LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / 19’ê Tîrmehê serkeftinek bi vîn û modela çareseriyê ye

19’ê Tîrmehê serkeftinek bi vîn û modela çareseriyê ye

QAMIŞLO – Li derveyî tevgerên kurdî yên heta niha, li Rojava tevgerek nû ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye honandin rûpelek nû vekir. Têkoşîna bi dehan salan, di pêvajoya Şoreşê de veguherî sîwaneyeke ku hemû reng û dengan dihewîne. Her wiha ji bo aloziya Suriyeyê bû tekane çavkaniya çareseriyê.

Di pêvajoya Şoreşa Rojava de partî û tevgerên ku ji kevneşopiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyeyê (1957) tên, rewşa perçeyî derbas nekirin û nekarîn xwe ji bin bandora hêzên derve xilas bikin. Lê aliyê din tevgereke nû ku dê di her warê jiyanê de kevneşopiyek nû bi afirîne û bibe rojeva hemû cîhanê derketibû holê.

Ocalan û rûpelek nû

Bêguman bandora serhildanên gel ên li Suriyeyê ku di sala 2011’an de destpê kirin, li ser Şoreşa Rojava heye, lê bingeha şoreşê heta salên 1980’yan diçe. Mirov dikare bêje ku têkoşîna kurdan a bi dehan salan ji “Bihara Gelan” re pêşengî kir. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandora xwe li vî parçeyî jî kiribû. Piştî ku Ocalan di sala 1979’an de di ser Kobanê re derbasî Rojava bû, li vê xakê 20 salan têkoşîneke mezin meşand. Di encama vê têkoşînê de kurdên Rojava jî cara yekemîn di vê astê de xwe birêxistin kirin û doza mafên xwe kirin. Ji siyaset heta çand û ziman, ji civakîbûnê heta fikra netewî û parastina tevahiya Kurdistanê di her warî de pêngavên gelekî mezin hatin avêtin. Bi hezaran ciwanên Rojava li çar perçeyên Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn û tevlî karwanê pakrewanan bûn.

Bedena sîstemê: Rêveberiya Xweseriya Demokratîk

Xebatên ku piştî 19’ê Tîrmeha sala 2012’an hatin destpêkirin, di sala 2013’an de êdî veguherî bedenekê. Di 14’ê Tebaxa 2013’an de Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah der barê mijarê de li Qamişloyê civîneke çapemeniyê lidar xist û anî ziman ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûne û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vegot. Piştî vê daxuyaniyê proje pêşkêşî sazî, rêxistin û partiyên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Ermeniyan hat kirin.

Di 8’ê Îlonê de jî nûnerên MGRK Û ENKS hatin cem hev û ragihandin ku ew xwedî li projeyê derdikevin. Proje êdî li ser navê her du meclîsan pêşkêşî pêkhateyên etnîkî û olî yên din hat kirin.Di 7 û 12’ê Mijdara 2013’an de bi beşdariya hemû pêkhateyên etnîkî li Qamişlo 2 civîn  hatin lidarxistin. Di encama civînê de Meclîsa Hevpar a Damezrîner a Rêveberiya Demkî hat avakirin. Di bin sîwana meclîsê de jî komîteyên li ser qanûna hilbijartinê, şêweyê rêveberiyê û qanûndanînê, hatin avakirin. Lê ENKS ku berê xwedî li projeyê derket, beşdarî civînan nebû. Lê hin partiyên girêdayî wê beşdar bûn.

Her çiqasî Koalîsyona Suriyeyê, Tirkiye û PDK li dijî vê pêngavê derkevin jî, xebat dom kirin. Di 1’ê Kanûna 2013’an MGRK û ENKS li navenda PYD’ê ya li Qamişlo hatin cem hev û mijarên civîna Cenevre-2 û Rêveberiya Demî nirxandin. Di civînê de biryar hat dayîn Desteya Bilind a Kurd were aktîfkirin û li ser girîngiya temsîlkariyeke bi yek heyetê li Cenevre-2 hate rawestîn. Di 2’ê Kanûnê de bi beşdariya meclîsa amadekar a rêveberiya demî û komîteyên wê de li Qamişlo civîneke duyemîn pêk hat navê Meclîsa Hevpar a Rêveberiya Demî weke “Meclîsa Çêkirina Qanûnan” hat guhertin. Di civînê de biryar hat dayîn ku rêveberên Efrîn, Kobanê û Cizîr  bibin kantonên xweser. Navê kantonan jî weke “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk” hat destnîşankirin.

Li ser van pêşketinan ENKS di 5’ê Kanûnê de kom bû û biryar da ku beşdarî rêveberiya xweseriya demokratî nebe, ji Desteya Bilind a Kurd derkeve û bi heyeteke cuda beşdarî Cenevre-2 bibe. Lê Desteya Amadekirina Belgeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di civîna 2’yê kanûnê ya Meclîsê de hatibû amadekirin, amadekariyên belgeyên rêveberiyê bi dawî kirin. Desteyê xebatên xwe di bin sernavên  “Diyarkirina Rengê Rêveberiyê”, “Çêkirina Qanûna Hilbijartinê” û “Amadekirina Hevpeymana Civakî” meşandin û di 20’ê Kanûna 2013’an de li Qamişlo di civînekê de nirxandin.

Di 29’ê kanûna 2013’an de jî serlêdana 5 tevger û saziyên din a ji bo tevlîbûna rêveberiya xweser, ji aliyî Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan ve hate erêkirin.  Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser banga Dîwana Meclîsê di 31’ê kanûna 2013`an li bajarê Amûdê bi beşdariya 65 delegeyên ji nûnertiya 48 partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî û kesayetên serbixwe pêk tên civiya û xebat nirxandin.

Di 5’ê çileya 2014’an de jî 6 rêxistin, tevger û kesyetên serbixwe  ji bo tevlîbûna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxwazname pêşkêşî Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî kirin û hatin erêkirin. Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demî  di 6’ê Çileya 2014’an de dîsa li bajarê Amûdê bi beşdariya nûnerên 52 partî, rêxistin, tevgerên civakî yên sivîl, tevgerên jin û ciwanan, 15 kesayên serbixwe civiya û pêşnumayên “Rengê Rêveberiyê, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” qebûl kirin. Ev proje jî wekî modelek jiyana hevbeş, wekhevî û aştiyê ji bo herêmû û Rojhilata Navîn hate nirxandin û gelekî deng veda.

Di 14’ê çile de jî serlêdanên 5 rêxistin û 8 kesayetan hatin qebûlkirin. Dîwana Meclîsê di 19’ê Çileyê de jî dîsa li Qamişlo civiya û sererastkirinên dawî kirin. Di 21’ê Çileyê de jî Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Amûdê civiya û Rêveberiya Demî ya Qantona Cizîrê îlan kir. Di 27’ê Çile de li Kobane, di 29’ê  Çile de jî li Efrînê rêveberiya xweser hate îlankirin.

Piştî îlankirina rêveberiyên xweser êdî hemû xebat di bin sîwaneyan wan de hatin meşandin û dîplomasî jî li ser navê wan hatin meşandin. Di vê çarçoveyê nûnertiya yekemîn a Rêveberiyê di 15’ê Tebaxa 2015’an de li Silêmaniyê, ya duyemîn jî di 10’ê Sibata 2016’an de li paytexta Rusya Moskow hate vekirin. Dîsa di civînên Qahîre, Moskow, Ewropa yên ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyeyê hatin lidarxistin de temsîliyeta rêveberiya xweser hate kirin.

Mînaka ji bo Suriyeyê û MSD

Di demeke ku aloziya Suriyeyê kurtir dibû de, modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo tevahiya Suriyeyê û Rojhilata Navîn jî dibû mînak. Lewma ji Suriyeyek demokratîk jî xebat hatin meşandin. Di sala 2015’an de TEV-DEM’ê projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê pêşniyar kir û bi gelek derdoran re hevdîtin hatin kirin. Xebatên vê projeya ku hem li derve hem jî li hundir bi erênî hate pêşwazîkirin, piştî demekê ji aliyê komîteyek amadekar ku ji pêkhateyên cuda pêk tê ve hatin meşandin. Di encama van xebatan de di 8-9’ê Kanûna 2015’an de li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê bi beşdariya nûnerên kurd, ereb, suryan, tirkmen û kesayetên serbixe Kongreya Suriyeya Demokratîk hate lidarxistin. Di vê kongreya ku cara yekem li ser navê muxalefeta esasî li xaka welat dihat lidarxistin de, Meclîsa Suriyeya Demokratîk hate avakirin. MSD’ê di demeke kurt de deng veda û bi taybetî di hevdîtinên Cinêv-3 de bû rojev. Hinek endamên wê ji bo civînê hatin vexwendin lê wana vexwendina şexsî qebûl nekirin. Niha jî ji bo federasyona Suriyeya demokratîk têkoşîna xwe didomîne.

Dikare bê gotin ku 5 salên şoreşê û têkoşîna li Rojava di dîroka kurda de cara yekemîn îradeyek xurt derxist holê û xwe bi cîhanê da qebûlkirin. Êdî kurd ji têkoşîna bidestxistina mafên xwe wêdetir, ji bo tevahiya gelên herêmê pêşengiya avakirina jiyanek azad û wekhev dikin. Bi model û îradeya xwe wekî aktorek derketine holê û nîşan dane ku bêyî wan sîstemek nayê avakirin.

Pêdiviya gelan mezintir bû: Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê

Di hemû civînên ku di bin navê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê di serî de Cinev û her wekê din dihatin kirin de, ji ber projeyeke ku berjewendiyên gelan dihewîne nehate derketin, bê encam diman û her çiqas diçû bê wate diman. Li ser vê yekê hemû gel û pêkhateyên cihê xwe di nava MSD’ê de digirtin, bi civînan nîqaşên ji bo hemû gelên Sûriyê pêwîstî bi sîstemek heye hatin kirin.

Di encama nîqaşan de di dawiya sala 2015’an de biryar hate derxistin û di bin navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê de, ji bo bê nîqaşkirin komîteyek demkî hate avakirin. Erka vê komîteyî jî ew bû ku taslaxek bê amadekirin û ev di nava civakê de bê nîqaşkirin û li gor nêrîn û pêşniyaran li ser bê zêdekirin an jî kêmkirin.

Li ser vê esasî hemû pêkateya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di 17’ê Tîrmeha 2016’an de li navçeya Rimêlan a bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê bi beşdariya 200 delegeyan ên ji Ereb, Kurd, Tirkmen, Çeçen, Asûrî-Sûryanî û her wekê din civiyan. Di encama civînê de Reşnivîsa Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê hate aşkere kirin.

Di her qadî de hemû mafên gelan berçav hat girtin

Reşnivîsa Federaliya Demokratîk ku bi “Jêrenot” ek a armanca reşnivîsê diyar dike, destpê dike, ji 4 beşan û 85 madeyan pêk tê. Beşa yekem ku ji 1 heta 18 madeyan li ser rêgezên giştî diyar dike, beşa duyem; ji 19 heta 53’an li ser maf û azadiyên giştî, Beşa sêyem; ku 11 perçeyan pêk tê li ser pergala civakî rawestiya ye. Beşa çarem jî; di bin madeya 85’emîn de di bin navê bendên madeyan de, serwertiyên (hukmên) giştî diyar dike.

Jêrenot a destpêka reşnivîsê de hatiye nivîsandin wiha ye:

jêrenot

Em gelên Rojava-Bakurê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Tirkman, Ermen, Çîçan, Çerkes, Musilman, Xirstyan û Êzîdî û bi cudahiya doktrîn û mezhebên xwe, xweş bîr dibin ku netewe-dewlet ji bilî pirsgirêk, aloziyên dijwar û êşan ji gelên me re neanîne. Nîşana herî xurt li ser vê yekê, jankêşana gelê me yê Sûriyê bi cudahiya pêkhateyên xwe ku ji sîstem û zora rêjîma neteweperest, totalîtarîzm û dîktatoriya navendî dibîne, her wiha rewşa ku welat gihaştiyê ji wêran, xerabûn û parçebûn di tevna civakbûnê de. Îro roj Kurdistan, Bêtnehrîn û Sûriyê bûye navenda kaosa ku li  herêma Rojhilata Navîn tê jiyankirin, a ku bi hikûmetên dîktator mubtela bûye.

Ji bo vê em dibînin ku pergala federaliya demokratîk ew e sîstema herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî, civakî û neteweyî li Rojavayê Kurdistanê û marebo Bêtnehrên, ku beşdariya hemû kes û koman bi wekheviyekê di guftûgo, biryardayîn û pêkanînê de, liberçavgirtina cudahiya etnîkî û olî li gorî taybetmendiyên her komek birêxistinkirî li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan, wekheviya hemû gelan di maf û erkan de,  sazûmankirî li ser têgeheke erdnîgarî û nenavendiya siyasî û rêveberî di nava Sûriyeke yekbûyî de, rêzgirtin ji belgeyên mafên mirovan û parastina ewlehiya navxweyî û cîhanî

Di bin siya pergala federaliya demokratîk de dê hemû pêkhateyêh gel, rêxistin û saziyên xwe yên demokratîk saz bikin û di serî de jin û ciwan. Her wiha pêkanîna hemû çalakiyên siyasî û civakî bi awayekî azad, ligel hemû ciyawaziyên ku hevjiyana azad û wekhev peyda dike.

Pergala Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyê di vê hevpeymanê de çanda Dayîka Xwedawend bingeh digire, her wiha mîrateya mirovatî û exlaqî yên pêxember, fîlozof û zaneyên ku lêkolînan ji bo rastî, dadmendî û wekheviyê dikin û mîrate û dewlemendiya çandî ya şaristaniya Sûriyê, Kurdistan û Bêtnehrên ji xwe re bingeh digire, bi vîna azad a hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê û li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk, lihevkirin li ser vê hevpeymanê pêk hat.”

Di bin pergala federaliya demokratîk de li Girê Spî û Minbic mînaka xwe ket meriyetê

Di çerçoveya reşnivîs û pergala Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, destpêkê li Til Ebyat (Girê Spî) û piştî bajarê Minbic ku di encama 73 rojan ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, kete meriyetê. Ev yek bi awayek berfireh kete rojeva gelên heremê û ligel hemû antîpropaganda, reşkirin û êrîşên ya ji hêla hêz û dewletên li hemberê vê sîstemî derdiketin jî, her çiqas diçe berfirehtir dibe. Lewra jî niha li Reqayê ku hemleya rizgarkirinê berdewam dike de, bi beşdariya Kurd, Ereb, Suryan ên heremê Meclîsa Sivîl a Reqayê hate avakirin, diyar dikin ku ev pergal ya Sûriyê parçe nake û berovajê wî ya gelan digihîjîne hev. Bi vê daxuyaniya xwe re jî wek e mînak Til Ebyad (Girê Spî) û Minbicê nîşan didin.

19.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً