– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Pêngava rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê tê meşandin 45 roj li pey xwe hişt. Şervanên QSD’ê heta niha 40 ji sedî ji bajêr kontrol kirine.
* Cîgirê Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ`ê Robert Jones, bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re dicive.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarokê Mari û Kilcebirî, noqteyên şervanên Hêzên Şoreşger ên hevbeş li gundê Herbel, Elqîme, Şêx Îsa û Til Rifet û gundê Eyn Deqnê, ji 22`ê Tîrmehê de, bi awayekî dijwar topbaran kir. Hêzên Şoreşger bersiv dan êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şervanan derbeyên giran li artêşa dagirker û çeteyên wê xistin.
* Hêzên rikberiya sûryê yên li başûrê welat yekbûna xwe jêrî laşeke leşkerî û polîtîk hevgirtî bi navê ” Eniya Niştimanî ji bo rizgarkirina Sûriyê” ragihandin.
* Wezareta berevaniya Rûsya dibêje rêkeftinek li gel opozisyona Sûrî hate pêkanîn li dor sînorên herêmeke aram li Ghûta Rojhilat a nêzîkî Dîmeşqa paytext.
* Balafirên şer yên rêjîma Sûriya êrîsin asîmanî bi ser gund û bajarokên Xûta rojhelat de birin, piştî ragihandina rêkeftina agirbestê li navçeyê.
* Çar jinên Almanî, di nav de keçeke 16 salî, ku di salên dawî tevlî gurûpa Dewleta Îslamî Daiş bibûn li Îraqê Hatine girtin û alîkariya Qunsulxaneya Almanî werdigrin, li gor kovara Almanî Der Spiegel ku ragihand.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Şanda YNK’ê piştî serdana Hizba Komunîst, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê. wê serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê bike.
* Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Mihemed Xizirî ragihand, operasyona kontrolkirina Tileferê bi şêweyekî destpêkê, bi bombebarakirina xalên serbazî yên DAIŞê dest pê kiriye.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Li navçeya Geverê 4 cerdevanan bertek nîşanî kuştina Necmettin Fendik ê li taxa Gungorê ji aliyê polisan ve di serdegirtina malê de hat kuştin da dest ji çekan berdan û îstîfa kirin.
* HDP’ê ji 25’ê Tîrmehê heta 4’ê Mijdarê bernameyeke çalakiyan amade kir. Wê li çar bajaran ‘Nobeta Berxwedanê’ bigire û civînên Koma Meclîsê jî li van bajaran lidar bixe.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li gel şandekî parlamenterên welatê xwe civiya. Rûhanî di civînê de soz da, ku di kabîneya nû ya hikûmetê de kursiyên kurdên sunnî zêdetir bike. Herwiha soza çareserkirina beşek ji pirsgirêkên koçberên kurd da.
– CIHAN
* Amerîka keştiyeke balafirên Newewî bi navê “Gerald Ford” bi hazirbûna serokomarê Amerîka vekirin.
* Serokomarê Amerîka Donald Trump belavokek li ser malpera Twitter li barê operasiyona kuştina Bexdadî serkêşê Daiş belav kir, û tê de rojnameya NewYork Times tewnbar kir bi tekbirina hewldana kuştina Bexdadî.
06:00-23.07.2017
Rojev24