hemû siyaseta wan li ser mijar û sloganên wek e “Encûmena Niştîmaniya Sûrî nûnertiya min dike”, “Artêşa Azad min diparêze”, “Heremên ji balafiran re hatine qedexekirin bila herêma Rojava wek herêma tampon bê îlankirin”, “Em parastina navneteweyî dixwazin” dihatin meşandin. Bi vê helwestî rê li pêşiya hemû destwerdana Rojavayê Kurdistanê vedikirin û nîşan didan ku ew li gor fermana hêzên din tevdigerin.

‘Kîne em, em giş exwan û selefî ne’

Vê helwesta xwe ya ku li gor fermana hêzên din tevdigerin di dîmenekî çalakiyekî wan de slogan û stranên digotin de dida nîşandan, piştrast dikir. Di dîmenê de gotinên wan wiha ye: “Kîne em, em xortên cadeya ne, yê derziyane, yê heba ne kîne em. Em kurdin, ji bo ereban dikin, ji bo mafê kurd qet nakin, kîne em. Em kurdin, em erorî ne, giş exwan û selefî ne kîne em. Em û ew wê Amûdê xira bikin, debbaba wê ji me re rê bikin, kîne em.”

Lewra nivisên li ser panqartekî di çalakiyê de vê yekî piştrast dikir. Li ser panqartê ji bo ciwanan beşdarê çalakiyên wan bibin, lîsteya bûhaya çalakiyên bên kirin hatibûn nivisandin wiha bû: “Çalakiyên êvarê 2 hezar, ya înê 4 hezar, ya Sibeha 3 hezar û ya bi çek jî 5 hezar e.”

Li aliyekî ev helwesta wan, li aliyê din jî li hemberê siyaseta ku “Encumena Niştîmaniya Sûriyê nûnertiya me dike” gelê kurd di warê yekîtiyê de pêngaveke mezin avêtin û Desteya Bilind a Kurd ava kirin. Piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd, li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kurd daketin kolanan û desteyê wek e îradeya xwe qebûl kir. Lê yên din dîsa bi ya xwe kirin û li pey berjewendiyên hêzên din meşa xwe domandin. Di vê çerçoveyê de li hemberê Desteya Bilind a Kurd ketin nav tevgerandina reşkirinê û sloganên wek e “Bila desteya bilind binbikeve” davêtin.

Reşkirin ‘Amûdê hatiye dagirkirin’

Lê gelê kurd bi 19’ê tîrmehê sala 2012’an re rêveberiyên bajarên xwe bidestxistin û şoreşekê ku di tevahiya cîhanê de deng veda pêk anî. Her wiha ji bo parastina xwe jî Yekîneya Parastina Gel (YPG) ava kir. Van pêşveçûnan jibilî Rojava li çar perçeyên Kurdistanê coşek mezin derxist holê. Lê ev pêşveçûn ne li gor dilê dijminên kurdan bû. Lewra hemû alîgirên xwe yên heremê xistin nava liv û tevgerê. Hevrêza Amûdê jî li gor hewildana van hêzan tevgerandina xwe ya tevlîhevkirinê zêdekirin û li dijî deskeftiyên kurd banga ji nû ve dagirkirina Rojava kirin. Li gor çarçoveya van hevrêzan ku ji bo bajarê Amûdê ya bi dehan salan di bin dagirkeriya dijminên kurdan de bû tu tiştî nekiribûn, piştî rizgarkirina bajêr, êdî gotinên wek e “Amûdê hatiye dagirkirin” bikaranîn û piştî 19’ê tîrmehê jî, ev reşkirin (antîpropaganda) û provakasyonên xwe zêde kirin.

Ev ciwan êdî hatibûn wê astî ku êrîşê nirxên xwe yên herî giranbûha ku di doza azadiya vê gelî de şehîd ketine kirin. Destpêkê êrîşên nirxên civakî kirin, dema ku karwanê cenazeyê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rûstem Cûdî dibirin Berkevirê, ji endamên Hevrêza Amûdê ku wek e Feysel Çanakçîk tê nasîn, wêneyên Rûstem Cûdî qetandin. Ev hewildana wan piştre jî hatin dubare kirin û lewheya “Hola Şehîd Cîhad Dêrik” şikandin û bi awayek şewitandî avêtin ser gora şehîdan. Dîsa hemû wêneyên “Şehîdên Tevgera Azadiyê” ku li ser kolanên Amûdê hatibûn daliqandin bûn hedefa êrîşên wan.

Asayîşê pêşî li provakasyonê girt

Di 2’ê tebaxa 2012’an de li ser sînorê Amûdê û Bakurê Kurdistanê 5 endamên Hevrêza Amûdê ji aliyê YPG’ê ve ku parastina sînor dikirin ve hatin girtin. Li cem van kesan, belgeyên ku derbarê cih û navên kesên ku di xebatên TEV-DEM’ê de cih digirin û derbarê xebatên TEV-DEM’ê de agahî dane, hatin bidestxistin. Ev kes dema dixwestin derbasî vî alî sînor bibin hatin girtin. Di girtinê de gelek tişt aşkere kirin ku ev hevrêz karê sîxûrtiyê jî dikin. Piştî girtina wan, Hevrêzên Amûdê daketin kolanan û dest bi provakasyonan kirin xwestin gelê kurd şerê hev û din bikin. Lê ji ber Meclîsa Gelê Kurd a Rojavayê Kurdistanê ev lêyistik dît, ji bo pêşî lê bigire hemû gel ji cihên xwepêşandanên van hevrêzan dûr xistin. Lê li van derdoran di seatên derengê şevê endamên vî hevrêzan êrîşên mala endamê Meclîsa Gel Rodî Seîd kirin û piştre jî êrîşê benda qontrola Asayîşê kirin. Lê dîsa jî hêzên asayîşê ji bo pêşiya provakasyonê bigirin tu gule bernedan û cihê xwe ji wan re hiştin.

Di 27’ê adara 2013’an de dema ku Partiya Azadî ji bo pirsgirêka ceyranê (kehrebê) ya Amûdê banga çalakiyê kir, Hevrêza Amûdê jî vê yekê ji xwe re wek e firsendekî dît û ket pey hewildanên provakasyonan. Ev çalakiya ku qaşo wê bi aştiyane hatibûya kirin, êrîşên noqteyên Asayîşê û alîgirên PYD’ê yên di kolanan de bûn kirin. Di encama van êrîşan de endamekî Asayîşê û 2 ciwanên kurd jî birîndar bûn. Her wiha êrîşên avahiyên PYD’ê û Heyva Sor a Amûdê kirin. Di van êrîşan de jî ziyana madî pêk hat.

Çekan belavkirin

Di dîmenên êrîşan de pir aşkere xûya dike ku kesê bi navê Ezîz Qirno bi çeka destê xwe de kesê derdorê li dijî saziyên bajêr sor dike. Dîsa wesayîteke bi rengê kesk çekan li derdora xwe hate belavkirin. Piştre derket holê ku ev wesayît jî ya birayê Ezîz Qirno, Heval Qirno ye. Di xwepêşandanê de li kêleka Ezîz Qirno endamê Partiya Yekitî yê bi navê Dêrsim, endamê Hevrêza Ciwanên Kurd Welat Fîto jî heyî gelek endamên Hevrêza Amûdê jî hebûn. Van kesan hem êrîş dikirin û hem jî kesên li dora xwe ji bo êrîş bikin sor dikirin.

Ji Stenbolê hat Amûdê û piştî bûyeran organîze kir dîsa vegeriya Stenbolê

Di 12’ê hezîrana 2013’an de kesê bi navê Mihemed Elî Welî ku endamê Encumena Niştîmanî Sûriyê ye û her wiha damezrînerê Koalisyona Netewî ya Muxalefeta Sûriyê ye ku ji eslê xwe ji Amûdê ye, ji Stenbolê hate Amûdê. Mihemed Elî Welî, nêzî hefteyekî li Amûdê dimîne û bi endamên Hevrêza Amûdê re civînan çêdike û kesên ji hevrêzê dûr ketibûn careke din vegerandibûn. Ev kes piştî van hewildanên xwe dîsa vegeriya Tirkiyê û bûyerên Amûdê destpê kirin.

Piştî van êrîşan saziyên ku rastî êrîşan hatibûn û hemwelatiyên Amûdê li cem Asayîşê giliya wan kirin. Li ser van giliyan ku hejmara wan ji sedî zêdetir bûn hêzên Asayişê di 17’ê hezîrana 2013’an de, Dêrsim, Welat, Ehmed Necarî ku wek Serbest tê naskirin binçavkirin.

Endamê Rêveberiya Asayîşa Rojava ya wê demî Haşim Mihemed, derbarê bûyeran wiha diaxive: “Destpêkê kesên êrîşên ser saziyên sivîl kirine, êrîşên gelê heremê kirine, tevlîhevî derxistine û bûne sebebê gelek pirsgirêkan, her wiha kesên ku me sûcê heşîş (hişberiyê) dikirin digotin me ji van kesan girtiye. Her wiha yên ji sînorê derbasî vî alî dikirin, me ji van 4 kesan girtin. Bi van ve girêdayî 3 kesên ku êrîşên saziyên sivîl kiribûn girt. Ji vana yek jê Serbest yek welat bû ya din jî Dêrsim bû. Ev her sê jî di nava wan de hatin girtin.”

‘Kanî heşîşa me kanê eroyîna me’

Li hemberê binçavkirinê Hevrêza Amûdê, bi piştgiriya meclîsa heremî ya ENKS’ê ji bo serbest berdana van xwepêşandan lidarxistin. Hê 3 rojan ku binçavkirin û lêpirsîna van kesan berdewam dikir de, ev koman dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kirin. Hevrêza Amûdê, xwest bi vê çalakiyê sûd werbigire, rê û kolanên Amûdê bigire û çalakiya girêva birçîbûnê li van deran pêk bîne. Lê ji ber ev hewildan wek e provakasyona hat nirxandin, nehat qebûl kirin.

Di dîmena çalakiyekî ku bişev li ber Mizgefta Selahadîn hatiye kirin, slogan û gotinên ku dihat kirin û yên derdorê jî lê vedigerandin armanca van çalakiyan radixist berçavan. Di van stran, sloganan de ev tişt dihatin gotin: “Kanî heşîşa me kanê eroyîna me, Welat çû, Dêrsim çû, Serbest çû, siwaro bide dû siwaro.”

Van provakasyon û tevlîheviyan ne tenê ev kesên ku ji Tirkiyê hatibûn, her wiha qenalên televizyon û ragihandina Başurê Kurdistanê jî bi bernameyên ku pirsan dikirin tevlî vê provakasyonî dibûn. Bi gotin û pirsên xwe yên provakatîf ciwanan sor dikirin. Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Beşîr Mela Newaf, vê hewildana qenalên televizyon û ragihandina başurê Kurdistanê şermezar dike û wiha dibêje: “Lê mixabin televizyon û ragihandina başurê Kurdistanê bi awayek provakasyonî vê bûyerî sor dikin û ketine pey girtina van çend ciwanên ku hemû bûyeran pêkanîne. Li aliyekî ve li ser gelê Rojava Ceyş El Hur in, aliyê din dewleta tirk e, li aliyekî ve jî rejîme û muxalifên rejîmê jî êrîşê deskeftiyên gelê Rojava dikin. Van xortên me yên nezan sor dikin û dav didin ser van bûyeran. Ev bûyer ji ber xwe ve çênebû, van hêzan dane pêkanîn. Gelê Amûdê vê yekê baş dizane.”

Wê demî endamê Rêveberiya Navendî ya Partiya Yekitî Merwan Eydî serokatiya Meclîsa Heremî ya Amûdê ya girêdayê ENKS’ê dikir. Lewra Merwan Heydî jî vê raya xwe bikaranî û xwest ya ENKS’ê jî bikşîne nava bûyeran. Vê yekî jî bi navê ku endamê wan a bi navê Dêrsim hatiye girtin dikir. Li ser banga ENKS’ê di 25’ê hezîranê de Dêrsim serbest hate berdan.

Endamê Rêveberiya Asayîşa Rojava Haşim Mihemed, diyar kir ku dema wan ya Dêrsim berda heta mala wan endamên Asayîşê bixwe birin danîn mala wan, ji bo ku saxlem bigihijînin û tu pirsgirêk dernekeve. Mihemed, da zanîn ku heta bavê Dêrsim bixwe jî amade bû û spasiya xwe jî kir. Li ser vê yekî rêveberiya Asayîşê ragihandin ku piştî lêpirsînê wê kesên din jî bêne berdan. ENKS’ê jî soza ku wê xwepêşandanan dawî bikin û aramî bînin Amûdê dabûn.

Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Beşîrê Mela Newaf, da zanîn ku wan bixwe çûne cem ENKS’ê û peyama asayîşê û gelê Amûdê ji wan re ragihandiye û wiha dom kir: “Me ji wan re got we bi xwe digot divê pêşiya van provakatîfan bigirin, wan Amûdê xira kir. Lê niha hûn li cem wan disekinin. Em nabêjin çalakiyên demokratîk nekin, bikin werin em jî dê li cem we bin. Ev sê carin heman tiştî dikin, em hêvî dikin ku hûn piştgiriya wan nekin. Lê hûn weguhezînin terafeke din hûnê berpirisyartiya wê hilînin.”

Li gor agahiyên hatine bidestxistin kesê bi navê Mihemed Elî Welî ku hatibû hefteyek li Amûdê bi endamên Hevrêzên Amûdê re civînan çêkiribû û vegeriyabû Stenbolê, di dema van çalakiyan de bi çalakvanan re her tim di nava diyalogê de bû. Heta wê demî jî hêzên Asayîşê ligel hemû hewildanên provakatîf jî van çalakiyan weke mafekî demokratîk dinirxand û tu mudaxeleyê nedikirin.

ENKS xwedî li soza xwe derneket

Di roja 27’ê hezîranê seat 17.00’an de li avahiya Partiya Yekitî liv û tevgerek destpê kir. Gelek endamên vê partiyî berê xwe dane avahiya partiyê û wisa xuya dikir ku ev partî wê xwedî li soza xwe ya weke “Em dê tu xwepêşandanek pêk neyinin û aramî pêk were û tu bûyer çêneb” dernekeve.

Li gor agahiyên ku hevjîna Ehmed Necarî (Serbest) Beyan Şêxê dane, diyar dike ku kesê bi navê Dêrsim ji avahiya Partiya Yekitî li wê geriyaye û gotiye ku ew dê girtina xwe wek bûyerek mezin nîşan bide û her çiqas here mezintir bike û wiha got: “Dêrsim ji min re wiha got ‘ev tişt ne rast e. Bila malbatên girtiyan li ser girtiyên xwe nepirsin. Tiştên ku ez ê bibêjim rastiya wan tune ye, tenê ez dixwazim bûyerê mezin bikim, PYD’ê û asayîşê di bin tohmetê de bihêlim. Bixwedê di bin çavan de gelek baş li me nêrtin, tiştek ji me kêm jî nedikirin. Lê dîsa jî ez ê PYD û asayîşê di bin tohmetê de bihêlim’. Her çiqas min jê re got tiştê tu dikî ne rast e jî dîsa bi ya xwe kir.” Piştî van gotinan jî Dêrsim bi endamên Partiya Yekitî re berê xwe dide cihê xwepêşandanê û li vir li ser girtina xwe qaşo tiştên nexweş li serê wê hatiye dibêje. Dêrsim, di daxuyaniya xwe de bi dijmîn, endamên asayîşê ku wek ji mitirbên Ebû Kemal hatine tawanbar dikir û bi gotinên wek e “Endamên asayîşê di dawiyê de hinek meqerûn xistin qutîkekî kûçikan û danîne ber me û gotin bixwe. Ev bê şerefiye” kesên derdora xwe sor dikir û rê li pêşiya provakasyonan vedikir.

Hevjîna Ehmed Necarî, Beyan Şêxê, piştre anî ziman ku Dêrsim piştî vê daxuyaniyê careke din lê geriyaye û gotiye ku “Wileh tiştên min got giş derew in. Li me baş nêrtin, tiştek ji me kêm nedikirin û di serî de jî me xwe bi endamên asayîşê re dixeyidand. Ji bo em karibin vê çalakiya xwe berdewam bikin min van derewan got.”

Di dema ku Dersim van axaftinan dike û ciwanan sor dikir, yekîneyekî YPG’ê ku piştî pêvçûna li dijî çeteyan a li ser riya Hesekê ku hefteyek dom kir û bi serkeftî encam bû, berê xwe dane bajarê Qamişlo, di bajarê Amûdê de derbas bûn, rastî provakasyonekî hatin. Di vê provakasyonî de kevir avêtin wesayîtên YPG’ê û gotinên xirab gotin.

Armanca van kesan an jî komên ku ji derve ve dihatin birêvebirin çi bû?

Yekîneya YPG’ê dema dîtin li wir xwepêşandan heye riya xwe guhert. Di dîmenan de jî tê dîtin ku hin kesên di nava xwepêşandanê de riya yekîneyê girtin û bi keviran êrîş kirin. Di êrîşê de fermandarê yekîneyê û endamên wî birîndar dibin. Lê dîsa jî yekîneyê mudaxeleyê nekir û tenê ji bo parastina xwe gule berda hewayê. Dema wesayîta yekîneyê ji nava girseyê derdikeve vê carê jî ji nava xwepêşandanan wesayît tê gulebarankirin. Di encama gulebaranê de şervanê bi navê Îsa Gulo jiyana xwe ji dest da, ev yek jî bû sedem ku yekîneya YPG’ê bersiv bidin û xwepeşandanê belav bikin. Di encama van êrîşan de her wiha 2 endamên YPG’ê jî birîndar bûn. Bûyer nedisekinî û dengê çekan berdewam dikir, di encama van bûyeran de 6 hemwelatî jî jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.

Dema mirovan van hemû pêşketin û bûyeran dinêre, hemû plan û êrîşên hêzên derve ya li hemberê deskeftiyên gelê kurd û hewildana dagirkeriya Rojava ye. Her wiha diyar dibe ku tu eleqeya van kes û komikan bi şoreş û nirxên gel re tune ye û di xizmeta dijminê gelê xwe de ye. Bi hewildanên xwe bûne aşiqê celadên xwe. Li ser vê yekê Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Beşîrê Mela Newaf, daxuyanî dide û got “Em ji van ciwanên Amûdê re tiştek nabêjin ne sûcê wane, lê hin kesên li pişt perdeyê hem di hûndir de hem jî li derve ku dixwazin bajarê Amûdê û deskeftiyên gelê kurd careke din bixin destê dagirkeran, van bûyeran dikin. Dixwazin Amûdê xira bikin.

Wêneyên derketin holê jî îspata vê yekî ye û cihê gotinan nahêlin. Wêne û dîmenên heşîşê yên li cihê endamê Hevrezên Amûdê Siwar Heto, li gundê wan Sancaxê hatine kişandin.

Her wiha wêneyên endamên Hevrêza Amûdê yên bi endamên komên îslamî re hene. Di wêneyan de endamê Hevrêza Amûdê Şerik Smaîl li kêleka endamekî komên îslamî xûya dike. Dîsa panqarta di çalakiya li Amûdê de hatiye vekirin de, dema endamên komên îslamî hatine Amûdê bi endamên Hevrêza Amûdê re hatine kişandin heye. Di panqartê de tê gotin “Amûdê qehremanên xwe silav dike” û piştgiriya komên çete tê kirin.

Bûyerên Amûdê bi vê yekê jî bi dawî nebû, Rojavayê Kurdistanê dema ji hêla komên çete û komên îslamî yên radîqal ve hatibûn dorpêçkirin ve di 7’ê tebaxê sala 2013’an de di seatên nîvro de dema wesayîta YPG’ê dixwaze biçe Serêkaniyê li ser riya giştî bombeya hatî bi cihkirin bi wesayîta YPG’ê ve tê teqandin. Bi wê re jî 2 wesayîtên din ku endamên çekdar têde hebûn gule direşînin û di encamê de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dide û yek jî birîndar dibe. Yên vê êrîşî pêkanîn derket holê ku ew kesên ku 2 sal in di Amûdê de tevlîheviyan çêdikirin bi xwe bûn. Ji ber ku li ser malperekî tora civakî hatibû ragihandin ku ev êrîş tola 27’ê hezîranê ye.

 

09:23-28.06.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً