LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bûka Çolê ber bi rojên azad ve… NÛÇE-ANALÎZ

Bûka Çolê ber bi rojên azad ve… NÛÇE-ANALÎZ

REQA – Pêngava rizgarkirina Reqayê, piştî 4 qonaxên hemleya rizgarkirina gundewar û navçe û bendava Tebqayê dest bi hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê an go bi nave “Cenga Mezin” destpê kir. Ya dawî di 48 rojan hemleyê, ji hêla Berdevkiya Ragihandinê ya QSD’ê ve hat ragihandin ku wan ji sedî 45 bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.

 

Bajarê Reqqayê ku navenda Parêzgeha Reqqa ya Sûriyê ye, li aliyê çepê yê çemê Firatê dikeve, 190 km dûrî bajarê Helebê ye. Reqqa dibe du beş Reqqaya Kevin û ya Nû. Bi navê xwe yê din Reqqa bi “Bûka Çolê” tê naskirin. Reqa dibe 5 herêm ku ji 35 tax pêk tê.

Reqqa ji aliyê girûpên terorîst bi nûnertiya komê çeteyan, çeteyên Ehrar El Şam û çeteyên Cebhet EL-Nûsra di 4 ê Adara 2013 an de hate dagirkirin. Piştî vê Reqqayê ji aliyê rêxistina terorîst ya DAIŞ ê ve ji destê girûpên navborî di 14 ê Çileya 2014 an de hate girt.

Bi dagirkirina Reqqayê ji aliyê DAIŞ ê ve, ev bajar wek cihê xîlafeta xwe raghandin û xwe lê bi cih kir, bi vê yekê Reqqayê bû navenda xîlafeta çeteyan DAIŞ ê ya li Sûriyê. Bi vê yekê DAIŞ ê hemû fermandar, rêveber û serçeteyên xwe lê bi cih kirin da ku DAIŞ ê Reqa bike modele xîlafeta xwe bang dikir ku ji hemû cîhanê berê xwe bidin wir.

Ji ber girîngî û stratejiya bajarê Reqqayê girseya çeteyan lê hate bi cih kirin, ku di nav de nasnameyên cur be cur cih hene. Reqqayê ji ber girîngiya cihê xwe û axa wê ya çandininê ku bi ava çemê Firatê dewlemend dibe tê nasîn. Di heman demê de girîngiya wê ya petrolê heye.  Reqqayê ku ji dîrokî ve û heta niha cihek stratejîk e wek e ware bazirganiyê jî tê nasîn.

Hemle li ser daxwaza gelê Reqayê hat destpêkirin

 Pêngava rizgarkirina Reqayê li ser daxwaza gelê Reqayê bi taybetî jî li ser daxwaza tabûr (ketîbe) ên di nava QSD’ê ku hemû ji zarokên Reqayî pêk tên hat dest pê kirin. Ji ber ku ji eşîran, gelên heremê bigire heta şervanên ku zarokên Reqayî ne, serkeftinên QSD’ê ya li Til Ebyad (Girê Spî), bajaroka Tişrîn û Minbicê dîtin û piştî hatin rizgarkirin modela rêveberinê ku ji hêla gelê heremê ve tê birêvebirin ecibandin. Ev daxwaza gel û zarokên Reqayî, li gor soza QSD’ê ku dema ilankirina avakirinê de ragihandibûn, çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê li ku dibin bila bibin, bi alîkariya gel ew dê wan ji wir paqij bikin re guncav bû.

Bê guman, dema ev pêngav dest pê kir, ji hêla dewletan ve bi taybetî dewleta tirk ku dixwest li bakurê Sûriyê xeyala Osmanlitiyê pêk bîne, bi riyên dîplomasiyê û hwd xwest tevlî vê operasyona rizgarkirinê bibe. Lê hem civaka herema Reqayê û hem jî hêzên koalisyona navneteweyî ev niyeta dewleta tirk/AKP/Erdogan baş fêm kirin, nehiştin û ev daxwaza wan red kirin. Dewleta tirk ku fêm kir ev daxwaza wan wê pêk neyê, hem bixwe û hem jî bi riya hevkarên xwe dest bi siyaset û lîstikan kirin. Erdogan di hemû ziyaret û hevdîtinên li welatên Ewropa de dijbertiya xwe ya hemleya rizgarkirina Reqayê tanî ziman û her carê vê yekî bi PDK’ê û ENKS’ê jî dida gotin.

Daxuyaniyên hikumeta AKP/Erdogan, PDK’ê û ENKS’ê ya bi taybetî di dema çekdayîna ji bo YPG’ê wek e kronolojî ne hewceye em li vir rêz bikin, jixwe her kes kêm zêde şopandiye. Dewleta tirk, ji siyasetê jî derbas kir û ji bo piştgiriyê bide DAIŞ’ê û pêşveçûna QSD’ê kêmek be jî asteng bike, êrîşa hewayî ya li ser Qereçox û Şengalê pêk anî û ya dawî jî êrîşên li ser Efrînê berdewam kir.

Ne tenê dewleta tirk, Rûsya û rejîm jî heman tiştî kirin

Jibilî hewildanên dewleta tirk, Rûsya û rejîm jî av kişand aşê dewleta tirk. Lewra ragihandina girêdayê Rûsya pêşî bi nûçe û daxuyaniyên wek e “Jixwe di Reqayê de çete nemane hemû xwe vekişandine, QSD li wir şanoyek dilîze” her wiha “QSD rê ji çeteyan re vekiriye ku êrîşê Palmîra bike” xwest hişmendiyekî ku QSD û DAIŞ lihevkirine, di raya giştî de bide avakirin. Piştre jî, di bin navê parastina heremên başurê ku di bin qontrola rejîmê de, xwest bi ser Tebqayê ve bigire û xwe di wir de bicih bike. Lê Amerîka destûr neda vê yekê û balafirekî rejîmê xist. Rûsya û rejîm ku di vir de tiştê dixwest bidest nexist ev car li herêma Şehba û Efrînê de, bi Tirkiyê re dest bi leystikan kir.

Ligel van siyaset û lîstikan, pêşveçûna QSD’ê berdewam dike, gelên ku ji çeteyan tên rizgarkirin, ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ku kurd, ereb, tirkmen û suryanî cihê xwe di nav de digirin tên hembêz kirin û ligel hemû bêderfetiyan pêdiviyên wan ên jiyanî bi cih tînin. Her wiha yê niha Reqayê berçav dikeve jî ew e ku gelê wir êdî bi rehatî dikarin çandiniya xwe bikin, jin bê tirs dikarin bigerin û zarok bê tirsa ku wê çete çi bînin serê dê û bavê wan li kolanan dilîzin. Ev şert û mercên niha heyî belkî ne wek e tê xwestin gul û gulistan be lê herî kêm ji wê zirûfa zext û zilma rojane ya çete bi serê wan tanî azad bûne.

Wê Reqayê Reqayî birêve bibin

Bi destpêkirina pêngavê re, ji hêla Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), TEV-DEM û saziyên Rojava ve ji bo piştî Reqa rizgar bibe gelê Reqa bajar xwe bi xwe birêve bibin, meclîsekî ava kir. Meclîsa bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê ku hemû pêkhateyên heremê pêk tên hatî avakirin, yek bi yek bi gelên heremê re hevdîtinan, civînan pêk tînin û li ser daxwazên wan disekinin. Gelê heremê ji vê pêkanînî pir kêfxweş in û her tim tînin ziman ku bi taybetî di bin sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê de li Reqayê wek e meclîsek serxbixwe birêve birin, sîstemeke ku hemû gelan digihîne hev e û divê li hemû Sûriyê bê bikaranîn e.

Bêguman wê hesabên gele hêzên navneteweyî û heremî li ser Reqayê hebin, lê piştî rêveberina bajarê Reqayê gelê Reqa bi hev re birêve bibin, her kes û her hêz li hemberê vê daxwazî an jî modelî neçare rêz bigire. Eger hêzek an jî hêzên li dijî vê modelî êrîşek pêk bînin wê bersiva wan jî li ser biryara di vê meclîsî de derkeve bê dayîn û parastina xwe ya rewa pêk bîne.

DAIŞ êdî bi rizgarkirina Reqayê re wê li ser rûyê erdê ya Sûriyê xilas bibe, belkî xwe ber binê erdê ve bikeve parastina xwe, lê yê herî tê nirxandin jî wê emîrên DAIŞ an di Reqa û Dêra Zor de bên kûştin an jî ber bi welatên ku desthiladariya wan welatan ew derxistin û xwedî kirin e. Lewra tê payîn ku gelek çeteyên DAIŞ’ê bi Pakîstanê, Sûidî Erebîstan, Qatar, Yemen, Tirkiyê ve direvin û ji aliyê van dewletan ve têne parastin. Ji ber ku ji nimêj ve ev dewletan her yekî ji xwe re DAIŞ’ek ava kiribû û li dijî hev an jî welatên ewropayê bikar tanîn.

Vejîn Elî

25.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً