– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD`ê di operasyona lêgerînê ya li taxa Meşleb û Sînaa yên aliyê rojhilat yê Reqqayê de, gelek cenazeyên çeteyan tevlî cebilxaneyên wan û alavên leşkerî dîtin.
* Li eniya başûr û rojhilatê Reqqayê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê şer dijwar diqewime û di encamê de 18 çete hatine kuştin.
* Fermandara YJŞ`ê Denêz Şengal destnîşan kir ku ew ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê tevlî Hemleya Rizgarkirina Reqayê bûne.
* Jinên Ereb yekemîn tabûra xwe ya di bin sîwana QSD`ê de li herêma Dêrezorê bi navê”Tabûra Şehîd Amara ya Jinên Ereb” ava kirin.
* Yekîtiya Ciwanên Rojava li navçeya Cindirêsê yekemîn tabûra xwe ya leşkerî li navçeyê, bi merasîmekê ava kir.
* Di encama topbarana ArtêşaTirk û çeteyên girêdayî wê bajarok û gundên Şehbayê yên bi navê Şêx Îsa, herbel û Til Rifet (Erfad), 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok jî di nav de 5 sivîl birîndar bûn.
* Meclîsa Jinan a bajarê Minbicê yekem Akademiya jinan bi navê ʺŞehîd Sara Selman (Zîlan Heleb) vekir. Di akademiyê de wê jin di aliyê bîrdozî de werin perwedekirin.
* Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan de Mîstûra got:”Divê Kurd tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bibin.”
* Rêxistina Daiş du tankên Rêjîma Sûrî li enya şerê gundewarê Selemiyê ya Hemayê wêran kir.
* Şer û pevçûnên giran di nav hêzên Rêjîmê û Rikberiya Sûrî de nêzîkî devera Ebû Riwêl ya gundewarê Helebê yê başûr derketin.
* Hêzên Rêjîma Sûrî êrîşeke Daişê li ser xalên wan yên nêzîkî gundê Qilêb El-Sor li gundewarê Hema, şikand. piştî pevçûnên tund ku di encamê de bi dehan ji herdu aliyan hatin kuştin.
* Wezareta derve ya Îranê ragihand ku divê agirbesta li başûrê rojavayê Sûrîyê ku di navbera Amerîka û Rûsya de hate biryardan, ji tevahîya Sûrîyê re were berfireh kirin.
* Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî Huseyn Emîr Ebdullahiyan got: Divê Agirbest ji bo girûpên terorîstî li Sûriyê nebe derfeteke ji bo bêhinvedan û amadekariya wan.
* Berdevkê wezareta karên derve yê Komara îslamî ya Îranê got: Eger Amerîka li nav axa Sûriyê dest ji êrişên xwe bernede , birêketina agirbesta di nav vî welatî dijwar e.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Şandeya Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, li gel Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Berevanî û hejmareke din ên berpirsên hikûmeta Belçîkayê civiya. Berzanî got: “Me peyama gelê Kurdistanê gihande dostên xwe yên Belçîkayê. Helwesta wan pir bi dostane bû.”
* Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Rif’et Ebdûllah dibêje, bêyî çalakkirina parlamentoyê referandûm nabe û YNK jî beşdar nabe.
* Di 11.07.2017an de Biryar hat girtin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi fermî serlêdanê li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bide û bi fermî dest bi karê xwe bike.
* Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî bi fermî rizgarkirina bajarê Mûsilê ji DAIŞê ragihand.
* Serokê Amerîkî Donald Tramp ragihand ku :” Vegerandina Mûsilê ji dest Daişê, nîşana rojên dawî yên Rêxisitna terorîst li Îraqê û Sûriyayê ye”.
* Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Rex Tillerson, Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî û gelê wî welatî ji bo rizgarkirina Mûsilê pîroz kir.
* Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) daxwaz kir komîteyek ji bo lêkolînê li ser tewanên ku li Mûsilê pêkhatine bê ava kirin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Li 13 tax û 4 gundikên girêdayî Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Qedexeya li ser 23 taxên 3 navçeyê jî hat rakirin.
* Berdevk û Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir got: “Min jî dixwest di referanduma serxwebûna Kurdistanê de dengê erê bidim.
* Li qereqoleke Jendermeyan a li Manîsayê leşkerekî Tirk ku ji ber sedemên nayên zayîn 3 leşker kuştine û 3 jî birîndar kirin.
* 42 kes bi tawana hevkarî û peywendiya bi Fethullah Gulen re hatin girtin ji aliyê polîsên tirk ve.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Li Herêmên Parastina Medyayê 3. Kongreya Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bi beşdarbûna 100 delege û mêvanan pêk hat.
* Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf wê sefera New Yorkê bike di 17ê Tîrmehê ji bo beşdarbûna wî di civînekê bi Konseya Peywendiyên Derveyî ya Amerîkayê.
* Wezîrê parastinê yê DYA’yê James Mattis ji rejîma Îranê re got, hikûmeteke dijmine.
– CIHAN
* Çeteyên DAIŞ’ê bi belav kirina daxuyaniyekê kuştina emîrê xwe Ebû Bekir Bexdadî piştrast kir.
* Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Rex Tillerson ji bo çareseriya kêşeya Qatarê li Kendavê Ye. Û bi Kuveytî Şêx Sebeh Xalid El-Hamad El-Sebeh re hevdîtinek pêk anî.
* Nîqaşên ser hevdîtina kurê Serokê Amerîka Donald Trump, Donald Trump Jr û parêzera Rûs Natalia Veselnitskaya, ku dema hilbijartina seroktîya kom bûbûn, didomin. Donald Trump Jr berevanîya hevdîtina xwe kir.
* Li bajarê Îskenderiyê yê Misrê tankêra gazê ya barkirî li tesîsa petrokîmyayê de teqiya. Di encama teqînê de 44 kes birîndar bûn.
* Konseya wezîrên Erebistanê bi dubarekirina tawanên xwe li dijî Qeterê, vê carê bi hewldana ji bo têkbirina Konseye Hevkariya Kendava Farsê tawanbar kir.
* Hat ragihandin ku Balafirehek leşkerî ya DYA li nêzî bajarokê Leflore ya eyaleta Mîssîssîppî kete xwarê. Li gorî agahiyên destpêkê 16 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Sedema ketina balafirê ne hat naskirin.
04:55-11.07.2017
Rojev24