CERABLUS – Nîqaşên ku Serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro çend roj berê li Cerablûsê bi endamên MÎT û komên çete yên ASA re hevdîtin kiriye, berdewam dike. Derket hole ku Ibrahîm Biro ji sala 2012’an de bi endamên El Nûsra, Tabûra Mişeal Temo ku bi hev re êrîşên Serêkaniyê kiribûn re hevdîtinan kiriye û hêj jî têkiliyên xwe ne bi MÎT’ê re û ne jî komên çete yên dijî deskeftiyên Rojava şer dikin re qût nekiriye.
Nîqaşên ku Serokê Encûmena Niştîmanê Kurd ê li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro çend roj berê li Cerablûsê bi endamên MÎT û piştre jî komên çete yên Artêşa Sûriya Azad (ASA) re hevdîtin kiriye, berdewam dike. Di hevdîtinan de li ser îhtîmala dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta tirk ve wê ENKS çawa alîkarî bide û wê rola wî çi be hatiye nîqaşkirin. Her çiqas Ibrahîm Biro li ser malpera xwe vê hevdîtina xwe înkar dike jî lê ji ber ji aliyê her kesî ve tê zanîn Biro, ji sala 2012’an v edema komên çete yê El Nûsra û Tabûra Mişeal Temo êrîşê Serêkaniyê kir û komkujiya sivîlan pêk anî heta niha hevdîtinên wan a bi hev re qût nebûye.
Têkiliya Biro bi El Nûsra, Tabûra Mişeal Temo û êrîşên Serêkaniyê
Di sala 2012’an de dema komên çete û Cebhet El Nûsra êrîşê bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê dikin, bi hewildana Serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro hin komên çekdar ên kurd tên avakirin. Hat ragihandin ku dewleta tirk bi riya Serokê ENKS’ê Biro, komên çekdar ên bi nave Tabûra Mişeal Temo, Ketîba Azadî û Selahadîn ku girêdayên ENKS’ê ne tên avakirin. Ibrahîm Biro û ENKS ji bo ev kom derbasî Serêkaniyê bibin her roja înê bi daxuyaniyan radigihandin ku divê ev kom wek e parastina vê bajarî divê derbasî Serêkaniyê bibin û her wiha piştgiriya xwe ji bo êrîşên El Nûsra tanîn ziman. Armanca ENKS’ê û Ibrahîm Biro ew bû ku serweriya Serêkaniyê ew bikin û ji xwe rayedarên hikumeta AKP’ê jî her tim vê yekî tanî ziman.
Her çiqas ev hewildan û daxwaza Ibrahîm Biro û dewleta tirk pêk nehat jî lê Biro têkiliya xwe ya bi komên çete û grubên çekdar ên ji hêla ENKS’ê ve ku bi El Nûsra re êrîşê Serêkaniyê kiribûn û komkujiya sivîlan pêk anî bû re tu caran qût nekir. Biro vê têkiliya xwe heta li welatên Ewropa, Stenbolê û Nemsa (Awusturya) dom kir. Biro heta demên dawî jî bi fermandarê Tabûra Mişeal Temo Usama El Hîlalî ku di dema êrîşê Serêkaniyê de birîndar bibû û piştî li Tirkiyê tedawî dît derbasî Awusturya bû re qût nekir û hevdîtinên xwe domand.
Têkliyên Ibrahîm Biro bi Usama El Hilalî re çi ne ?
Fermandarê Tabûra Mişeal Temo Usama El Hîlalî bi komek endamên xwe re bi Cebhet El Nûsra re êrîşê Serêkaniyê kiribû komkûjiya sivîlan pêk anîbûn. El Hîlalî jî di wî êrîşî de birîndar bibû û ji aliyê endamên MÎT’ê ve li Rihayê bi awayek taybet eleqadarî hatibû nîşandan û ew tedawî kiribûn. Piştî tedawiyê El Hîlalî derbasî Awusturya (Nemsa) bû û tê gotin hêj jî li wir dijî. Hat ragihandin ku Ibrahîm Biro piştî her civînên li Stenbol û Enqere ya bi rayedarên dewleta tirk re dike, diçe Awusturya û di bin navê semîner û civînan a bi endamên ENKS’ê re bi El Hîlalî re jî hevdîtinan dike. Di wêneya Ibrahîm Biro, Rêzan Şêxmûs û El Hîlalî bi hev re hatî kişandin de, tê ragihandin ku di vê civînî de kesên kurd ên ku berê di nava Cebhet El Nûsra û komên çete yên girêdayên ASA de cihê xwe digirin ji nû ve aktîf bikin û di bin navê komên nû de li dijî YPG/YPJ’ê şer bikin hatiye nîqaşkirin.
AKP û PDK dijbertiya xwe ya deskeftiyên Rojava bi riya Biro dide gotin
Di her serkeftinekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, hikumeta AKP/Erdogan û PDK nerazîbûnên xwe tînin ziman lê ji ber ji hêla hêzên navneteweyî û gel ve wan wek e dijminên kurdên Rojava dihesibînin bandore xwe zêde nake. Bi taybetî di demên dawî de AKP û PDK nerazîbûn û hewildanên xwe yên li dijî deskeftiyên Rojava bi riya ENKS bi taybetî jî Serokê wî Ibrahîm Biro pêk tîne. Mînaka sereke ya dema dawî çekdayîna YPG’ê ya Amerîkayê ye. Di dema çekdayînê de hem rêveber û hem jî Serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro daxuyanî dan û gotin “Divê Amerîka çek nede YPG’ê ji ber ku tu firqa YPG’ê ji DAIŞ’ê tune ye”. Hemû gel û hêzên navneteweyî êdî hêza QSD’ê bi taybetî jî YPG/YPJ’ê tekane hêza li dijî terora DAIŞ’ê ya dijmirovahiyê serkeftî qebûl dikin, lê ligel gelek serkeftinan tenê dewleta tirk AKP, PDK û ENKS qebûl nake.
Ev yek jî ji hêla her kesî ve wek e AKP û PDK nerazîbûn an jî dijberiya xwe ya deskeftiyên gelê Rojava û Bakurê Sûriye bi riya ENKS’ê bi taybetî jî Ibrahîm Biro tîne ziman û pêk tîne. ENKS û serokê wî Biro, ligel ji roja Şoreşa Rojava heta niha dewleta tirk êrîşên li ser sînorê Rojava dike heta niha tu daxuyaniyeke şermezarkirinê nedaye an jî di hevdîtinekî xwe ya dîplomasiyê de nerazîbûna xwe neaniye ziman. Beravajê wê, di hemû daxuyanî û xebatên dîplomasiyê de dosya li ser dosyayê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, YPG/YPJ’ê bi dewletên navneteweyî re parve dike.
Her wiha pê re jî, Biro ji bo operasyonek an jî dagirkeriyeke îhtîmal a li Efrînê, civîn li ser civînan bi MÎT, rayedarên hikumeta AKP’ê û artêşa tirk re pêk tîne.
Biro hevdîtinên xwe înkar dike lê…
Çend roj berê Serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro li Cerablûsê pêşî bi endamên MÎT’ê re û piştre jî bi komên çete yên girêdayên ASA yê re pêk anîbû. Her çiqas Biro di ser malpera xwe de vê hevdîtinî înkar dike jî lê ji hêla her kesî ve tê nirxandin ku Biro ji sala 2012’an ve hevdîtinên xwe yên bi komên çete re qet qût nekiriye û ev hevdîtin ekît pêk hatiye.
Ibrahîm Biro kî ye?
Di sala 1965`an de li bajarê Amudê ji dayik bûye. Peymangeha Beşa Riyên Hesin li Helebê xwendiye. Sala 1982`an de tevli nava Partiya Şexîlê/Partiya Karkerên Kurdê Suriyê bû. Sala 2000`an de bû endamê navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdê Surî. Di Kongreya 7 mîn ya sala 2013`an de bû sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî ya Surî PYKS. Niha jî Serokê ENKS’ê ye û li derveyê Rojavayê Kurdistanê dijî.
Çend caran dizîtî li ser îsbat bûye jî lê ji karmendiya rejîmê nehatiye avêtin
Serokê ENKS’ê Biro, li Qamişlo di Stesyona (sikê) trênê de wek e karmendê rejîmê dixebitî. Li gor îdeayan Biro bi hinceta karê nelirêtiyê (dizitiyê) ji kar hatiye dûrxistin. Di wê demî de li gor zagon (yasayên) rejîmê kesekî ku ceza nexwaribe ji karmendiyê nayê avêtin, careke din karmendiya xwe domandiye. Ibrahîm Biro ku gelek caran sûcên dizitiyê li ser îsbat bûye jî ji hêla rejîma Sûriyê ve nehatiye girtin û cezayê hepsê nexwariye. Sedema vê jî kesên di wê demî de pê re karmendiyê dikirin, anîn ziman ku Ibrahîm Biro tu caran ceza lê nehate birîn, her carê 2-3 seat diçû li Miduriyeta Ewlekariyê ya rejîmê rûdinişt û ew berdidan. Heman karmendan anîn ziman ku jixwe hevalên Ibrahîm Biro di nava Ewlehiya Rejîma Sûriyê de hebûn û ligel karê nelirê dikir jî bi riya wan piştî çend seatan serbest dihat berdan.
Niha dema mirov li van kar û xebatên Ibrahîm Biro ya li jor hatî rêzkirin binêre, hevdîtina wî ya bi MÎT û komên çete yên ASA re çêbûye an na, nirxandinê ji rayagiştî re bihêlin.
Rohan Ebdulah
20.07.2017
Rojev24