LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Li gelek aliyên bajarê Reqqayê ku şerên giran dewam dikin,41 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
* Çeteyên DAIŞ`ê hemû riyên hundir û derve yên taxa Reqqaya Kevin mayîn kiriye. Armanca çeteyan ji mayînkirina riyan ewe ku riya şervanan a ber bi navenda bajar ve asteng bikin.
* Hêzên Asayîşê li Kantona Efrînê du erebeyên ku gelek cebilxane têde bûn û ji bajarê Idlibê yê dagirkirî dixwastin derbasî herêmên Şehbayê bibin, girtin.
* Hêzên Rêjîma Sûriyê û milîsên girêdayê wê di dema dawî de alîkariyên mezin ber bi Deraa ve şandin berî agirbestê.
* Balafirên şer bajarokê Ein Terma li gundewarê şamê topbaran kirin, heta niha agahî derbarê qurbaniyan de ne hatiye zanîn.
* Di êrîşa mûşekî ya koma têrorîst a Ehrara El şam li ser taxa Ermenê li bajarê Humsê li rojavaya Sûriyê, sê welatiyên asayî birîndar bûn.
* Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergel Lavrov ragihand ku agirbesta başûrê rojavayê Sûriyê di 9ê Tîrmehê de, di saetên nîvro de dikeve piratîkê.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* YBŞ’ê derbarê îdîayên çapemeniya PDK’ê de ku digotin “Balafirên şer ên Tirk êrîşî çeperên YBŞ’ê yên li Şengalê kirine” diyar kir ku ti êrîş li dijî çeperên wan nehatiye kirin û îdîayên tên kirin ne rast in.
* KNK’ê ji bo yekîtiya netewî û şêwira netewî serdana Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê (PSDK) kir.
* Jinên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, ji bo amadekariyên 3. Konferansa Jinan a Neteweyî li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê li hev civiyan.
* Hinek Parlamenterên Herêma Kurdistanê, ev ji mehekê zêdetire li ser pirsgirêkên li gel DaneGasê, ji hikûmetê daxwaza daxuyaniyekê dikin. Lê heta niha hikûmetê ti bersîv nedaye. Parlamenteran jî ragihandin ku ji bilî dosya DaneGasê gumana wan ji peymana li gel RusNeftê jî heye.
* Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê tevlî Kongreya Petrol a Cihanê dibe. Kongre di navbera 9 û 13ê Tîrmehê de li Stenbolê tê lidarxistin.
* Serokwezîra Almanyayê Merkel di gotinek xwe de di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê got: “Di mijara tekoşîna dijî terorê de divê piştgiriya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge were kirin. Di mijara referandumê de jî em piştgiriya herêma kurdî di nav yekîtiya Iraqê de diparêzin.”
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Piştî tevgera hewayî ya li Çiyayên Tendûrekê, balafirên F-16 herêm dan ber bombeyan.
* Gerîlayên HPG’ê, çalakiya li dijî Qeymeqamê Hewêl a sertê pêk hatî girt ser xwe.
* Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê li ser rê teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşkeran Tirk jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.
* Demîrtaş ji Kongreya DBP’ê re peyam şand û got: “Li dijî faşîzmê li her qadê geşkirina berxwedanê bi rêxistinbûna girseyên mezin ê gel pêkan e.”
* HDP ji bo bi girseyî tev li meşa Edaletê bibe, xwe amade dike.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Fermandariya Hêzên Deryayî ya Îranê eşkere kir ku wan ji bo zêdetir parastina ewlekariya geştiyên xwe, 52 komên deryayî şandine avê navnetewî yên azad.
* Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê derbarê kar û barên navnetewî Husên Emîr Ebdullahiyan di hevdîtina Ednan Mehmûd baylozê Sûriyê li Têhranê got: Dirêjkirina kirîzên navçê yên wekî destdirêjiya ser Yemenê, gefa êrişa eskerî ser Sûriyê û dewama kirîzên Riyaz-Doha bi hedefa firotina çek û sîlahên zêdetir bo welatên navçê ye.
– CIHAN
* Kopîtka G20 ku li bajarê Hambûrga Almanyayê birêve diçû, bidawî bû. Seroka Almanyayê Angela Merkel di dema pêşkeşkirina encamnameyê de daxwaza ser berdemakirina danûstaninên bazara azad anî ziman.
* Wezareta karê derve ya Birîtaniya ji kendava Erebî xwest ku kirîza xwe çareser bikin û di rêya gotûbejan re kirîza xwe bi dawî bînin.
06:35-09.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً