LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Taştekîn: Hesaba Tirkiyê ya li ser Efrînê çima negirt?

Taştekîn: Hesaba Tirkiyê ya li ser Efrînê çima negirt?

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê El Monîtorê Fehîm Taştekîn li ser êrîşên Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin nivîsand. Taştekîn, diyar dike ku plana mudaxeleyê ya Tirkiyeyê ku sinyala wê di 5’ê tîrmehê de operasyonê li ser Efrînê bike rotar xwar. Ragihandina nêzî hikumeta AKP’ê jî ya Rûsya û DYA’yê sûcdar dike.

Nivîskar û rojnamevan Fehîm Taştekîn, di malpera El Monîtor de li ser êrîşên Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê ve hatî kirin nivîsand. Taştekîn, di nivisa xwe de diyar dike ku Tirkiye, ji bo dawî xweseriya kurd a di Efrînê de ku di bin qontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye bîne, di nava çend hefteyan de bi hezaran leşkerên xwe ji harekatê re amade kiribû. Heta ragihandina hikumeta AKP’ê ji bo operasyonê “Wê piştî 5’ê tîrmehê destpê bike” dîrok jî dabû.

Nivîsa Fehîm Taştekîn, wiha ye:

“Plana mudaxeleyê ya Tirkiyeyê ku sinyala wê di 5’ê tîrmehê de operasyonê li ser Efrînê bike rotar xwar. Ragihandina nêzî hikumeta AKP’ê jî ya Rûsya û DYA’yê sûcdar dike.

Di hewaya amadekariya herbê de alên Efrîn û Til Rifat hatin topbaran kirin. Her kes ku destê wê li ber guhê wê li benda şer bûn, aliyên hikumeta AKP’ê dest bi gazincan kir û dibêjin DYA û Rûsya bi taqtîkên ewiqandinê operasyona ku Tirkiye  bi Artêşa Sûriya Azad (ASA) re plan dikir asteng dike.

Vaye bi vê awayî polîtîkaya Tirkiye ya demên dawî li ser heremên kurdan ku di navbêra “Bi azîm hatiye pivdan” û “Rastiyên faliyetê de” çûnûhatin dijî ye.

Çewa ku Tevgera Mertalê Firatê bi saya serê bi pêxistina lempeya kesk a Rûsya û çavlêgirtina DYA’yê pêk hatibe îhtîmala hemleyeke nû jî dîsa girêdayê daxwaza van her du hêzan e. Ji bo pêşdîtina vê tenê li rewşa sehayê nihêrtin kafî ye.

Di hesabê de lihevkirina nîhaî ya derbarê plana avakirina heremên bê pêvçûnê wê di 4’ê tîrmehê de li Astanayê hatibûya îmzekirin û piştre jî wê operasyona Efrînê dest pê kiribûya. Eger di Astana de pirsgirêkek derketibûya wê ev car di lutkeya G-20 a di 7-8’ê tîrmehê de li Hambûrgê pêk tê de ji hêla Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, muxatabên xwe yên Amerîka û Rûsya ji operasyonê re îkna kiribûya. Lê çewa di Astanayê de hevpeymana derbarê heremên bê pêvçûn nehat danîn, wisa jî Erdogan ku hêvî dikir di qeleştoka Amerîkan-Rûsya de ji xwe re riyekî bibîne ji hevdîtinên Hambûrgê jî destê wî vala vegeriya.

Rojnameya Yenî şafak ku rojnameyekî nêzî hikumeta AKP’ê ye hêviya xwe ya şikestî bi van îfadeyan anî ziman:

“Heman lîstika li Minbicê ya li dijî Tirkiyê hate lîstin niha li Efrînê tê lîstin. DYA ku soza xwe ya wê PKK ji Minbicê vala bike bicih neanî, niha jî mudaxeleya Efrînê asteng dike, ji demê (zamanê) re dilîze. Eger mudaxeleya Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê ji ASA’yê ku hêzekî ji 17 hezar kesî pêk tê amade kiribû dereng bimîne, wê PKK ji heremê dest bi lêdana hêza me bike.”

Enqere tiştê dixwest bidest bigire ew bû, Tirkiye di plana avakirina heremên bêpêvçûn a di Idlibê de alîkariya Rûsyayê bike beranberê wê jî wê Rûsya ji bo operasyona Efrînê ronahiya kesk pêxistibûya. Heta di ragihandinê de îdeayên derbarê Rûsya erê kiriye jî avêtin holê. Ragihandinên kurd jî, teza ku piştî DYA balafirê Sûriyê xist YPG bi desteka DYA’yê derbasbûna rejîmê ya rojavayê Firatê asteng bike û ji bo kurdan bi Şam re hevkariyê bide ferzkirin, Rûsya di Efrînê de wê karê Tirkiyeyê hêsantir bike heta wê bi hev re tevbigerin, vê tezî dane şixûlandin. Heta hat gotin ku Rûsya û Tirkiye li Idlibê amadekariya avakirina baregehekî hevpar dikin.

Di siyaseta gengeşî ya di navbêra Tirkiye û kurdan de her carê tiştê nayê dîtin an jî di ser de tê derbaskirin ev e: Her çiqas tehdîda Tirkiyê ya kurdan ber bi siyaseta hevsengiyê ve mecbûr dike jî gerek ji bo Sûriye û gerek jî ji bo Rûsya zêdebûna hebûna leşkerên tirk zêdetir fikaran çêdike. Netekîm dema ev nîqaş dihatin kirin Wezaretiya Karê Derve ya Sûriyê, êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û ya Tirkiyê bi polîtîkaya belavkirinê sûcdar kir. Berdevkê Karê Derve ya Rûs Marîa Zaharova jî, helwesta Rûsyayê bi van peyvan danî holê: “Di pêvajoya Sûriyê de her kesê di angajmanê de ye divê yasayên vê welatî, yekîtiya ax û serweriya wê tehdît neke.”

Rûsya, dixwaze di Idliba ku di navbêra Ahrar El Şam û Heyat Tahrîr El Şam de hatiye perçekirin ne ji hêla artêşa tirk û rêxistinên pê ve girêdayî werin bicihkirin, rejîma bêpêvçûn a wê bê îlankirin divê ji hêla yekîneyên ‘leşker-polîs’ ên ji Kazakîstan, Kirgizîstan, Ozbekîstan û welatên dost û mislimanên ji Asya Navîn werin ve bê parastin. Moskova ku piştî Heleb kete bin qontrola artêşa Sûriyê ji Çeçenya û Inguşetya yê yekîneyekî bijare ya ji 250 kesî pêk dihat bi misyona leşker û polîs li heremê dabû bicihkirin.

Ya herî girîng jî Rûsan, her çiqas tehdîda Tirkiyê ya li ser kurdan wek manîpulasyonekî bi feyde dibîne jî lê di nêrîna ku di pêvajoya vekirina cebheyekî ya di Efrînê de wê zêdetir tevlîheviyek çêbibe. DYA jî, operasyonekî li ser Efrînê wê operasyona Reqayê bandor bike û qrîza Tirk-Amerîka kûrtir bike bi fikar e û ev yek wî ditîrsîn e.

DYA ku bi niyeta bicihbûna Bargeha Tebqayê ya di bin Firatê de ye, ya hêzên Sûriyê ku nêzîkbûna baregeha hêzên Amerîka ya ku ji bo muxalifên di sînorê Urdunê de perwerde bike hatiye avakirin hedef girt û gengeşiyên ji ber xistina balafirekî Sûriyê ya li nêzî Rûsefa, atmosferekî ku destê Tirkiyê ya di bakûr de rehet dike ava kir. DYA û Rûsya ku li ser rejîma bêpevçûn a di cebheya başur a Dêra, Sûveyde û Kûneytra dixe navxwe de lihevkirin, di navbera her du hêzan de ji bo hevkariyekî derî vekir. Ev jî pêşiya siyaseta Tirkiye ya ku sûd ji valatiya navbêra hevsengiyê ya her du hêzan da qûtkirin.

Di vê navbêrî de gelê Efrînê li hemberê planên mudaxeleya Tirkiyeyê derket kolanan û potansiyela xwe ya berxwedanê nîşan da.

Tabî li beranberê vê komên ku Tirkiya wan destek dike ya kurdan bi dagirkirina gundên ereb û tirkmenan gumanbar dike û xwepêşandanên biçûk ên ji bo operasyona li ser Efrînê bê kirin bangewaziyan dike lidarxistin.

Nêzîkbûyîna Rûs û Amerika an jî nerazîbûna ji her du aliyan ve tê kirin her çiqas sed datîne pêşiya Tirkiyê jî lê ev nayê wê wateyî ku wê Artêşa Tirk û hêzên milîs ên di yedeka wî de wê dev ji êrîşên li ser Til Rifat û Efrînê berdin. Efrîn di esasê xwe de hê beriya Tevgera Mertalê Firatê dawî bibe xistibûn rojeva xwe. Di vê mijarî de Fermandarê Tûgaya Sûltan Mûrad Fehîm Îsa, bi vê gotinî niyeta Tirkiyeyê raxist berçavan û got “Tirkiye ji me re got û talîmat da ku piştî operasyona El Bab a di meha sibatê de ‘xwe ji êrîşa Efrînê re amade bikin’ dabû”.

Li gor çavkaniyên kurdan jî, Tirkiye, li 12 gundên dora Ezaz, Mînîg û Marê fuzeyên obus û katyuşa bicih kiriye û amadekariyên xwe yên li ser Efrînê berdewam dike.

Polîtîkaya Tirkiyeyê ya ‘digerevedigere’ ku di her firsend dibîne heremên kurdan topbaran dike her tim du hêmanên nayê guherîn hene: Yekemîn, DYA yê ku baregeha Încîrlîkê bikar tîne pêdiviya wî ya bi Tirkiyeyê re dewam dike. Her wiha divê nehêle zêdetir Tirkiye bi alê Rûsya ve bişemite. Ji ber vê yekî jî di mijara kurdan de ya Tirkiyeyê siyaseta teskînê berdewam bike. Ya duyemîn, Pûtîn jî ku li Hambûrgê got ‘Em bê Tirkiyê nikarin’ wek e çewa teslîm kir Rûsya jî di firqa  bê hevkariya Tirkiyê damarên ku cebheya bakur xwedî dike wê nikaribe zuha bike de ye.

Yanî hem Rûsya hem jî DYA ji bo di Sûriyê de bimeşe heta pêdiviya wan bi Tirkiyê re dewam bike hemleyên li dijî Efrînê wê heta here roniyekî sor berdewam bike.

21.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً