LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Li Reqa gelek sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin

Li Reqa gelek sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin

REQA- Tîmên Taybet ên rizgarkirina sivilan di van kêliyan de hejmareke sivilan ji nava destê DAIŞ’ê rizgar kirin, bi gulebarandina çeteyan re sivilek jiyana xwe ji dest da û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ji nava tîmên ku bi erka rizgarkirina van sivîlan rabûn, diyar kir ku di şerê iro de li taxa Nezlit Şehade de ya başûrê bajar dikeve, şervanan karîbû xeteke çeteyan li kolanên navenda taxê bişkînin û di encamê de hejmareke sivîlan ji çembera çeteyan rizgar bikin.

Her wiha di dema rizgarkirina sivîlan de çeteyan ew hedef girtin û di encamê de hejmareke sivîl birîndar bûn û sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Wek tê zanîn ev heftiyeke şerên giran li taxa Nezlit Şehade rû didin, şervanên QSD e karîbûn herêmeke berrfereh ji taxê rizgar bikin û zêdetirî 2 hezar sivîli heta niha ji wir rizgar bikin.

28.07.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً