LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Pêşketinên Heftiyekê li Reqayê

Pêşketinên Heftiyekê li Reqayê

Reqqa- Oparasyona Rizgarkirina bajarê Reqqayê (Cenga Mezin) di roj xwe ya 49,mîn de bi pêşketinên şervanên QSD didome.heta niha 8 tax hatine rizgar kirin û 45 ji 100 î ji bajar ji aliyê şervanên QSD ê ve hatiye kontrol kirin.
Hemleya Rizgarkirina bajarê Reqqayê (cenga Mezin) ku di 6 Hizêrana borî de hatibû ragihandin dikeve roja xwe ya 49 mîn de, Şervanên Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD roj bi roj di taxên bajarê Reqqayê de bi pêşve diçin.
Ji destpşêka vê hemleyê bi armanca dorpêçkirina çeteyên DAIŞ,ê li Reqqayê heta niha 6 tax ji aliyê şervanên QSD ve hatine rizgarkirin û ev hemle bi lez û beza xwe li 7 taxên bajar şerekî dijwar di navbera Şervanên QSD û Çeteyên DAIŞ,ê de diqewime. Di vê çarçoveyê de, şerên dijwar li taxa El-Diriyê, Yermûk, El-Nehda, El-Berîd, Hîşam Ebdullmelik, El-Rewda û Reqa Kevin di qewime, di encama şerên dijwar li taxa Hîşam Ebdullmelik ku li aliyê başûr ê bajar dikeve de şervana sedî 70 ji taxê rizgrkirin û xeta parastinê ya duyemîn a çeteyên DAIŞê şikandin, Her wiha şervanan gelek noqte li taxa El-Diriyê û Reqaya Kevin rizgar kirin.û çete her ku diçin tengav dibin û nikarin serwerî li navenda bajar bikin. Di encama şerên dijwar li 7 taxên Reqqayê de gelek çete hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve jî, tîmên taybet ên QSD`ê gelek gund û mezraa li bejahiya bakur-rojhilat û li eniyên paş ê rizgarkirî opersyonên paqijkirina mayinan didomin, di encam de şervanên QSD gelek cebilxana di nav de çekên Artêşa Tirk jî hebûn desteserkirin.
Di destpêka heftiya borî de û Li gorî daxuyaniya Fermandarê QSD`ê Omer Hewlêr da zanîn ku ji sedî 35 ji bajarê Reqayê di destê QSD`ê de ye, Hewlêr destnîşan kir ku ev Demeke dirêj di navbera QSD û koalîsyonê de nîqaş li ser Reqa û dorpêçkirina wê çêbûn û pîlanek hat amadekirin. li gora wê pîlanê,niha Reqa bi temamî hatiye dorpêçkirin û niha şervanên QSD li Reqaya kevin bi pêşve diçin. Di encama vê pêşveçûnê de Hewlêr eşkere kir ku zêdetirî nîvî ji taxa Reqqaya Kevin niha dibin serweriya şervanên QSD de ye, Di berdewamiya axavtina Hewlêr de hat gotin ku wan agahî girtiye ku derdora 500-700 çeteyên biyanî di bajarê Reqayê de mane û hêza hundir a çeteyan bi çeteyên biyanî tenê maye.
Di nava heftiyekê de di şer û pevçûnên di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞê taxa Yermûkê bi temamî hate kontrolkirin,û di encama şer 28 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin, Her wiha 2 wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞê hatin îmhakirin.
Piştî ku şervanan taxa Yermûk rizgarkirin û dest danîn ser pira El-Cedîd ya dinavbera taxa Yermûk û Taxa Nezlet Şihade , şervan derbasî taxa Nezlet Şihada ya li başûrê Reqa bûn. Di taxa Nezlet Şihada de şerên dijwar rû dan, li vir 5 çete hatin kuştin û hin çete birîndar bûn. Şervanan li vir dest danîn ser Doşka 23 û miqdarek çek û cebilxane jî ket destê şervanan.
Li taxa Reqa ya kevin jî şer didome, şerê herî dijwar li derdora Mizgefta El-Etîq ya li nivî taxê qewimîn. Di şer de 12 çete hatin kuştin, ji van 3 segvan in û yek endizyarê danîna mayînan bû, her wiha yek ji wan xebatên ragîhandinê dida meşandin. Di şerê li vê taxê de termê 7 çeteyan ket destê şervanan. Şervanan li vir panzêrek ruxandin û miqdarek çek û cebilxane desteserkirin.
Li rojavayê bajar jî di taxa El-Berîd û El-Diriye de şerên dijwar derketin. 6 çeteyên DAIŞʹê hatin kuştin. Şervanan dest bi opersyoneke berfireh ji bo paqijkirina taxa Yermûk kirin. Li vê taxê şervanan miqdarek mezin ji çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin. Di nava cebilxaneyên çeteyan de çeka Laf ya ayîdî Tirkiyê û fûzayên germahiyê hatin dîtin.
Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek a li başûrê bajar di navbera şervanên QSDʹê ku di nava pêşveçûnê de bûn û çeteyan de şer derket. Di şer de 9 çete hatin kuştin.
Ji aliyê çeteyên DAIŞ ê de êrîş li ser taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajarê Reqayê hate kirin. Di bersivdayîna şervanên QSDê de êriş hat şikandin û 9 terorîstên DAIŞê ku fermandarek jî di nav de bû hatin kuştin, 2 milîtanên xwekuj xwe teqandin
Her wiha li taxa Hîşam Bin Ebulmelik jî şervan pêşve çûn û di encama pevçûnên ku rû dan de, 3 milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Li taxa Nezlet Şihadê ya dikeve başûrê bajêr û nêzê taxa Mesakine, pevçûn derketin û li wir jî 6 terorîst hatine kuştin.
Duh Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku 45% yê Reqayê xistine bin kontrola xwe, 8 tax azad kirin. Li 6 taxan jî şerê dijwar berdewam dike. Hindik ma 2 taxên din bên rizgarkirin
Rewşa Sivîlên Reqqayê
bi hewildanên çeteyên DAIŞ ê a dorpêçkirina sivîlan, 600 welatiyên sivîl dema ku hewl didan xwe bi bigihînin noqteyên şervanên QSD′ê, li taxa Teyar a dikeve rojavayê Reqayê, ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin dorpêçkirin. Ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê, hewl didin sivîlan ji dorpêça çeteyan rizgar bikin. Li gorî welatiyên wê taxê, kesên ku li gorî çeteyan tevnegerin yekser wan dikujin û rewşa welatiyan li wê taxê dijwar e,
Di dema kontrolkirina taxa Yarmûk ji aliyê şervanên QSD,ê ve zêdetirî 500 sivîlî hatin rizgarkirin.
Ji aliyekî din ve jî hêzên taybet ên girêdayî QSDê zêdeyî 500 welatiyên Reqayê ji dorpêça terorîstan a li ser taxên Teyar û Deriye rizgar kirin. Li taxa Reqaya Kevin jî 50 sivîl hatin rizgarkirin.
li taxa Reqa ya Kevin jî herî dawî 7 malbat xilas bûn, di nava wan de 5 birîndar hebûn. Di nava birîndaran de 2 zarok û jinek hebûn. û şervanan ew veguhestin taxa Meşleb, cihê ku şervanên QSD ê ewlekariya wê diparêzin.
Mayîna çeteyên DAIŞʹê bi sivîlên ku dixwestin ji taxa El-Diriye bighêjin taxa Teyar ve teqiya. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li taxa Reqaya Kevin karîbûn 25 sivîlan rizgar bikin.
Endamê Komîteya Têkiliyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş raghandin ku buroyeke karkeran û sûkek di nava kampê de vekir.” û diyar kir ku ew bi rêxistinên navnetewî re jî ketin nava têkiliyan û heta radeyek niha destek tê dayîn.
09:30-25.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan têkildarî şewata li girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew demildest …

اترك تعليقاً