LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Reqa 32 çete hatin kuştin, şervan ketin taxeke din

Li Reqa 32 çete hatin kuştin, şervan ketin taxeke din

REQA – Di 24 satên derbasbûyî de li hemû eniyên bajarê Reqa di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şer dewam kir û şervan li başûrê bajar ketin taxeke nû. Di şer de segvan û endizyarê danîna mayînan jî di nav de 32 çete hatin kuştin.
Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya li bajarê Reqa didomînin. Piştî ku şervanan taxa Yermûk rizgarkirin û dest danîn ser pira El-Cedîd ya dinavbera taxa Yermûk û Taxa Nezlet Şihade , şervan derbasî taxa Nezlet Şihada ya li başûrê Reqa bûn. Di taxa Nezlet Şihada de şerên dijwar rû dan, li vir 5 çete hatin kuştin û hin çete birîndar bûn. Şervanan li vir dest danîn ser Doşka 23 û miqdarek çek û cebilxane jî ket destê şervanan.
Li taxa Reqa ya kevin jî şer didome. Şerê li vir di saetên şevê de pir dijwar bûn, şerê herî dijwar li derdora Mizgefta El-Etîq ya li nivî taxê qewimîn. Di şerê ku îro di saetên sibê de veguherî şerê demkî de 12 çete hatin kuştin, ji van 3 segvan in û yek endizyarê danîna mayînan bû, her wiha yek ji wan xebatên ragîhandinê dida meşandin. Di şerê li vê taxê de termê 7 çeteyan ket destê şervanan. Şervanan li vir panzêrek ruxandin û miqdarek çek û cebilxane desteserkirin.
Li rojavayê bajar jî di taxa El-Berîd û El-Diriye de şerên dijwar derketin. Di şerê li vir de 6 çeteyên DAIŞʹê hatin kuştin. Şervanan dest bi opersyoneke berfireh ji bo paqijkirina taxa Yermûk ku 2 roj berê hate rizgarkirin kirin. Li vê taxê şervanan miqdarek mezin ji çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin. Di nava cebilxaneyên çeteyan de çeka Laf ya ayîdî Tirkiyê û fûzayên germahiyê hatin dîtin.
Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek a li başûrê bajar di navbera şervanên QSDʹê ku di nava pêşveçûnê de bûn û çeteyan de şer derket.Di şerê li vir de 9 çete hatin kuştin.
Di şerê li hemû eniyan ku di navbera şervanan û çeteyan de rû dan 2 şervanên QSDʹê şehîd bûn û 3 şervan birîndar bûn.
01:00-18.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan têkildarî şewata li girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew demildest …

اترك تعليقاً