REQA – Şervanên QSD e li derdora mizgefta Mustefa ya rizgarkirî êrişeke din ya çeteyan şikandin, 3 erebe imha bun 41 çete hatin kuştin.
Doh di derengiya şevê de çeteyên DAIŞ’ê hewildan ku pêşveçunên şervanan ya li taxa Nezlit Şehade de asteng bikin, di encamê de êrişeke bi 7 girupan ku di nav wan de xwekujjî hebûn, 2 erebeyên bombebarkirî û bi silahê giran, birin ser nuqteyên rizgarkirî yên derdora Mizgefta Mustefa.
Di vî şerê ku 4 seatan berdewam kir de 41 çete hatin kuştin, 2 erebeyên bomebebarkî hatin imha kirin û erebeyeke leşkeri hat ruxandin.
Herwiha li vê taxê, di operasyona şervanan de ya li heremên rizgarkirî navendeke cebilxaneyê hat dîtin.
28.07.2017
Rojev24