LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Hevseroka Partiya Jiyana Azada Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn got ku neçêkirina tifaq û yekîtiya hizbên Kurdan dikeve xizmeta siyaseta Îran ê, Vejîn got; “Ji bo wê jî daxwaza me ji hemû hizbên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi berpirsiyartiya xwe ya yeketî û tifaqê rabin.”
– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Fermandariya Giştî a Yekîniyên Parastina Gel (YPG) foca yekem a bajarê Heseke bi merasîmeke hate îlan kir.
* Çekdarên Rêxisitna DAIŞ ê êrîşî bargehên Rêjîma Sûriyê li newala El-Weir li ser sînorê Sûriyê-Îraqê kirin, û di encamê de bêhtirî 20 leşkerên Rêjîmê haitn kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
* Rojnameya Waşinton Post nûçeyeke belav kir tê de biryara serokê Amerîkî Donald Tramp ya rawestandina dana çekan ji bo Rikberiya Sûriyê eşkere kir.
* Hêzên Rêjîma Sûriyê bi alîkariya milîşên biyanî derbasî sînorê bakur yê parêzgeha Humsê bûn, piştî ku devera Xirbet Mekman li bakurê devera Suxnê kontrol kirin.
* Televîzyona El-Meyadînê ya Lubnanî raghand: hejmarek zêde ji leşkerên girupên çekdar yên girêdayî dewleta tirkiyê li sînorê Sûriyayê kom bûne da ku derbasî navçeya Bab El-Hewayê bibin.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Rûsyayê ragihand ku peymanek bi Iraqê re ji bo sewqiyeta tankên T-90’î îmze kirine.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Belafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker di 20.07.2017an de Gundê Bukrîska û derdora wî bombaran kir.
* Li herêma Tandurekê ya di navbera navçeya Ebexê ya Wan û navçeyên Bazîd û Giyadîn ên Agiriyê tevgera helîkopterê dewleta Tirk hebû. Leşker û cerdevanên li zozanên Tendurekê ketin nava tevgerê, bû encam ku fikarê welatiyan zêde kirin.
* Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca bi wekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 672’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
* Wezareta Berevanî ya Amerîka diyar kir ku ji ber ku Ajansa Anadol ê nexşeya baregehên Amerîka yên li bakurê Sûrîyê weşandiye, fikarên wan yên ser Tirkîyê pirtir bûne.
* Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel hişyarî da welatiyên xwe û got, “Her Elmaneke/î biçe Tirkiyeyê dikare bê girtin.”
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Amerîka rapora salane ya şerê li dijî terorê eşkere kir, Li gor rapora ku Wezareta Derve weşandiye, welatê ku herî pir piştgiriya terorê dike Îranê ye.
03:30-20.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً