LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Sedsala kurdan û destê Ehmedê Xanê    

Sedsala kurdan û destê Ehmedê Xanê    

Rojen Arî

 Yekîtiya Kurdan gotinek pir xweş e. Mirov pê keyfxweş dibe. Hêst û ramanên kurdan ser bilind dibin. Ji ber ku xewna sedî salan e. Yekitî û hevgirtin. xewna hemi kurdan e. strana kurdan, dengê kurdan, çanda kurdan ji bo mayinde û mîna rubarekê bê gotin. Wê çiqas mirov her û her serhildêr bibe.

Ez vê sibê rabum. Min stranekê kurdewarî guhdar kir. Strana ku dibêje, ”Bazîd e xweş bazîd e” hezar salan ya mirov kûr u dûr dibir. Stranekê wisa ye ku hemû berdêlên ji bo azadiyê ye. Bi zimanê berxwedanê dihat gotin. Rastiya kurdan serhildanên kurdan yê li hember dagirkeriyê pênase dike. Vê stranê mirov û civaka mirovan kêm jî be dida naskirin. Lê mirov dizan e.  Çima? Carna bi hêrs û kîndar dibe. Hovîtîya dewleta Tirk carna pêdivî pê nine ku mirov behs û qise bike. Ji ber ku ev sedî salin ji nirxên te yên civakê re rêz nagire. Nijadperestiya ku êrişên peyker û destê Ehmedê Xanê hate kirin peyama qirkirinekê siyasî û civakî ye.

 

Eger di vê sedsalî de yekitiya kurdan û hevgirtina kurdan çêbibe dibe ku destên Xanî cardin neyê şikandin. Ez wek peykerekê dest nagirim. Kombûyîna nirxên Kurdistanê hinek bi vê destê bedew hatibû nivîsandin. Mala Barzanî hinek li xwe vegere hinek bi zanebûna rûmetê pê bihese wê bizanibe nirxên kurdan û girîngiya kurdan a Kongreya Netewî çiqas pêdivî heye. Çi hewceye ku mirov her tim di herikandina dîrokê de û di bin çenkên dagirkerê Kurdistanê de tevbiger e. Eger bi qasî derziyê rûmeta Barzanî hebe wê di vê sedsalê de civaka kurdan û ya her çar perçeyên Kurdistanê wê hembêz bike. Însan û mirovên aqilmend çima rêveberiya gelê xwe dikin? Ji ber ku daxwaz û pêdiviya zanebûnê pêşde dibin. Ne tenê li ser esasê berjewendiyên xwe yên aborî tevdigerin. Di vê sedsalî de kurdan û her çar perçeyên Kurdistanê berxwedaniya xwe ya azadî û rumetê kir. Eger yekîtiya kurdan û deskeftiyên kurdan neyên parastin wê dîrok me hemiyan lanet bike. Wê demê ev sedsal, ev deskeftî wê were wenda kirin. Wê axa kurdan bê dagirkirin. Wê kurdan li gor berjewendiyên xwe qir bikin. Sibê dibe ku dereng bibe. Eger Kongreya Netewî çênebe wê dijminê kurd û Kurdistanê kêfxweş bibin. Wê keda destê Ehmedê Xanê û hemû zarokên ku ji bo azadiyê, ji bo niştîmaniyê xwe feda kirin, wê heqê xwîna xwe helal nekin.

Ez bawer im ev çarîkek helbesta seydayê Ehmedê Xanî, her tiştî radixe berçavan;

Ger dê hebûya me îtîfaqek

Wêk rabikira me înqiyadek

Rûm û ereb û ecem temamî

Hemiyan j ime ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ilm û hikmet

10:40.08.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً