Reqa- şervanên QSD di pêşveçûnên xwe yên li taxa Nezlit Şihade de karîbûn di van kêliyan de herêma MESAKIN DUBAT bi temamî rizgar bikin.
ji şevî din êvarî ve şerê giran li başûrê bajar diqewime, bi taybet li taxa Nezlit Şihade. di encama vî şerî de şervanan karîbû çend kolanan pêş ve biçin û xetên mayînan derbas bikin, her wiha herêma MESAKIN DUBAT bi temamî rizgar bikin.
li gorî çavakniyên QSD ê nêzî 11 çete hatin kuştin termê 4 an di dest şervanan de ye, û hejmarek ji cebilxane û çek ketin destê şervanan, û erebeyeke bombebarkirî jî hat imha kirin.
li aliyekî din şer li taxa Hişam bin Ebdulmelik ya başûrê bajar, û taxa Reqa kevin ya li rojhilatê bajêr berdewame, bê ku encamên dawî bên naskirin.
07:00-24.07.2017
Rojev24